ala kurdistan
Ey Reqîb

Pîrozbahî Ahmede Hepo ra

Pîrozbahî ji boy 80 salîya niviskar, zanyar, karkirê mexluqetiyeyî navdar, welatparêzê hêja Ahmede Hepo ra!

Îro rojbûyîna heval, hogir û xêrxazê gelê meyî hêja nivîskar, zanyar, dîrokzan, xebatkarê mexlûqetîyêyî eyan Ahmedê Hepo temam dibe. Mamosteye navdar, bi kar û barê xweyî piroz û welatparêzîyêva zûva di nava dîrok û çanda gelê kurdada çîye xweyî layîq girtîye. Ew ji wan nivîskar, helbestvanêd kurdêd Sovêta bereyê ku pêş tu astengî û dijwarya nesekinî pênûsa xweye zêrînva xastek û nêta gele xwe bi hostatîke mezinva sêwîran. Welatê sewrêda û dû hilweşandina wêda bi dehan nimûnêd dur û cewahirêd gelê kurd beravkir û vegerande gelê xwe. Xût hema ew bû ku nivîsêd Ahmedê Hepoye vekirye pir serençem û giranbaha: roman, romanok, serhatî û serpehatîyê wî bi zaravakî şirîn û dewlemendva hatine nivîsarê. Mijarêd efrandinêd Ahmedê Hepo hîmlî şerkarya gelê kurde di rêya milletî - azadarîyê, himberîhevkirina jîyana gelê kurde berê û îroyîn, şerkarî pêş erf-edetê berêye ziyankar, rexnekirina zulm û kuletîyê, îlahî sirgûnîya bi hezaran kurdê bê gune ji çî û ware kal û bava derxisti, merxasî û efatîya dota kurda, dostî û biratîya gelan, pesnê tebîyetê û yêd mayînin.

Ehmedê Hepo xwedanê bi deha kitêb û pirtukêd bedewetîêye. Di nava edebîyeta (wejê) kurdê Sovyeta berêda, ûsa jî ji hudûdêd wêder cîki berbicav digre. Di salêd çude-çudeda ewî kitêbêd «Adar», «Emir gul vedide», «Bawarî», «Birîn», «Karûbarên gelê kurd», «Hesirên  xwîne», «Rêwîye bê mal» û yêd mayîn nivîsîne. Berhemên wî bi azerî, ûrisî hatine çapkirinê.

Em kubarin ku îro jî li komara Azerbaycanê karek ku berê ji alîye rewşenbîrê kurdê Azerbaycanêda di dereca pejdacûyîna çand û zanîsta kurdada hatibûn kirinê ji alîyê Ahmedê Hepoda  bi serfinyazî tê domandînê.

Daxaza me kurdê Qazaxistanê û Asîya Navîn ewe ku vir hada jî pênûsa niviskarê meyî hêja, rûspîkî çanda meyî navdar Ahmedê Hepo vir hada jî kar bike, eginbe, efrandinêd wî wek çemê Diclê û Firatê bikişin her çar parçêd Kurdistanêda belabin xwedîyê xwera pêkelekî miqîmî avakin.

Seydayê hêja!

Îro vê roja teye nav û nîşanda em tevî we şa dibin, ji tera emrê dirêj, bextewarî û efrandinêd teda açîxî û serkeftînê dixazin: «Ger tu sed salî emir nekî, te gunekî mezin bikî»!

1.      Nadirê Kerem Nadirov – akadêmîk, zanyarê kurdî dinêeyan.

2.      Knyazê Îbrahîm  Mîrzoev– prêzîdentê Assosîasya kurdên Qazaxistanê, Karkirê Komara Qazaxistanêyî Emekdar, akademîk

3.      Ezîzê Zîya – profêssor-dîrokzan

4.      Şirîne Elî – karsaz û karmendê Qazaxistanêyî emekdar

5.      Ezîme Şemo – karsaz, nûnerê Assambleya gele Qazaxistanê

6.      Barîyê Bala – helbestvan û mamoste

7.      Hesenê Hecîsilêman – helbestvan, redaktorê rojnema ‘’Jîyana kurd’’ 

8.      Mecîdê Silêman – dengbêj û helbestvan

9.      Adil Cemal

 

***

 

Timê ciwan Ahmedê Hepo

 

20 Gulanê 80 saliyê timê ciwanê Ahmedê Hepo temam bû.

 

Em ji navê Kurdên Qirgizistanê bi dil û can mamosteyê dilsoz ji bo 80 saliyê pîroz dikin.  

 

 Ahmedê Hepo nivîskarekî hêja ye ku gelek salên dirêj xizmetê ziman û edebîyata Kurdî kirîye. Birêz Hepo 20’ê Gulana sala 1934’an li gundê Şirranê, navçeya Artaşatê, li Ermenîstanê ji dîya xwe bûye. Sala 1937’an malbeta wî sirgûnî Qirgizistanê dikin, lê piştî 10 salan wana efû dikin û ew vedigerine navçeya Yevlaxê, li Azerbaycanê bi cî dibin. Paşê cîguhastî Ermenîstanê dibin û Ahmed li fakûltêta Azerî ya Înstîtûta mamostatîyê ya Ermenîstanê xilaz dike. Lê paşê dîsa bi malê va bar dikin, berê xwe didine Azerbaycanê.

Li vira gelek pirtûkên wî yên Kurdî çap dibin, wek «Adar», «Emir Gul Vedide», «Bawerî», «Birîn», «Karbarên Gelê Kurd», «Hêsirên Xunê». Ewî herwiha bi sedan gotarên ji jîyana Kurdan, serpêhatîyên welatparêzîyê nivîsîne. Niha ew endamê Yekîtîya Nivîskar û Rojnamevanên Azerbaycanê ye.

Ahmedê Hepo nîvê emrê xwe li Ermenîstanê, nîvî jî li Azerbaycanê derbaz kirîye. Berî çend rojan 75 salîya wî temam bû. Em ji navê radyoya xwe wî bona wê sersalîyê pîroz dikin û jîyana dirêj jê ra dixwezin. Ewî bi karê xwe va îzbat kirîye, ku ferq nake meriv li ku dijî û eger bi dil bixweze, dikare li her derê jî kêrî miletê xwe bê, xizmetî wî bike, navê miletê xwe di nav dost û dijmnan da bilind bike.

Ahmedê Hepo rûsipîyê edebîyeta me ye. Ewî bi zanebûn û xerîbdostîya xwe va ji gelê me ra gelek xêrxwaz peyda kirîye. Berhemên wî bi Azerî hatine wergerandin û bi saya serê wî ew miletê cînar li folklor û erf û edetên me yên baş hesîyaye û bilind qîmet kirîye. Wek ku ew bi xwe dibêje: -Min mal neda ser hev, lê ez bûme xwedî dewlemendtîyeke ruhanî ya mezin, xwedî qedir û hurmet. Ez gava dinivîsim, bi Kurdî difikrim, lê ew ji min ra nabe asteng, ku ez bi berhemên Rûsî û Azerî va zanebûnên xwe dewlemendtir bikim. Her merivek bi zanebûna zimanan, kultur û toreyên miletên din va pêş dikeve..

Wêra tevayî afrandarîya wêjeyî û ulmî domandîye. Ser lêkolîna mijara “Motîvên mêrxasîyê di destanên gelê Kurda”da kar dike.

Sedrê yekê ya navenda çanda Kurd “Ronahyê, ya rêspûblîka Azerbaycanê, serek rêdaktorê yekê yê rojnama “Dengê Kurd” bûye.

Ji roja damrazandinê serwêrê beşa zimanê Kurdî ya şîrketa Bernamên Têlêradîoyêye Dewleta Azerbaycanêye. Bûye rêdaktorê çend pirtûkên ku, bi Kurdî yên ku Bakûyêda hatine weşandinê. Povêsta “Bawerî” sala 1990, romana “Birîn” sala 1996’da ji alîyê weşanxana “Azerneşr”‘êda bi tîraja tomerî hatîye weşandinê.

Weşanxana “Genclîk” pirtûkên wîye bi navên “Karîbarên gelê Kurd” sala 2000, “Hêsîrên xunê” sala 2002’da bi tîrajeke mezinva çap kirîye.

Povêsta helbestvanê gelê Azerbaycanê Suhrab Tahîr ya bi navê “Du Evîn, Du Fîşek” wergerandîye zimanê Kurdî. «Du Evîn, Du Fişek» e û derheqa wê yekê da ne, ku dema malbeta wî çend salan li Îranê dima, malbeteke Kurdan alîkarîyake çiqasî mezin ji wî û malbeta wî ra kirîye. Ev jî îzbateke dostanîyê, xêrxwezîyê û cînartîya qenc e.

Romana “Birîn” (2005), povêsta “Rêwîyê bê mal” (2006) Kurdisana Başûr bajarê Hewlêrêda hatîye weşandinê. Bi serencama prêzîdêntê Rêspûblîka Azerbaycanê bi mêdala “Tereggyêva hatîye rewa kirinê.

 

Sed sal te re, mamoste Ahmed!

 

Serokê Yekitiya Kurdên Qirgizistanê Şêyx Ramazan Seidov

Adilê Camal

Ezîz Davudov

Îbrahimê Paşa

Hadiyê Paşa

Ezîzê Simko

Hüseyinê Esed

Hejarê Şamil

 

 

 

 

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News