ala kurdistan
Ey Reqîb

Şîroveyekê binivîse

CHPê bang li PKK û HDPê kir

Rêveberiya CHPê li Dêrsîmê têkildarê belavoka akademîsyenan a ´Emê nebin şirîk û hevkarê vê tawanê´, beyanameyek bo raya giştî û çapemeniyê belav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku herçend derheqê şêwaz û naveroka belavokê de têbiniyên me hebe jî ew piştgirî didin mafê şermezarkirinê. Li aliyê din rêxistina CHPê ya Dêrsîmê bangî HDPê kir û got: "Bila HDP ji bo rawestana şer bangî PKKê bike."

 

1128 akademîsyen û mamostayên zanîngehan ji bo rawestana şer belavoka bi serenava ku ´Emê nebin şirîk û hevkarê vê tawanê´ îmze kiribûn. Rêxistina Partiya Gel a Komarî  (CHP) li Dêrsîmê têkildarê belavokê û karvedanên li pey xwe aniye, îro li navenda xwe ya bajêr daxuyaniyeke rojnamevanî da.

 

Serokê rêxistina CHPê ya li Dêrsîmê Alî Riza Guder di destpêka daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew pişgirî didin mafê azadiya derbirînê û mafê şermezarkirinê. Guder, di vî warî de wiha pê de çû: "Derbarê belavokê, şêwaz û naveroka belavoka akademîsyenan de rexne û têbiniyên me hene, lê belê em piştgirî didin mafên şermezarkirin û mafê azadiya derbirînê yên kêmîneyan. Ji bo guherîna hizrên ku li nav civakê hene; gef û sansur ne rê ye. Ya rast, gotûbêjên gelemperî û rûbirûbûnek demokratîk e. Nêzîkatiyên êrişkar ên hikûmetê me dixe nav qisawet û fikaran. Ev helwesta hikûmetê rê li ber gotinên wekî ´bi xwîna mirovan ser şuştin´ vedike."

 

Guder herwiha got: "Mafê hikûmetê nîne, ji welatiyên xwe re dijmintî û neyartiyê bike. Emê akademîsyenên ku îmze avêtine jêr belavokê li hember nijadperestan biparêzin. Divê bê zanîn ku ´Ev welata heta ji bo her takek nebe welatek ewle, ji bo ti kesek nabe welatek ewle´."

 

Serokê CHPa Dêrsîmê parêzer Alî Riza Guder têbiniyên xwe yên naveroka belavokê jî wiha rêz kir: "Bi taybetî gotinên ku ´komkujî û qirkirina bi zanatî û pîlankirî dijî gelê Kurd pêk tê´ li gorî me zêdegavî ne."

 

Guder, derheqê binpêkirina mafan de rexne li dewleta Tirkiyê girt û got: "Dewlet li dijî teror û tundiya ku 6 meh e dest û piyên welatê me girêdaye têdikoşe. Lê ev yek wî heqî nade dewletê ku maf û azadiyên bingehîn binpê bike."

 

Guder bang li hikûmeta Partiya Dad û Geşedan AK Partiyê kir ku li dijî berpirsên binpêkirina mafan lêpirsîn werin destpêkirin.

 

Herwiha Serokê CHPa li Dêrsîmê Alî Riza Guder bangî Partiya Demokratîk a Gelan HDPê jî kir û di vî warî de wiha axivî: "Lêgerîna mafan bi pevçûn, teror û tundiyê korbûna çav e. Herwiha yekane berpirsê bûyer û rûdanan ne tenê dewlet e. Şertê pêşin ê vegera diyalog û rawestana pevçûnan ew e ku PKK bê şert û merc dest ji tundiyê berde. Herwiha em bang li HDPya ku xwe wekî nûnerê gelê Kurd dibîne û hemû pêkhateyên siyaseta sivîl dikin ku bila ji bo rawestana tundiyê bang li PKKê bikin."

 

Guder, di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku ´çi dibe bila bibe, hêviya wan a aştiyê ti caran naşkê´.

(rudaw)

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News