ala kurdistan
Ey Reqîb

Blogs

Bawer nekin

 

Ku serokekî partiyeka bakûrî ji bo kurdên Rojava bibêje ”Esad merivekî baş e” û banga destekdayîna Esad li wan kurdan bike, ez ê bawer nekim ku ew bangeka xwedî aqilane û hişmend e.

Esadê ku kurdan di zindanan de terkî mirinê kiriye, bi tu awayî mafê mirovî bi wan nedaye nasin, nasnameyê nedaye wan, li ba zilm û zorê kemera ereban ji bo kêmkirin û ji welatên wan deranînê ava kiriye ew kesê dawî yê cîhanê ye ku kurd berê xwe lê bizivirînin û nexasim destekê bidinê.

Şer û Hezkarên Dewleta Dagirker

Dibe ku ev sernavê nivîsa min ji aliyekî ve hêrsa hinekan rabike û ji aliyê dî ve jî bibe sedemê netêgihiştineka têr. Lewma di serî de divê aşkere bê diyarkirin ku ji ‘şer’ qesd ew e ku şerek di nav bajarên kurd ên bakûrê Kurdistanê didome weke li Silopiya, Sur, Cizîr û hwd. Ji ‘hezkarên dewleta dagirker’ qesd ew e ku gelek partî û kesayetên ku mora ‘siyasetmedar’ li xwe danîne ji dewleta dagirker Turkiyeyê zaf hez dikin û bergeha xwe tim didine wirê.

Çima?

Modela Sri Lanka û hezeyana binketinê

Ev modela Bedbext a ku li ser gerîlayên Tamîlê hatiye sepandin ji sala 2006an vir ve di rojeva Turkiyeyê de ye.

Ê ku vê modelê dixine rojevê ew in, lê yên ku gotûbêj dikin hema bibêje her alî ne, kurd û turk in. 

Ên ku dixwazin vê modelê bisepînin û jê encam werbigirin di serî de desthilatdar lê jê jî bêtir, hinek turkên biwijdan ne tê de, hemû turk in.

Kurd jî bi mebesta aqûbeta Tamîlan nejin tevlî vê gotûbêjê dibin.

Xendeq, Barîkad an Çeper

Ez googlê de ji ber meraqa xwe li peyva 'xendeq', 'xendek', 'çeper' û 'barîkad' geriyam, encameka balkêş derkete pêşiya min.

Medîa û derdorên siyaseta Bakûr herî 'barîkad' bikar anîne, lê di gelek nivîsan de jî 'xendeq' jî bikar anîne. Di bûyerên Bakûrê Kurdistanê yên vê dawiyê, di şerê gel ê weke Amed/Sûrê, Slopî, Cizîr û Kerboranê de peyva 'barîkad'an li pêş e.

Pages

Rojname Kurdish News