ala kurdistan
Ey Reqîb

Lêvegera Siyasî dîsa li ser wan ‘sê partiyan’ aloz bû

Piştî pejirandina sîstema bingehîn a Lêvegera Siyasî ya kurd li Rojavayê Kurdistanê, careke din mijara nûnertiya her sê partiyên ku ji ENKSê hatibûn dûrxistin, di nava Lêvegerê de bû cihê nakokiyan.
 

Li gorî sîstema bingehîn, Lêveger desteyeke siyasî ji nûnerên Tev-Dem, ENKSê her wiha nûnerên partî û pêkhateyên derveyî van her du çarçoveyan, li gorî Rêkeftina Dihokê û rêkeftina temamker a ku roja 24ê Çile hatibû îmzekirin, pêk tê.
 

Di rêkeftina 24ê Çile de, ku di navbera Tev-Dem û ENKSê de li Hewlêrê hatibû îmzekirin, nûnerên her sê partiyên ji ENSKê dûrxistî, li ser pişka Tev-Demê hatibûn hejmartin û erêkirina her sê partiyan li ser sîstema bingehîn û di nav de jî pêşekiya wê, weke erêkirin li ser xalên wê rêkeftinê tê nirxandin.
 

Endamê Polîtburoya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, ku yek ji wan sê partiyên dûrxistî ye, Ehmed Çeto ji Rûdawê re ragihand ku partiya wan heta niha ti temamkerê Rêkeftina Dihokê nedîtiye û got, nûnerê partiya wan di Lêvegrê de tekez kiriye ku ew yek ji 24 endamên sereke tên hesabkirin.

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News