ala kurdistan
Ey Reqîb

Rojeva Îro ya Rojnameyên Tirkiyê – Tirkiyê ji ber PYDê, gazî sefîrê Amerîkayê kir!

HURRIYET


-Tedbîqat li gel Siûdiyan...
Fermandeyê leşkerî Hulusî Akar, li hember xeterên ji bo herdû dewletan, herdû welat dê pêkve tevbigerin. Hêzên leşkerî yên herdû dewletan dê bi hev re tedbîqatan jî bikin. Metirsiya herdû dewletan ya li herêmê, pozîsyona nû ya Îranê ye ku Amerîka jî di vî warî de xwe ji pişta wan nade alî.


- Qeyrana PYDê li gel Amerîka. Tirkiye bi fermî gazî sefîrê Amerîka yê Anqara, John Bass kir û ev nerazîbûna xwe pê ragihand. John Kirby , gotibû ku Amerîka PYD wek terorîst nabîne.

SABAH


-Mamo mir...
Di operasyonên bi ser Cizîrê de, ew hemû endamên ku Qendîlê digot wan rizgar bikin yek bi yek hatin kuştin. Di nav wan de berpirsê Cizîrê Mustafa D. jî hebû bi navê Mamo, Kaniya bi navê Havîn,Diktor û Dijwar tev hatin kuştin. Di Operasyonên bi ser jêrzeminên xaniyan de rêvebirên pilebilind yên PKKê yek bi yek hatin kuştin.


- Neteweyên Yekgirtî; bila Tirkiye sînoran li ber penaberan veke.

TURKIYE


-Ne Mamo ma ne Havîn..
7 qomutanên Qendîlê li Cizîrê di jêrzemînên xaniyan de hatin kuştin.


- Fenerbahçe ji Diyarbekirê derbas bû. Zahfê guhdaran polîs bûn. Amedspor Fenerbahçe bi kulîlkan pêşwazî kirin, Fenerbahçe jî spasiyeke germ li mêvanperweriya Amedsporê kir.

GUNDEM


-Roj roja hesaban e...
Cendekên 27 sivîlên ku AKPê li Cizîrê hatin, veguhastin. Hêrsa xelkê germ û dijwar e, hikûmet dest bi şerrê psîkolojîk kiriye, li Amed, Edene, Mêrsîn, Stembol, Anqara, Îzmîr û Dêrsimê bi deh hezaran kes rabûn ser xwe.


- Nisêbîn û Hezex li ber devê gulleyê ne. Wezîrê Navxwe Efkan Ala ragihand ku dê li herdû navçeyan operasyon dest pê bikin. Berî sê rojan peyam ji mamosteyan re çûbû ku divê xwe ji Hezexê bidin alî.


- Demîrtaş, hikûmet tawanên şerr dike bi kuştina sivîlan. Ji bo komkujî aşkere nebe, sivîlên ku li jêrzemînên xaniyan kuştin li kolanan belav dike. Li hember me bendeke hevgirtî ya faşîzan heye.

RADIKAL


-Tirkiye û Israîl sibe li Swîsra li hev rûdinên…
Di civîna li Cenevre de Berdevkê Wezareta Derve Ferîdûn Sînîrlîoglû, ji Îsraîl jî şêwirmendê Netenyahû Joseph Cichanover dê hazir bin. Erdogan duh, li gel nûnerên cemaeta Cihûyan rûnişt.


- Ji HDPê Meral Daniş, fîşekên ku li ser wan  "Hizbellah"û "PKK"  hatine nivîsandin, tên şandin ji malên nûner û alîgirên HDPê re.

STAR


-Himin NY xwast em deriyan vekin naxwe serçava...
Neteweyên Yekgirtî ku li hember qetlîamên li Sûrî tiliya xwe nalivîne, bang li Tirkiyê dike ku deriyan li ber penaberên ji Helebê tên, veke. Em vê banga nîvçe temam bikin, em deriyên ku bi ser Awrûpa de jî diçin vekin naxwe. NY heta niha bi kêrî tiştekî nehat ji bilî şîretan li Sûrî bike. Du rê hene li ber Tirkiyê, yek ku nehêle sivîl derbas bibin û li aliyê Sûrî herêmeke fi'lî ji sivîlan pêk were an jî hemû deriyan veke ku bi ser Awrûpa de vedibin.

TARAF


-Şerrê Lobîtiyê.
Tirkiye li hember vegotina Amerîka ku "PYD ne terorîst e" dê dest bi karê lobîgeriyê bike ku teza " PYD terorîst e " bide qebûlkirin. Di vê çarçoveyê de Tirkiye dê bi rêya nûnertiyên xwe yên derve, saziyên sivîl û karsazan, dest bi kampanyayekê bike, bi semîner û civînan bi dinyayê bide bawerkirin ku ne şerrekî navxwe lê têkoşînekê dide li herêmê li hember terorîstan û herwiha nîşan bide ku pêwendiyeke çawa heye di navbera PYD û PKKê de.

(rudaw)

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News