ala kurdistan
Ey Reqîb

Şîroveyekê binivîse

‘Kelûpelên saxte û bêkalîte bazarên Kurdistanê tejî kirine’

Serokê Komîteya Parastina Bikarhêneran ya Herêma Kurdistanê, Kawe Ebdulezîz, aşkere kir ku kelûpelên saxte û kêm kalîte li bazarên Herêma Kurdistanê belav bûne.

Kawe Ebdulezîz di daxuyaniyekê de ji BasNewsê re got: “Hinek xemsarî ji aliyê hikûmetê ve heye, ji aliyê asêkirina çavdêriyê li ser kelûpelên saxte û kalîteya kêm û yên ku dema wan bi ser çûye,.”

Ebdulezîz bibîr xist ku berî du salan biryar hat dayîn bo pêkanîna desteyekê ji bo parastina bikarhêneran ku ser bi Encûmena Wezîrên Kurdistanê be lê heta niha ew biryar nehatiye cî bi cîh kirin.

Ebdulezîz tekez kir ku çalakkirina wê desteyê dê fêdeyeke zêde bighîne bikarhêneran û daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku cezayan li ser kesên berovajî yasayan kar dikin bişidînin.

Hêjayê gotinê ku Iraq gelek kelûpelên xwarinê û alavên elektronîk di rêya deriyên sînorî re derbas dike bêyî ku tu pişkinînek li ser wan bê kirin. (basnews)

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News