ala kurdistan
Ey Reqîb

Balafirên şer li Kobanî toz û dûman bi ser DAIŞê xistin!

Balafirên hevpeymaniya navdewletî îro serê sibehê çend avahiyên li bajarê Kobanî ku di destê çekdarên DAIŞê de ne, bombebaran kirin.


Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, îro serê sibehê balafirên Amerîka û hevpeymanên wê êrişî çekdarên DAIŞê yên li rojava û başûrê rojavayê bajarê Kobanî kirin.


Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de ragihand ku balafirên hevpeymaniya navdewletî duh 9 êriş li dijî navendên çekdarên DAIŞê li bajarê Kobanî û derdora wê pêkanîn.


Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di encama êrişan de, yekîneyeke mezin ya DAIŞê û 2 yekîneyên wan yên biçûk, 2 avahiyên ku di destê DAIŞê de ne, tankek û topek giran ya DAIŞê li başûrê Kobanî bi temamî hatine têkbirin.


Herwiha, 2 yekîneyên din yên DAIŞê û 2 avahiyên di destê çekdarên wê rêxistina radîkal de li bakurê Kobanî jî di encama êrişên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî de hatine têkbirin.


Şahidên bûyerê dibêjin, bombebaran îro ji hemû êrişên ku heta niha li Kobanî li ser DAIŞê hatine kirin, girantir bûye.


Çavkaniyên herêmî jî dibêjin, ji ber êriş û bombabarana hêzên hevpeyman pêşveçûna DAIŞê li Kobanî sist bûye. 

(rudaw)
Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News