ala kurdistan
Ey Reqîb

Amerîka û Îsraîl ji Îranê guman in

 Serokê Komîteya Peywendiyên Derve yê Kongrêya Amerîkayê Bob Corker ragihand ku kêmtirî 10 rojên din, dê lijneya wan reşnivîsa pêdaçûna bi rêkeftina li gel Îranê re bixe nava bernameya karên kongrêyê.

 

Senatorê Komarîxwaz Corker ji beşa çavdêriya programa atomî ya Îranê di lihevhatinê de dilgirane.

 

Corker di derbarê mafê vetoya Obama de jî got, ew piştraste ku 64 heya 65 dengên wan hene, lê hîna nexuyaye ka ewê bikaribin 67 dengan bidest bixin yan na ji bo ku bikaribin mafê vetokirinê ji Obama bistînin.

 

Îsraîlê jî hinek belge kom kirine ku bi nerîna wan binpêkirin û kêmasî di lihevhatina welatên pênc zêde yek bi Iranê re hene.

 

Li gorî wan belgeyan di reşnivîsa lihevhatinê de nehatiye behiskirin ku li her cî û her dema ku çalakiyên atomî yên îranê hebin, çavdêrî li ser hebe.

 

Herwiha di rêkeftinê de nehatiye eşkerekirin ku eger Îran pêgirî lihevhatinê nebe, wê rewşa dorpêçên aborî yên li ser Îranê çawa be.

(rudaw)

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News