ala kurdistan
Ey Reqîb

Li Herêma Kurdistanê 500 şirket di sektora petrolê de kar dikin

Li gor statîstîka herî nû ya wezareta bazirganiyê, hejmara şirketên xwecihî û biyanî li Herêma Kurdistanê gihiştiye nêzîkî 18 hezar şirketan. Her li gor wê statîstîkê, 500 şirket di sektora petrolê de kar dikin.

Yekem şirketa navxweyî li Herêma Kurdistanê di sala 1995ê de hat tomarkirin û di wê salê de jî tenê du şirket hatin tomarkirin. Sala dûre ji ber şerê navxweyî ti şirket nehat tomarkirin. Piştî şerê Iraqê û vebûna Herêma Kurdistanê ber bi bazara derve, ji xeynî zêdebûna şirketên navxweyî, hejmareke şirketên biyanî jî berê xwe dan Herêma Kurdistanê wek tekane navçeya aram a Iraqê.

Tomarkirina şirketan berdewam bû heta sala 2012ê, ku wê salê hejmara herî zêde ya şirketên navxweyî hatin tomarkirin, ku ew jî 2309 şirket bûn. Heta vêga jî li Herêma Kurdistanê 15477 şirketên xwecihî hatine tomarkirin.

Li gor rêveberê giştî yê tomara şirketan li wezareta bazirganiyê ya Herêma Kurdistanê, Dilzar Îsmaîl, sedemeke geşbûna bilez û firehbûna van şirketan hêsaniya şertên damezrandin û tomarkirina şirketan e.

2458 şirketyên biyanî li Herêma Kurdistanê ne

Şirketên biyanî piştî sala 2000î hatin Herêma Kurdistanê. Wê salê tenê şirketeke tirkî navê xwe tomar kir. Sala dûre jî 27 şirketên tirkî û şirketeke îranî navên xwe tomar kirin. Zêdebûna şirketên biyanî di sala 2011ê de gihişt lûtkeya xwe û di wê salê de 478 şirketan navên xwe tomar kirin.

Ji destpêka sala 2000î û heta niha 2458 şirketên biyanî li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin û kar dikin. Ji wan jî şirketên Tirkiyeyê di rêza yekê de tên û hejmara wan 1157 şirket e. Piştî Tirkiyeyê jî şirketên ji Îranê tên.

Li gor Dilzar Îsmaîl, hejmara şirketên biyanî li Herêma Kurdistanê li gor navçeyên din yên Iraqê hejmareke pirr zêde ye, ji ber ku tenê 810 şirketên biyanî li navçeyên din yên Iraqê hene. Sedema zêdebûna şirketên biyanî yên Herêma Kurdistanê, wek Dilzar dibêje, aramiya rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê ye, herwiha hêsankariya ku di belgeyan de heye: “Ew belgeyên ku em dixwazin, li gor Iraq û welatên erebî, pirr sade ne. Bi vî rengî em şirketên biyanî teşwîq dikin ku bên Herêma Kurdistanê.”

500 şirket di sektora petrolê de kar dikin

Dilzar Îsmaîl diyar kir ku pirraniya wan şirketên li Herêma Kurdistanê tomarkirî di warê bazirganî û materyalan de kar dikin, herwiha di warê pîşesazî û avakirina xanî û avahiyan de: “Piştî van jî di warê saxlemî û çandinî û turîzmê de. Dora 500 şirketan jî di warê petrolê de kar dikin.”

Rojnameya World Tribune di raporeke xwe de diyar dike ku şirketên biyanî yên warê petrolê tevî hebûna petrola yedek a zêde, dî jî bi wê yekê mijûl in ku sermiyanên xwe ji Iraqê vekişînin. Şarezayekî petrolê jî gotiye şirketên biyanî yên petrolê ji ber gendeliya zêde û rewşa ewlehiyê çalakiyên xwe li Iraqê kêm kirine û çavê xwe berdane Herêma Kurdistanê.

 

Aram Kakexan

Rûdaw

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News