Li Amedê 150 zarokên kurd di bin banê Akademiya Aram Tîgran de hatin ba hev û orkestrayek ava kirin. Lê ev orkestra ji tembûr, piyano, bilûr, mey, def û zirneyê pêk nayê. Amûrên mûzîkê yên di destê zarokan de tenê karton, şûşeyên avê, qedehên çayê, kevçî, binikên îskanan, klavyeyên kevin û tiştên avêtinê ne. Zarokan bi dengên van eşyayên ku avêtine çopê ahengek çêkirin û ji van dengan orkestraya xwezayî ava kirin.

(http://kurdish.ruvr.ru)
Hemû bixwîne: http://kurdish.ruvr.ru/2013_06_28/224607147/