ala kurdistan
Ey Reqîb

Şîroveyekê binivîse

Li Lîcê ev pênc rojin rê girtî ne û çalakî berdewam in

Li navçeya Lîcê ya Amedê ev 5 rojin bi armanca protistokirina çêkirina qereqolan çalakiyên xelkê navçeyê berdewam e û rêyên Çewlîk-Amed, Lîcê –Hênê û Lîcê-Pasûrê hatine girtin. 
 

Hat ragihandin ku şeva derbasbûyî di navbera çalakvan û leşkerên Tirkiyê de şer û pevçûn derketin û leşkerên artêşa Tirkiyê ji bo ku xwepêşandanên çalavanan belav bikin guleyên rastî berdane ezmanan, çalakvanan jî rê girtine û nasnameyan kontrol dikin. 
 

Li gor daxuyaniya walîtiya Amedê, xwepêşanderan 5 otomobîlên ku di karê avakirina qereqolan de dihatin bikaranîn şewitandin û hin kesên çekdar leşkerekî artêşa Tirkiyê çawişê pispor yê bi navê Îlhan Çalişkan girtin û revandin. 
 

Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê ji bo wê çalakiyê bi dawî bîne, ketiye nav tevger û operasyonê. (rudaw)

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News