ala kurdistan
Ey Reqîb

Şîroveyekê binivîse

Çîrokên ku Mijarên Wan ji Çîrokên Gelêrî Hatine Wergirtin

2.1.4.Çîrokên ku Mijarên Wan ji Çîrokên Gelêrî Hatine Wergirtin

Ew çîrok jî ev in; ‘‘Besreka Zerîn, Sehên Zozanan, Gulçîn û Muhra Suleyman’’ e.

Besreka Zerin, çîrokeke wek destanî ya di nava gel de ye. Jixwe naveroka çîrokê de jî diyar e ku bûyer yanê çîrok di Dêrika Çiyayê Mazî de derbas bûye. Ew der niha girêdayê Merdînê ye û li giradayê Tirkiyeyê ye. Nivîskar, reqabeta di nav mîrîtiyê kurdan de, şerê wan ê desthilatdariyê û nefreta wan e li dijî hev di wê çîrokê de nîşan dide. Ew çîrok hem çîrokeke qehremaniye hem jî lîro-romantîk e. Dilê Mirza Fîroz ketiye Pîroza keça Meksoyê Mîrê Besreka Zerîn. Fîroz ji bona wê mebesteyê ji Mekso re dikeve şer û di dawiyê de her du mîrektî jî xirab dibin û Mekso bi kerba xwe dikuje, Pîroz jî derdan bêçar dimîne. Di vir de jî evîneke bextreş heye. Pîroz jî ji Fîroz hez dike; lê her du evîndar nagêhin hevdû ji bo wê ev çîrokeke lîro-romantîk e.

Finala wê çîrokê jî wekî çîrokên Qedrîcan ên din dehşetengîz e. Mîr Meks dema dibîne mîrtiya wî û keça wî bi dest diçe bi kerba serê xwe li zinarekî dixe xwe dikuje. Ew mirineke zadeganîye. Dema şervanên Japonî Samûray têk diçin xwe dikujin, ew tema di wir de jî heye. Meks kesekî zadegane tekçûn jê re siudeke bextreş e, ji bo wê xwe dikuje.

Ew çîrokeke bûyerî ye. Vebêjer kesê çavdêr e, bûyer bi zimanê dema boriya nediyar ve hatiye vegotin. Di vir de çend teknîkên vegotinên jî hatine bikaranîn. Çîrok di serî de bi helbestekî dest pê dike, ev teknîka montajê ye. A din jî teknîka name ye. Nivîskar nêrînên Fîroz bi nameyan nîşanê xwendevanan dike. Nameyên navbera Meks û Firoz diçin tên jî ji bo zelalbûna bûyerê ye. Ew teknîka name ye. Besreka Zerîn leîtmotîf e heman tê dubare kirin. Zimanê wê çîrokê wek çîrokên Qedrîcanê din zimanê herêmî û xwerû ye.

Peyama wê çîrokê bêtifaqî û dijmintiya nav xwe yî ye.

Sehen Zozanan, ew çîrok jî du kesan ji Qedrîcan re vegotiye ew jî dibêje ew rast e:

‘‘Çîroka Sehên Zozanan ne derew e û ne tiştekî xeyalî ye. min bi çavê xwe nedîtiye, lê min bi guhê xwe bihîstiye. Yê ko ji min re gotiye ne merivek tene ye, dido ne, yek jê, ji Zindanê Salih begê Remedan e.. yê din jî, ji eşrafê Qunêterê Dawid efendî ye. Min jî her diwan jî wisan bihîst.’’ (Sehên Zozanan, Ronahî, h. 14, sal 1943, r. 11.)

Li jor jî xuya ye nivîskar ew çîrok ji hinekan bihîstiye û çavkaniyên xwe jî diyar dike. Di wê çîrokê de jî hatina sehekî zozanên Erziromê û hatina Qedrîcan a Suriye yê û serpêhatiyê wan nêzî hev in. Di Serhedê koçberî û pez xwedî kirin jiyaneke sirûştî ye. Çîrokên wiha li serhedê pir in. Kûçikên şivanî û gurê dixin jî li Serhedê pir qiymet in çimkî ew kûçik zadegan in. Di vir de tiştê balkêş ev e ku dûrketina welatê xwe Sehê Zozanan û Qedrîcan dişibin hev. Her du jî welatê xwe dûr hatine xistin.

Sehên zozanan, di nava bêkesî û tenêtiyê de rastî êrîşên guran hatiye û birîndar dibe. Lê paşê diçe welatê xwe cewrikê xwe hildide tê tola xwe ji guran distîne. Dema me li jor jî gotibû baweriyeke Qedrîcan hebû; ew jî nifşên nû bûn. Ew (nifşên nû) yê rojekî werin welêt rizgar kin û tola me bistînin. Kûçikê pîr jî tê welatê xwe cewrikê xwe (nifşên nû) hildide, tê tola xwe distîne, paşê jî dîsa vedigere welatê xwe.

Ev çîrokeke bûyerî ye. Dem, mekan û bûyer her sê hêmanên çîrokên jî hene. Vebêjere vê çîrokê kesê sêyem e. Haya vebêjer li her tiştî heye û her tişt di bin kontrola wî de ye. Zimanê vegotinê dema boriya nediyar e. Sehên zozanan letîmotîf e, hatiye dubare kirin. Nêrîna vebêjer gerûbûna sabît e.

Em dizanin ku Qedrîcan Marksist e, ji bo vê civaka kevneşop rexne dike û kêmasiyên wan dide ber çavan. Di çîroka ‘‘Gulçîn’’ê de rexneke xurt û tund tîne li ser civaka kurdên kevneşop. Lê li vir ne wekî alîgirekî lê wek nûnerekî texlîl dike û genîbûna wan bi hostatî dide ber çavan. Di çîrokê de Newres Beg, çima keçeke wî tenê heye desthilatdariya xwe li ber hevrikê xwe yê Seydo de talûke dibîne ji bo wê talûkeyê ber teref bike, keça xwe ye hejdeh salî pêşkeşî kalê pencî salî – Seydo - dike. Di vir de, paşde mayina civaka kurd û statuya jina kurd dide ber çavan. Teşeyê rêveberîna civaka kurdan bi awayekî trajîk dide ber çavan. Ew kesên di wê civakê de desthilatdar in, ji bo berjiwendiyên xwe çawa her rê yê mûbah dibînin, nivîskar bi hostatî nîşan dide. Çînên olî çawa ji aliyê baweriyê û aboriyê xwîna gel dimêjin. Bi awayekî hostatî wek alîgirekî na wek kesekî kameraya xwe bikşînê ser dîmenekî bê şîrove bikşîne, ew jî wan halên genî dide berçavan.  Di Hecî Qadirê Koyî û Cigerxwin de ji dijberîke mezin li dijî çîna oldar û feodal heye. Ji bo fikrê Koyî wek mînak:

Şiklî tekeye û xanegahî şêxakan

Waqî’en rengîne e emma bo rîyan

**  **  **  **  ** ** ** ** **

Lem hemû şêx û murîdenay rîya

Ferdekî naçête mizgewtî Xuda[1]

Li gorî Koyî, şêx û murîdên wan gel dixapînin û zikrû du’ayên wan ve qet tiştek çareser nabe. Eger çareser bûbûya mirovê wekî Qarûn dewlemend bûbûya.

Ew hêma di helbestên Cegerxwîm de jî heye:

Welatê şêran ketiye destê rovî û mişkan

Yanê şer ketiye hindurîn.[2]

Li vir qesta Cegerxwîn mişk û rovî şex û mela û beg û axa nin

Di çîroka Qedrîcan de jî Newres Beg ji bona desthilatdariya xwe berdewam bike bi Seydo Axa re dikeve îtifaqê. Her du jî dijmin û hevrikê hev in; lê seba dethilatdariya xwe berdewam bikin çawa bi hev re dikevin îtifaq ê nîşan dide. Dîsa tîpekî xwînmij Şex Şefqet heye. Newres Beg û Seydo Axa çîna feodal, Şêx Şefqet jî çîna olî temsîl dike. Di Kurdistanê de malbatên Zadegan xwe digehîjînin malbata peyamber û eshabeyên wî, em li vir jî dibînin ku Şex Şefqet ji xwe digihîne malbata peyamber. Û em dizanin ku haya Şêxê me ji teknolojî yê heye û vê teknolojiyê ji bona karê xwe yê xirab bi kar tîne. Bixûr derdixe û toza fosforê li ser xwe dike û paşê esrar û alkolê bi nave ava zemzemê dide Gulçîna gundî û wê bê hiş dixe. Paşê kare xwe yî kîret li ser Gulçîne bi kar tîne. Li wir wek rahîbên Sumeriyan karê xwe bi rê dibe. Rahibên Sumeriyan jî seba desthilatdariya xwe berdewam bikin teknolojiya serdemê wek zanistekî bi kar dianîn. 

Di wê çîrokê de final muhteşem e. Dema Şêx dibîne Gulçîn ducanî ye, jehrekî didê û Gulçînê hêdî hêdî dikuje. Dema Gulçîn dimire ducanîye, bi tenê haya Şêx li wî tiştî heye. Em wê Finalê bi pênûsa Qedrîcan bixwenîn:

‘‘Belê, Gulçîn mir lê hêj di hundirê wê şêxekî biçûk, şêxekî bê guneh diliviya.’’  (Gulçîn, Ronahî, h. 16, sal 1943, r. 5, 6, 7, 8)

Me got Qedrîcan hostayê fînala ne. Di çîrokên Qedrîcan de fînal trajîk û balkêş in. Li vir de jî di bin bandora Ömer Seyfettin de maye, Çirokên Ömer Seyfettin jî finale wan trajîk û ecêb in. Ö.Seyfettin jî wek Qedrîcan hosta yê fînalan e. Ew bandor li ser Qedrîcan jî çêbûye. Çîrokên Qedrîcan ‘‘Hawar Hebe, Gazî li Dû ye, Besreka Zerîn, Hêva Çardeşevî, Sond, Guneh, Serencam, Gulçîn, Muhra Suleyman û Nêçîra Berazan’’ fînalên wan an trajîk in an jî balkêş in. Ew çîrokên li jor ên bûyerî ne, bi xwe çîrokên wisa de final balkêş in.

Bi çîrokên tarza Mauppasant jî ji aliyê fînalan ve xwendevan şaş dikin. Di wan çîrokan de nîvîskar tu pirs li sere xwendevan nahêle û bersivên hemû pirsan dide.  Ew çîrokên me li jor navê wan danê hemû jî bi tarza Mauppasant yanî çîrokên bûyerî ne. Di wê tarzê de giringiyeke mezin didin hûrgiliyan. Dîsa di wan çîrokan de agahî dayîn, daxûyanî û pênasî tiştekî asayî ye. Şayese, rewş û tevgerên kesên çîrokê kûre kûr tehlîl dike. Qedrican ji wan çîrokên xwe de şayese kiriye û hinek cihan de jî malumat dide.

Vebêjer kesê sêyem e, nêrîna wî jî xwedayî ye. Teknîka şayese kirin hatiye bikaranîn, dema di Gulçîn odeya Şêx Şefqet de bû ode û tevgerên Şêx tên şayese kirin. Teknîka portre kirin jî hatiye bi kar anîn, dema nivîsakar behsa Newres Beg, Seydo, Pîra Bêzê û Gulçînê dike portreyê wan şayese dike.

Çîrok bi helbesteke Melayê Cizîrî dest pê dike. Di Muhra Suleyman de çîrok di nav çîrokê de ne.  Di çîroka pêşiyê de nivîskar piştî nîvro dema di dibistanê derkeve gerê de ji nişka ve lingê wî tiştekî dikeve, pêşî ditirse wî tiştî bide destê xwe; lê paşê serî ji meraqa xwe ve dernayê  û wî tiştî hildide destê xwe. Dema wê destê xwe ve dibe tîne ji nişka ve guherandinek çê dibe:

‘‘… min destê xwe dirêjî wî tiştî kir; min ew jî erdê rakir û di nav destê xwe de peland. Hingî, ji mûyê serê min hetanî serê neynûkê lingê min de şîp (cereyan) ên kehrebî çûn û hatin… dinya li ber çavê min bû mij û xuman… paşê hêdî hêdî ew mij wenda bû, li şûna wê, du dêwên reş, şûr bi dest, xûya bûn û ji min pirsîn:

-          Em dinê xan bikin, xerabe bikin?’’ (Muhra Suleyman, Roja Nû, h. 39, sal 1944, r. 4.)

Ev tişt Muhra Suleyman peyamber e. Dema nivîskar, wê destê xwe de dibe tîne du cin derkevin pêşiya wî, dibêjinê ev muhra Suleyman Peyamber e. Pişt re jî wî dibin cem peyamber. Ji Nişka ve  mekan û naveroka çîrokê diguhere û çîrokeke din derdikeve holê. Nivîskar bi riya vê muhrê diçe dema Suleyman peyamber. Di vir de wek rêwitiyeke zemanî pêk tê. Di efsaneyên rojhilat û dînên Semavî de Suleyman peyamber zimanê hemû giyaneweran dizane. Dema diçe cem Suleyman peyamber li vir şayese kirina dîmeneke dîrokî dide ber çawan:

‘‘… min xwe hizûrê Suleyman pêxember, padişahê îns û cinan de, dît. Li ser textekî zerîn rûnişti bû.. li hemberê wî Belqis ji piya bûn, di destê wê de piyanek kewser hebû… Pêşkeşî piresteşkarê xwe dikir. Wî jî dilop dilop bi ser xwe da dikir. ..’’ (Muhra Suleyman, Roja Nû, h. 39, sal 1944, r. 4.)

Ew muhra Suleyman peyamber cinekî biriye li ser wê Suleyman peyamber dibê tu çi ji min dixwazî bixwaze. Mirov zimanzanê hemû giyaneweran çi bixawze, nivîskar jî wî dixwaze yanê fêm kirina zimanên giyaneweran. Daxwaziya wî tê cih. Nav teban digere gilî û gazincên wan guhdarî dike:

‘‘… Ez bi gelekê wan re peyivîm; ji hinekan dilxweş ji hinekan jî dilreş veqetiyam. Dilê min bi hinekan şewitî mîna berx, ga û kîvroşkan.. Li hinekan jî hatim xezebê wek mer, tûpişk, gurê dev bi xwîn û kaselîsê wan çeqel û rovî.’’ (Muhra Suleyman, Roja Nû, h. 39, sal 1944, r. 4.)

Paşê dibe şahidê dadgeha kund û goyin (pepûk).

Ew çîrok li ser sembolan hatiye ava kirin. Xwestina devran vegerê û ava kirina dad û mafdariyê ye. Dema min ev çîrok xwend, romana George Orwell a ‘Kîşwerza Ajalan’ hate bira min. Li vir jî li  ser ajalan rexne kirina pergalê hebû. Di wê çîrokê de jî li ser ajalan ve rexne kirina çînên serdest û neteweyên serdest hatiye kirin. Li jêr binêrin:

‘‘Suleyman pêxember ji kund re got: Teba giş ji te gilî gazina dikin; Dibêjin: ‘‘Ev tebakî şûm û bêxêr e… li ser kê dixwîne, mala wan kambax dike’’ tu çi dibêje? Kundê ser mezin û çavzer (ku jê xuya dikir, perekî ji zadeganiya xwe feda nake)  bi giranî rabû ser xwe û go: şahê min, tu guh didî kurm û kêzikê zeviyan… Ji bav û kalan de ew nêçîra me ne.. gêrik û mûrî jî koleyên me.. ne hedê wan ku li min gilî bikin û bi min re muhakeme bibin.’’ (Muhra Suleyman, Roja Nû, h. 39, sal 1944, r. 4.)

Li jor jî xuya ye ew çîrok rexne kirina serdesta ne. Dema kund dibêje; ‘‘tu guh didî kurm û kêzikê zeviyan’’ di vir de qurebûna serdestan û biçûk dîtina wan e, ya bindestan tê eşkere kirin. Li gor kund an jî serdest ew kesên bin hukmên wan, di berê de di bin destê wan de nin û ew kirinê ew ji li ser bindesta dikin  jî meşrû ne. Li wir dema dibê, kundê ser mezin û çav kesk ji ba min, ev Mistefa Kemal e. Hem kirinê kund hem jî yên Mistefa Kemal dişibînin hev. Dîsa fîzîka M.Kemal û kund jî wek hev (çavzer û ser mezin) in. Sermezinî nîşandeya maldariyê ye.

Parêzerê gêrik û moriyan goyin, dema bersiva kund dide, wek  şoreşgerekî diaxive.  Bi xwe kund çêlikê wî jî xwarî ye. Gazî kund dike û dibêjê:

‘‘ – Çavê xwe veke, efendi! Em tovê bablîska bîstan e.. Îro bendeganî û zadeganî ne maye.. Her kes serbest û azad e. Vê fikra tewş ji serê xwe bavêje, bira çavê te roniya rojê bibîne.. Ez îro, dawa xwîna wan çêlikên bê guneh ji te dikim…’’ (Muhra Suleyman, Roja Nû, h. 39, sal 1944, r. 4.)

Di vir de rasterast propagandaya fikrên marksîst têne kirin. Lê nivîskar ev fikir wek partîzanekî an jî alîgirekî nedaye. Ji bona xurtbûna çîrokê fikrên xwe bi devê  goyin dide gotin . Ew jî serkeftina çîrokê ye. Heger nivîskar ev gotin bi devê gundîkî bida, wê demê tu rastiyeke vê çîrokê nedima; lê nivîskar ew fikir bi devê goyin daye. Nivîskar çîroka xwe qurbana pewgirêdaneke siyasî nake. Di vir de pewgirêdaneke serkeftî çêbûye. Nivîskar fikrên xwe yî siyasî bi zamanekî guncav vedibêje.

Finala wê çîrokê jî wek çîrokên Qedrîcan ên din balkêş e. Dema dadgehê biqede û wexta hukim dayina Suleyman Peyamber tê, leheng ji xewê radibe. Em dizanin ku ew xewneke leheng e. Dawiya çîrokê nade û dixwaze xwendevan dawiya wê li gorî xwe ava bikin. Nivîskar çîroka xewnê û dema hişyarbûnê bi hostatî girêdayî hev dike. Binêrin:

‘‘… Ez bi merq, li bendê hukmê cenabê hakim bûm… lê mixabin! Giriyê kurê min î şeşmehî Mizgîn ez ji xewê hişyar kirim.

Hingî, ji ser diwarê xirabekî, dengê kundekî dihat… di newaleke kûr û dûr de jî, pepûkek hezîn hezîn dinaliya…’’ (Muhra Suleyman, Roja Nû, h. 39, sal 1944, r. 4.)

Final gelek baş e, her du çîrok jî bi hostatî bi hev re têne girêdan.

Ew çîroka di xewnê de ew çîrokên Xecêya çîrokbêj di zaroktiya nivîskar de ji nivîskar re digotin ev in. Bi xwe nivîskar jî çîrokê de wisa dibêje:

‘‘ Di nav çîrokan de, min efsaneyên wisan bihîstî bûn…’’ (Muhra Suleyman, Roja Nû, h. 39, sal 1944, r. 4.)

Ew çîrok ji aliyê cureyê çîrokeke bûyerî ye. Di wê çîrokê de gelek teknîk hatine bikaranîn. Çîrok bi helbesteke Melayê Cizîrî destpêdike ev teknîka montajê ye. Dîsa diyalog hene, navbera cin û nivîskar, Suleyman Peyamber; nivîskar, kund û pepûk, ew jî teknîka diyalogê ye. ‘‘Em dinê xan bikin, xerabe bikin?’’ jî her tim tê dubarekirin ev jî leîtmotîf e. Lehengên çîrokê Suleyman Peyamber û Belqis kesên dîrokî ne, ew jî arketîp in. Di nava çîrokê de her tim şayese heye, ew jî teknîka şayese kirinê ye. Li vir derûniya pepûkê  jî bi hosytatî tê şayese kirin.

Vebêjer nivîskar xwe ye, yanê kesê yekem e. Nêrina wî jî Xwedayî ye. Tiştên serê pepûkê derbas dibin jî, ji xwendevanan re diyar dike. Ew çîrok ji aliyê teşe û teknîkê çîroka Qedrîcane herî xurt e. Ew çîrokê di nava çîroka kurdî de mînakeke balkêş e. Heta mirov dikare bibêje di nava çîroknûsiya dinê de jî mînakeke balkêş e.

                                                              ENCAM

Me çîrokên Qedrîcan ên di navbera 1932 û 1945an de , di kovarên ''Hawar, Ronahî û Roja Nû'' derketine bi metodên zanistî nirxand. Piştî lêkolînan me 12 çîrokên Qedrîcan di kovarên Hawar, Ronahî û Roja Nû de derketine dîtin. Piştî wan xebatan, me çend tesbîtên girîng diyar kir. Di pirtûka Qanatê Kurdo – Tarîxa Edebiyata Kurdî – û pirtûka weşanên Belkî bi navê ‘Qedrîcan û Hemû Berhemên Wî’ derxistibû de, 14 çîrok hatibûn nîşandan dema me li wan nihêrî ji wan duduyan – Gundê Nûava û Silêman Beg Bedir-Xan – ne çîrok bûn. Dîtina duyem jî ew bû: Ji wan duduyan – Sond û Serencam – ji çîrokên Ömer Seyfettin hatibûn întihal kirin. Bandora Ömer Seyfettin li ser Qedrîcan pir e. Bawer dikim Qedrîcan dema li Tirkiyeyê dibistan dixwend Ömer Seyfettin naskiriye û bîranîn wî nêzîkî xwe dîtiye û ew jî wek serpêhatiyê xwe weşandiye. Ew jî bandoreke asayî ye. Çimkî di zarava kurmancî de roman û çîrokên nûjen di dema Qedrîcan de tunebûn an jî kêm bûn. Ji bo wê mînakên wan jî kêm bûn. Wan jî ji çîrokên gelêrî û wêjeyên serdestan mînak werdigirtin. Wana ji nivîsakarên ereb, faris û tirk xwendin û bi riya wan, cureyên wêjeya nûjen nas kirin. Bi asayî, ketin di bin bandora wan de. Ferhad Şakelî ji bo meseleyê wiha dibêje:

‘‘Em bandora kurte çîrokên wergerê li ser kurte çîroka kurd dibînin. Nivîskarên kurte çîroka kurdî yê pêşî,  aşînayê erebî, farisî û tirkî bûn, ji bo wê wan kesan bi riya wan zimanan aşînayê çîroknûsê bûne.’’[3]

İzzeddîn Mistefa Resûl, ew fikra, kurte çîroka kurd dewama fabla dibîne napijirîne û dijî wê derdikeve. Li gor wî kurte çîroka kurd, kopyeya wêjeya Ewrûpî nîn e, feqet dewsa wê mîrasa nivîsandin û vegotina devkiya kurdî û teşeyê îfadeyên gelên din re tev hevûna afrînerî ye.[4]

Çîrokên Qedrîcan jî bîranînên wî, bandora nivîskarên serdest û çîrokên gelêrî pêk hatine. Qedrîcan çîroknûsekî xurt e. Çîrokên wî hem ji aliyê teşeyê ve hem jî ji aliyê naverokê xurt in. Qedrîcan di çîrokên xwe de gelek teknîkên nûjen bi kar aniye. Em dikarin bibêjin Qedrîcan hostayê fînalan e. Fînalên çîrokên wî balkeş in. Fînalên wî bi piranî xwendevanên şaş dikin. Carinan jî çîrok di nava çîrokê de bi cih dike; lê di finalê de wan çîrokan bi hostatî bi hev re girêdide. Di çîrokên ‘‘Serencam, Muhra Suleyman û Nêçîra Berazan’’ de, çîrok di nav çîrokê de nin.

Ferhad Şakelî di pirtûka xwe ye ‘‘Hunera Çîroka Kurd a Nûjen’’ de dema li ser ekola Haware disekine qet li behsa Qedrîcan nake. Ew jî tiştekî balkêş e. Dibêje, di ekola Hawarê de çîroknûsê herî xurt Nûreddîn Zaza ye. Ew nêrîneke zanistî nîne. Çîrokên Qedrîcan jî ên Nûreddîn Zaza kêmtir nîn in. Lê dema em bi çavekî zanistî wan binêrin emê bibînin ku di nava çiroknûsên Hawarê de herî xurtan yek jî Qedrîcan e. 

Di beşa yekem de em li ser xebatên heta niha  behsa Qedrîcan hatine kirin sekinîn. Mixabin heta niha li ser çîrokên Qedrîcan xebatên zanistî nehatine kirin. Di çend pirtûkan de tenê li ser jiyana wî sekinîne. Tenê Rênas Jiyan di pêşgotina pirtûka ‘‘Qedrîcan Hemû Berhemên Wî’’ de çîrokê wî dinirxîne. Lê ew jî ne nirxandineke zanistî ye.

Qedrîcan di çîroka kurmancî de ewreke bi sere xwe ye. Di kurte çîroka kurmancî de mînakekî nûjen û xurt e. Nûtîyek aniye çîroka kurdî de. Têşeyê kevn bi kar neaniye peyî formên nû ketiye. Hişmendiya wî de her tim nûjenî û pêşketin heye. Bê çîroka Qedrîcan serpêhatiya çîroka kurdî were nirxandin, bawer dikim ku ew karekî nîvçe ye.

                                                ÇAVKANÎ

Ahmedzade, Haşim: Ulus ve Roman, ç. 1., wer. Azad Zana Gündoğan, Peri Yayınları, İstanbul, 2003

Alan, Remezan: Bendname, ç. 1., Weşanên Avesta, Stenbol, 2009

Cegerxwîn, Şefak, Avesta, Stenbol, 2003,

Eco, Umberto: Yorum ve Aşırı Yorum, ç. 4, wer. Kemal Atakan, Can Yayınları, İstanbul, 2008

Hawar: ç. 1., Weşanên Belkî, Stenbol, 2012

Hecî Qadirê Koyî, http://www.nefel.com/epirtuk/pdf/haci_qadire_koyi_diwan_02.pdf?NR:79

Kolcu, Ali İhsan: Öykü Sanatı, ç. 3.,  Salkım Söğüt Yayınları, Erzurum, 2011

Moran, Berna: Edebiyat Kuramları ve Eleştiri, ç. 22., İletişim Yayınları, İstanbul, 2011

Qanatê Kurdo, Tarîxa Edebiyata Kurdî, Weşanên Lis, Diyarbekir, 2010

Qedrîcan Hemû Berhemên Wî, ç.1., amd. Pêşgotin, Rênas Jiyan, Weşanên Belkî, Stenbol, 2009

Ronahî: ç.1, Weşanên Belkî, Stenbol, 2010

Said, Edward: Kış Ruhu, Edward Said’den Seçme Yazılar,  ç. 4., wer, Tuncay Birkan, Metis Yayınları, İstanbul, 2006

Seyfettin, Ömer: Ömer Seyfettin’den Hikayeler 1, ç. 2., Fide Yayınları, İstanbul, 2006

Sağniç, Feqî Huseyn: Dîroka Wêjeya Kurdî, ç.1., Weşanên Ensîtuya Kurdî ya Stembolê, Stenbol, 2002

Shakely, Ferhad: Modern Kürt Öykü Sanatı, ç. 1., wer. Rohat Alakom, Weşanên Avesta, Stenbol, 1998

Şeriati, Ali, Sanat, ç. 1., Şûra Yayınları, İstanbul, 1999

Todorov, Tzvetan: Edebiyat Kuramı, ç. 1., wer. Necmettin Sevil, Sel Yayınları, İstanbul, 2011

Tutumlu, Reyhan: Vüs’at O. Bener’in Yapıtlarına Anlatıbilimsel Bir Yaklaşım, Doktora Tezi, Ankara, 2007

Uzun, Mehmed: Antolojiya Edebiyata Kurdî, ç.3., İthakiYayınları, İstanbul, 2009

 




[2]  Cegerxwîn, Şefak, Avesta, 2003, r. 63

[3] Ferhad Şakelî, Modern Kürt Öykü Sanatı, ç. 1., wer. Rohat Alakom, Weşanên Avesta, İstanbul, 1998

[4] Ahmed Haşîmzade, Ulus ve Roman, ç. 1., wer. Azad Zana Gündoğan, Peri Yayınları, İstanbul, 2003,  r. 197

 

 

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News