ala kurdistan
Ey Reqîb

Li ser Standardîzasyona Kurdî

Ziman, bingeha saziya netewa ne. Bê ziman hûn nikarin netewekî biafırînin û bibin netew. Dîroke nîşanî me de ye ku gelek netew dema zimanê wan wındabû ye, ew jî di zibildanka dîrokê de windabûne. Zimane kurdî jî îro di bin tehdîdeke mezin de ye. Tirkiye, Îran û Surî bi polîtîkayen zimankujî di dijî zimanê kurdî de bikartînin. Perçebûna Kurdistanê ya erdnîgarî, civatî û çandî ji bo wan polîtîyên dijî kurdî re zemîn amade dike. Kurdistan aliyê erdnîgarî  di navbera Turkiye, Îranê, Iraq, Sûrî û di Komarên Sovyetê yê Kevn de hatiye perçekirin û nêrînê wan devletan ya dijî kurdî û dijmintiya wan ji kurdî re dikir û qedexe kirina kurdî, nehîşt zimanê kurdî bigihêje standardekî.. Mijara min ne li ser polîtîkayên zimankuji ne, li ser standardbûna zimanê kurdî ye.

Standardbûn ev e ku; zaravayeke ziman ya heri xurt û wejeyî bibe zimanê fermi û zimanê nivîs ê. Ev têgîn bi modernîzasyonê re hemdem e. Di Sedsala  XIXan de dema sanayî pêşteçu, çîneke bajarî derket hole. Ji bo pêdivîyê vê çînê ev têgîn derkete holê.Ji bo serkeftina pergala qepîtalîzmê ya nûjen, civakî û aborî, devsa zimanê Latinî cih girtinazimanên Ewrupeyî şertekî mecbûrî bû. Zimanên mîna îngilizî û frensî dema zû sanayîbûnê re zû gihîştine normeke standardî. Di wan zimanan de jî standardbûn, zarava herî xurt û wêjeyî norm hate pejirandin û ew jî gihîştine normeke standardî. Rola standardbûnê ji bo avakirına netewê ji bo kurdî, li mînaka Rojava eşkeretir e . Nîşaneya Kurdewariye ya bingeh ziman e.  Li jor jî min diyar kirî bu ku perçebûna Kurdistan ê nehîştiye kurdî bibe zimenekî yek standard.

Zimanê Kurdî di malbata Hind-Ewropî de bêşa zimanên Îranî û di koma Bakur-Rojava de ye. Kurdî di bingeha xwe de dive du komên makî: Ev kom Kurmancî û Pehlewanî ye. Bêşa Kurmancî jî nava xwe de dive du bira: Kurmanciya Bakur (an jî Badinanî) û Kurmanciya Başur (an jî Soranî). Beşa Pehlewanî jî di navbera xwe de dive du bira: Goranî û Kırmanckî (Dimilkî an jî Zazakî). Zarava Gorani jî di nava xwe de dive sê birê binzarava: Lekî, Lurî û Hewremanî.  Îro çar zaravayê kurdî yê bi norm têne qebûl kirinhene. Ev zarava Kurmancî (Badinanî), Soranî, Goranî (Hewramî-Lurî-Lekî) û Kirmanckî (Dimilkî, kirdkî an jî Zazakî) ye. Zaravayên xencî kirmanckî (Dimilkî) wêjeyeke klasîk e xurt derxistine holê. Mixabin kirmanckî (Dimilkî) heta dereng nebûye zimanê nivîskî, wek zimanê devkî maye.

Goranî

Ev zarava di serdema navîn de zaravaya kurdê cotkar bû.  Dİ sedsala XIVan de heta sedsala XIXan, wêjeyeke klasike xurt derhistiye hol ê. Lewra di piştî sedsala XIXan de kevneşopîyeke nivîskî dernexiste hole û wek zimanê devkî maye. Kurdên wê zaravê diaxifin îro wek zimanên fermi zarava soranî dihesibînin û bikartînin. Îro axaftinêrên  wê zaravayê  girseyeke mezin li Kurdistana Rojhilat de (Îran) dijîn, hinek jî Kurdistana Başur (Iraq) dijîn. Bi şênî ji zaravayên din hindiktirin.Ew zarava zimanê Mîretiya Erdelanê  (Îranê hatiye avakirin) fermi bû. Helbestvanê wê zaravayê heri mezin Mewlana Xalide. Xencî Mewlana Xalid gelek helbestvanên nav û deng ji wê zaravayê nivîsînehene. Ji wana çend hunermend; Seyday Hewramî ,Xaney Qubadi, M.Weli,  Kirmaşanî, Mey Zerd Xatû hwd. Di wê zavayê de gelek helbestvanên jin hene. Bêrhemên wê zaravayê hatine dayîn gelekî metnên ola Yarsaniyê (Ehl-î Hek) ye. Xencî wan Helbestvan û nivîskaran, yê me navê wan cih nedayê gelek in. Wan hunermenda bi wê zaravayê gelek berhemên xurt derhistine holê.

Soranî

Zaravayeke Kurdî ye herî xurt û wêjeyî jî soranî (Kurmanciya Bakur) ye. Soranî, di Mîrektiya Baban ya Başurê Kurdistanê de hatibû avakirin, zaravaya wê ye wêjeyî bû. Ew zarava pêş xistina xwe di sedsala XVIIIan de destpêkir û hetani îro zimenekî heri xurt û wêjeyî derxiste holê. Him di Komara Kürdistana Mahabadê ya 1946 an Îranê hate damezrandin de, him jî di Kürdistana  Başur a Xweser de zaravaya fermî û perwerdahiyê bû. Ji bo wê gelek pêşte çû û bû zarava sereke. Du normê vê zaravayêhene, yek Silêmanî ya din jî Mukrî ye. Di wan her du norman de norma Mukrî pêşveçûna xwe û bikaranîna xwe birayên Giw û Xuznî Mukrîyanî re deyndar e. Kedawan her du bira li ser wê normê geleke. Ew her du birayên weşanger di berhemên xwe de binzarava Mukrî dipejirandin.

Bi gelemperî navbera wan her du norma cudatî zêde tune ye. Li gel bikaranînê norma Silêmanî hem bajarî hem jî xwendi û nivîskar bûn, ji ber wê norma Silêmanî, bi zarava ya soranî de bu norma sereke. Kurdên Îranê jî îro di perwerdahi û weşangerîyê de norma Silêmanî bikartînin. Kurmancên Başur jî Soranî zimanê nivîskî dipejirînin û bikartînin. Li gorî zaravayên din ev zarava hinek zedetir serbest û azad bû, ji bo ev zarava ji zaravayên din zêdetir pêşte çû û bû zarava sereke. Di nava Zaravê kurdî de zaravaya soranî tenê ji alîyên dagirkeran hatiye pejirandin. Jib o wê ev zarava di sedsala XVIIIan de dest pê kiribe jî îro zaravaya herî xurt û wêjeyî ye.

Elfabeya erebî ya li gorî kurdî hatiye seraraskirin di zaravaya soranî de tê bikaranîn. Kurdên bi Soranî diaxifin dixwazin ku zarava wan bibe zarava standard û fermî û ji bo vê gelek israr dikin. Lê him pirbûna kesên kurmanciya bakûr (kurmancî- badinanî) dixifin him jî di wan salên dawî de kurmancî ber bi pêşveçûnê de pengavên gelek mezin avêtiye. Ji bo wê ev daxwazî zor were cih de. Helbestvanê zaravaya Soranî herî mezin bêguman netewperwerekî hişmend Hecî Qadirê Koyî ye. Piştî  Xecî Qadirê Koyî, biCegerxwin re helbesta Kurdî a nûjen de helbestavanê herî girîng Ebdullah Goran û helbestvanên Kurda yê netewi Hejar tê. Îro jî helbestvanê vê zaravayê yê giring Ebdullah Peşêw e. Roman nivîs jî Birahîm Ehmed û nivîskarê ''Êvarey Perwane'' Bextîyar Elî û Eta Nehayî ye.

Kurmancî

Zarava ya kurdî ye herî mezin bêguman kurmancî başûr (Badinanî) e. Navekî vê zaravê din jî badinanî ye. Axaftînerên wê zaravayê di sedsala navîn de bi gelemperî eşîrên koçber bûn. Li gorî Mîhrdad Îzady kurdê koçber û şivan re kurmanc dihate gotin. Wake %60ê serjimêrên kurda wê zaravayê diaxifin. Herêmên kurmancî têne axaftin Tirkiye, Îran, Iraq, Sûrî, Komarên Sovyeta Kevn, Lubnan û dîaspora ye. Di wê zaravayê de pevçûna normî tuneye, norma hatiye pejirandin norma wêjeya kurmancîya klasîk a wêjeyî yanî norma Cizîrê tê qebûl kirin. Ew zarava di sedsala XVan de bi Şukriyê Bîdlisîre destpêdike pey re di Elî Herîrî, Feqîyê Teyran, Melayê Cizirî de berdevam dike ûnetewperwerê mezin Ehmedê Xanî re digîhîşe asta herî bilind.

Ev pêvajo hetanî di Împaratoriya Osmaniyan mîrektiya kurda ye dawî 1860an de hole rakir, berdevam kir. Di piştî şerê cîhanê yekemîn de  berdevama Osmaniyan Tirkiye, dema ku kurdî qedexe kir û zextên anî ser vê zaravayê, texil pêşveçûna vê zaravayê da. Dema ku Tirkiye ev zarava qedexe kir, berhemên bi vê zaravayê Sûrî hate weşandin, hetani rejîma Baasê di 1960an de desthilatdariya Sûrî xwiste destê xwe û kurdî qedexe kir, berhemên kurmancî vê dewletê hatin weşandin. Piştî wê re kurmancî hebûna xweye wêjeyî, di Yekitiya Sovyetan û dîaspora yê de berdewam kir. Berhemên kurmancî hatine nivîsandin, piranî di dîaspora yê de hatiye afirandin û weşandin. Sovyetîstan ji bo wê zarava yê wek rizgarkerek e.Li rojnameya Riya Teze derdikeve û romana kurdî ye yekem di aliyê Erebe Şemo tê nivîsandin. Xencî wana gelek xebatên wê zarava yê li wir hatine afiradin. Dîsa rojnameya kurda ye yekem Kurdistan bi wê zarava yê derketiye.

Ev zarava Elfabeya latinî ya ji aliye reformîstê ziman ê mezin Celadet Bedirxan hatiye seraraskirin bikartîne. Xencî elfabeya latinî, kurmancên Sovyetê demekî elfabeya Kirîl bikaranin, lê niha ew jî elfabeya latinî bikartînin. Ev elfabeya Celadet Bedirxan çekir a latinî ji bo fonetîka kurdî elfabeta herî guncaw e. Ev kovara birayên Celadet û Kamiran Bedirxan derdixistin ''Kovara Hawar'' ji bo ev zarava bigîhîşe normeke standard roleke giring leyîstî ye. Kurmancî di wan salên dawî de pengavên gelek ciddî avetî û di nav zaravayê kurdî de rola xwe ya sereke girti ye. Bêguman helbestvanên Kurmancî yê herî mezin netewperwerê mezin Ehmedê Xanî ye. Di Dema nûjen de jî Sosyalîst û  netewperwerê zimên ê hişmend Cegerxwîn e. Hunermendê vê zaravê yê pexşanê herî girîng bêguman afrînerê romana kurdî ye nûjen Mihemed Ûzûn e.

Kurmanckî (Dimilkî)

Kurmanckî (Dimilkî) demeke dirêj wêjeyeke nivîskî dernexistiye holê, mixabin wek zimanê devkî maye. Ji bo vê, ew zarava gelemperî bi tenê zimanê devkî hatiye pejirandin. Lê vê demê, ji vê zaravayê gelek berhemên nivîskî hatine weşandin û zimanekî wêjeyî yê nivîskî tê afirandin. Ev zarava bi fonolojîk nêzikî zarava Goranî ye. Dirûva navbera kurmancî û soranî di nav van her du zaravayan de jî heye. Wek kurdiya kevnar tê qebûl kirin. Axaftînerên vê zaravayê piranî li Tirkiye yê de dijîn. (Bedlîs, Çewlik, Dersîm, Elazîz, Erzirim, , Mûş, Sewas, Sêwerek , Semsor û dev dorê Diyarbekir ê dijîn.) Komeke piçûk jî Mûsilê dijîn.Elfabeya axaftînerên kurmanckî bikartînin, elfabeya latinî ya kurmancên Tirkiye yê dipejirînin bikartînin. .Kesên ku vê zaravayê diaxifin di aliye desthilatdaran de çiqas jî wek neteweke cuda tênîn nişankirin jî ev xwe kurd dihesibînin. Ji xwe re dibêjın Kird an jî Kirmanc, zaravaya pê diaxifin re jî dibêjin Kirdkî an jî Kırmanckî.

Zimanên Standard

Zimanên kod bûyî ne zimanê netewî ne jî zimanê standardî ne. Ewan ji bo yekbûniya netewî an jî alavên avakirina netewî nînin. Zimanê mina Çînî û Sanskrîtî çiqas jî hatibin seraraskirin jî lê wek zimanên Satndardî nayên qebûl kirin. Ji bo vê divê mirov weqetandina navbera kodbûyînê û standardîzasyonê bike, gelek giringe. Standardîzasyon, pişta xwe dide pejirandina perwerdahiya fermî û alavên ragihandina giştî de.

Zimanek bi tenê ragihandina nava kesan ve nikarê bijî û winda dibe. Netewe ziman neve nayê afirandin; lê zimanekî standard di civakeke wek eşiran hatiye rexistin de nayê çêkirin. Lê di civakeke bajarî û nûjen de hûn dikarin zimanekî standard çêkin. Dema civaka Kurdistanê roj be roj ber bi bajarvaniye diçe û girseyeke xwandî û nivîsare berfireh çêbûye, ji ber vê yeke di ziman de pêdiviya standardbûnê derdikeve hol ê.

Kurdî îro zimanekî du standard de. (Kurmancî-Soranî) Yekbûna zimanên du standard gelek zor e. Sedema vê, yekbûyîn bi tenê negirêdayiyê pêvajoya ziman e. Sedema vê di nava zaravayan de tunebûna yekîtiyê, cihe ev tê de girêdayiyê şertên pêşveçûna xwe ya polîtîk, aborî û civakî de ye. Tunebûna dewleteke navendî û perçebûna Kurdistanê ya pir alî wê diyarde yê dixe zor ê. Ji bo ku ziman bigihîje standardeke hevpar, ku elfabeyeke hevpar pêwist e.Kurd îro du elfabeyên cure bikartînin, ev ji bo standardîzasyonê astengeke herî mezin e.

Elfabe ji bo kodbûna zimanan gelek girîng e. Seyyahekî Ewrupeyî wiha gotibû: ''Çend peyv bidin min, ez e şaristanekî bidim we; Elfabekî bidin min ez e zimanekî mezin û nîzamî bidim we.'' Ev mînak nîşandike ku ji bo standardbûna zimên elfabe çiqas girîng e. Îro dengên zimanê kurdî ya herî baş nîşan dide elfabeya latinî ye. Gîw Mukrîyanî dibêje ku; Elfabeya erebî ya samî ye  zimanên wek kurdî yê Arî ji vê elfabeyê nayên nivîsandin û nîşankirin. Xencî wan tiştan zextê ser kurdî û perçebûna Kurdistanê ya erdnîgarî, standardbûna kurdî dixe zor ê.

Du armancên standardîzasyona zimanekî heye. Ya yekemîn, termîlojiya terîmên zanyarî û  jiyaneke nûjenê kompleks re û gelek an jî hemû dev dorê vê de zimanek were bikaranîn û qeydên vê bidin pêşvexistinê; ya duyemîn jî eve warên cure yê di navbera axaftîneran de yekbûna bikaranînê biparêz e. Rewşa duyemîn ji bo kurdî giringe. Çimkî kesên kurdî diaxifin di navbera wan de yekbûna axaftinê tüne ye. Hege ziman bigîhîje standardbunekî ev pisrgirîkê ji holê rabin. An niha di nava zaravayê kurdî de herî pir kurmancî û soranî tên bikaranîn, %75en kurda bi wan her du zaravayan diaxifin. Di navbera wan her du zaravaya de cudabûna bi morfolojîk û fonolojîk  zêde tüne ye. Dema ku Kurdistan yekgirtiya xwe ye bi sîyasî û çandî biqedîne vê demê ev her du zarava dikarin bigîhîjin hevdu bibin zimanekî standard. Bi rastî ji bo vê pevajoyeke dirêj pêwist e. Ji bo vê, berpirsiyariya mezin ser milê nivîskarên li wan herdu zarava dipejirînin de ye. Ew dikarin herdu zarava hewra bipejirînin.

Ji bo vê zimanzan û weşanger dikarin ferhengeke hevedudani ya herdu zarava çêkin. Dîsa di çapamenî û weşangeriyê de xebatên ji bo yekbûna herdu zaravayan xebatên xwe bikar bînin.Îro hemû zaravayê kurdî ji hev re dikevinê têkiliyê û ji hev peyv û qertafan bigrin. Ew ji vê nîşanê me dike yekbûna van her du zarava mimkûn e. Dema ku zaravayên kurmancî û soranî bibin yek, vê demê em dikarin zimanekî yek standard biafirînin.

Ew kesên zaravayên din diaxifin bila bizan bin ku hebûna wan nayê înkar kirin, lê ji bo çêbûna neteweke yekbûyî, zaravaya herî xurt û herî wêjeyî bi fermî wer qebûl kirin û bibe zimanê fermî yê netewa yekbûyi. Her derê cihanê ev metod hatiye bikaranîn. Dema ku beriya Prûsya (Elmanya ya nûjen) jî xwe re zaravayeke standard ne bijartibû, ji kurdî pirtir zaravayê vê hebûn .Ev tişt ji bo îngilizî, erebî û farisî re jî derbas dibe. Dikarim ev ê bînim ziman, heger zimanê me negihîje  standardekî em nikaribin bibin neteweke yekbû yî. Wî çaxî em e bibin neteweke pirzimanî û  perçe perçe.

Çavkanî: Kürdistan’da milliyetçilik ve dil, Prof. Dr. Amîr Hasanpour
Kürtler, bir el kitabı, Prof. Dr. Mehrdad R. 
Îzadî
Prof. Dr. Ladîslav Zgûsta

Comments

biréz Alpaslan, Ez ji bo wan fikrén te yén bi rumet li ser giringîya ziman spas dikim. Bawer bike ku Niv^sén te yén bi Kurdî wê di dîroka nivîsa Kurdî de wé cihén xwe bigrin.  Wé péşerojéde jî bén xwendin. Wé di pirtukxane u arşîvén Kurdi de bi rengekî cihén xwe bigrin. Lé nîvîsén zimané dagirkeran rojevî wé bibîne paşé bibûhire u here . spas..

Biracan spasdar im bo ked û emega te ya vê nivîsê. Dest xweş.

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News