ala kurdistan
Ey Reqîb

Çekdarên DAÎŞê dest danîn ser 2 taxên Mûsilê û rêyên bajêr

Çekdarên Dewleta îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) 2 taxên bajarê Mûsilê û piraniya rêyên bajêr kontrol dikin, gelek malbat jî ji tirsa şer direvin.
 

Rêveberê asayişa Mûsilê Yasir Haşim ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku heta îro sibehê li taxên Yermûk, 17ê temûz, Qahîre û Întîsar ên bajarê Mûsilê şer navbera çekdarên DAÎŞ û hêzên ewlekariyê berdewam dike.
 

Haşim diyar kir ku ji tirsa şer, gelek malbat ji Mûsilê reviyane û berê xwe dane navçeyên aram ên Mûsilê, bi taybet navçeya Zumar.
 

Berpirsê ragihandina şaxê 14 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Saîd Memozînî derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got ku nêzîkî 1500 malbatên Kurd û Ereb ji Mûsilê reviyane û berê xwe dane bajarokê Başîkê û navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê.
 

Çavkaniyeke ewlekariyê li bajarê Mûsilê ji Rûdawê re ragihand ku çekdarên DAÎŞê her du taxên Îslah Zîraî û Bewabet el-Şam ên Mûsilê kontrol kirine û nişteciyên her du taxan berê xwe dane bajarokê Bertila.
 

Rêveberê asayişa Mûsilê herwiha got ku çekdarên DAÎŞê dest danîne ser şuqeyên taxa Yermûkê û xelk ji wir derkirine, herwiha gelek kuştî û birîndar hene.
 

Yasir Haşim aşkere kir ku 80% ji rêyên Mûsil-Rebîhe, Mûsil-Tilefer, Mûsil-Bexda û Mûsil-Tikrît di bin kontrola çekdarên DAÎŞê de ne û rêya Mûsil-Guwêr jî gelek metirsîdar e. (rudaw)

 

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News