ala kurdistan
Ey Reqîb

Şîroveyekê binivîse

Bila Sefîrê Amerîka ji Tirkiyê derkeve!

Şaredarê bajarê Enqerê yê Tirkiyê Melîh Gokçek bang li Sefîrê Amerîka li Tirkiyê John Bass kir, ji Tirkiyê derkeve!
 

Piştî Sefîrê Amerîka li Tiriyê John Bass, piştgiriya xwe ji bo wan akademîsyenên ku banga agirbest û aştiyê li dewlet û PKKê kiribûn, nîşan da, rastî nerazîbûna rayedarên Tirk hat.
 

Yek ji wan kesên ku bi tundî li Sefîrê Amerîka hêrs bû, Şaredarê Enqerê Melîh Gokçek bû. 
 

Melîh Gokçek, di twîttera xwe de bi tundî bersiva John Bass da û got, Amerîka tu bi xeletî şandiye Tirkiyê. Li gorî min vegere welatê xwe baştir e!... Bila sefîrekî ku me nas bike, were Tirkiyê…
 

Wî rayedarê Tirk di twîtteke din de jî dibêje, Birêz Bass! Wan akademîsyenên nezan gotine ku li dijî terorîstên çekdar komkujî pêk tê. Tu jî dibêjî vê yekê qebûl bikin… Em nikarin qebûl bikin qurban…
 

Li gorî wî şaredarê Tirk, sefîrê Amerîka dixwaze qaşo pêwendiyên Tirkiye û Amerîka xirab bike!
 

Tê zanîn çend roj berê komek akademîsyenên kurd, tirk û biyanî, di daxuyaniyekê de bi navê “Em Nabin Şirîkên vî Sûcî” bang li dewleta Tirk û PKKê kiribûn, şer bidin sekinandin û arîşeyan bi rêya diyalogê çareser bikin.
 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, bi tundî êrişî wan akademîsyenan kiribû û bang li dadgehê kiribû, li dijî wan lêpirsînê bike.
 

Piştî wê fermana Erdogan, komek akademîsyen hatin girtin û tê gotin ku hinek din jî dê bên girtin. 

(rudaw)

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News