ala kurdistan
Ey Reqîb

Şîroveyekê binivîse

Rûsya: Bila Tirkiye karê ji xwe mezintir neke

Serokê Rûsya Vladîmêr Putîn bi tundî gef li Tirkiyeyê xwar û ragihand ku, bila artêşa xwe neşîne nav axa Sûriyê û karê ji ji xwe mezintir neke.
 

Vladîmêr Putîn li Moskow, di dema civîna xwe ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê, Welîd Muelim de, derbarê êrişa artêşa Tirkiyeyê bo ser welatê Sûriyê ragihand:
 

“Ma çawa ew welat dikare êrişî Sûriyê bike, di dema ku ev zêdetirî 2 salan e ku DAIŞê li Sûriyê tawanan dike û Hikûmeta Tirkiyeyê li ser wan bêdeng e. Lê niha piştî ku DAIŞ li wan navçeyan hatiye şikestin nû dixwaze êrişî wan bike û rê li pêşiya pêşdeçûnên wan li navçeyên kurdî bigire.”
 

Di vê dema dawî de Tirkiye dixwaze derbasî navçeya Cerablusê ya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê herêmek tampon ava bike. Cerablus  di navbera Efrîn û Kobanî de ye û niha di destê DAIŞê de ye.
 

Putîn ji Muelim re gotiye, “Ew yek ji Tirkiyeyê re naçe serî. Dixwaze karê ji xwe mezintir bike, lê nikare vê yekê bike.”
 

Hinek medya behsa wê yekê dikin ku, Tirkiye ligel Rûsya lihev kiriye ku piştî ketina Serokê Sûriyê Beşar Esed ew destê xwe naxe nava karê Sûriyê, lê li hember de divê rê li pêşiya pêşdeçûna hêzên kurdî li Sûriyê were girtin.
 

Piştî ku duhî li gundê Kerkemîş yê ser bi bajarê Entapê yê Bakurê Kurdistanê ve, hejmarek otomobîlên leşkerî û zirhî û tank hatin bicihkirin, îro jî artêşa Tirkiyeyê dest bi şandina çek û zirhiyan bo ser sînorê Rojavayê Kurdistanê kiriye. Herwiha çekdarên DAIŞê jî di herêma Cerablosê ya di navbera Efrîn û Kobanî de mayînan li ser sînor datînin û xendeqê dikolin.
 

32 tankên artêşa Tirkiyeyê k user bi yekeya 5ê ya zirhiyan e, ligel otopasên leşkerî û hejmarek otomobîlên leşkerî ku kelûpelên serbazan tê de ne, di nava tedbîrên ewlehî de berê xwe dan parêzgeha Kilîsê, ku beşek ji wan tankan dê li gundê Elbeylî werin bicihkirin.
 

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu ragihand, ew derbasî nav xaka Sûriyê nabin lê “li hember guhertina demografiya herêmê” jî bêdeng namînin. Serokomarê Tirkiyê Erdogan jî got, nabe tedbîrên li ser sînor wek derketina şer bên şirovekirin.
 

Encumena Asayişa Millî ya Tirkiyê duh bi serokatiya Serokomar Erdogan civiyabû. Di civînê de herî zêde li ser “tehdîd û gefên Sûriyê” li ser Tirkiyê hatibû axaftin û hatibû gotin ku eger tehdîd li ser Tirkiyê hebe dê “tedbîrên pêwîst” bên girtin. 
 

Her çend navê Rojavayê Kurdistanê nehatibû ziman lê heta niha gellek caran rayedarên tirk bi taybet Erdogan gotine, em ti carî nahêlin li bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) dewleta kurdî were avakirin çimkî ew li ser ewlehiya Tirkiyê tehdîd e. 
 

Ji ber vê yekê Tirkiye dixwaze derbasî navçeya Cerablusê ya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê herêmek tampon ava bike. Cerablus di destê DAIŞê de û navbera Efrîn û Kobanî de ye. 
 

Alîkarê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Mark Toner duh piştî ku civîna Encumena Asayişa Millî ya Tirkiyê (MGK) xilas bû, li ser hewlên Tirkiyê ji bo avakirina herêmek tampon li nav Sûriyê de got, ti hêcetek tine ku Tirkiyê li Sûriyê herêmek tampon ava bike. 
 

Mark Toner da zanîn ku Amerîka beriya niha tengavî û aloziyên ku dê di encama avakirina herêma tampon de çêbibin, ji Tirkiyê re ragihandiye. 
 

Toner anî ziman ku ew ji bûyer û pêşhatên ku li deverê diqewimin, bi fikar in.

(rudaw)

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News