ala kurdistan
Ey Reqîb

'Nameyek ji Mustafa Kemal re' derket

Pirtûka Celadet Alî Bedirxan ku destpêka salên 1930’î nivîsandibû, “Nameyek ji Mustefa Kemal re” di nav weşanên Avestayê de derket. 

Weşanên Avestayê derbarê pirtûkê de ji AKnewsê re danasînek şand û girîngiya vê pirtûkê vegot. Resmê insên ku di çarçoveya şexsiyeta mezin a dîrokî ya Celadet Alî Bedirxan de derdikeve, di metafora “nûra munewwerê kurd” de veşartiye. Niyeta wî nîn e ku “bigihîje Kemal”ê, Celadet li ber xwe dide, ji ber ku wî ji zû de riayetî şewqa qedîm a Botanê kiriye. Ew ne dişibe “Arapkirî”ne jî “Nursî”, hele ji “Sekban” û “Ziya” gelekî dûr e. Ji ber ku ew warisê xas ê Xanî ye û belkî ew sûretê winda yê muammaya kurdî ya Venis Mahmûd el-Kurdî ye di ronesansa Rojava de. Serhildana li hemberî zemanê winda, mecbûr e li hember awirên “wekî êgir ji çavên şîn ên gurê boz” bi minasebeta xîtabê hibrê bibîne.

“Nutuk“a-dijber ku xwe di nivîsandina Nameyek ji Mustefa Kemal re nîşan dide, bi dorê li ser înkar, xeletî, derengî, nebîniyê disekine; nivîskar ji fîlolojiyên Rojhilat û Rojava ne bêxeber e, bi nivîsa xwe û nivîsa ê din, ji rûhê xwe yê beşerî pifî kurdî dike, bi tundî li dij “temsîl û taqtîl“a biyanîbûnê derdikeve. Dahatuyê bi bîr tîne, ji ber ku îro, trajediya niha ji berê ve dîtiye, bi îqazkirinê mijûl e, aura’ya atmosfera exlaqî ya siyasetmedarekî, di melankoliya wî ya entelektuelî de veşartiye.

“Nameyek ji Mustefa Kemal re“ ya Celadet Bedirxanê ku hemû jiyana xwe bi gorî krîza temsîliyeta kurdan kiriye, -tarîxa metnê, berî wê û piştî wê li aliyekî- bi serê xwe ‘yekem metna postkolonyal“ a lîteratura kurdolojî ye û herî zêde layiqî vê ye.

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News