ala kurdistan
Ey Reqîb

Dîlana Kurd bû stêrka Hollywoodê

Hollywoodê keça Kurd Dîlan keşif kir. Dîlan Gwyn a 27 salî, bi performansa xwe ya ku di rêzefîlma bi navê ‘’Da Vincsi Demons’‘ ku jiyana Leonardo Da Vinci vedibêje bala cîhanê bi aliyê xwe de kişand.

Dîlana Kurd ku hem bi xweşikbûn û hem bi şiyana xwe karî cihê xwe di dilê bîneran de çêbike, di heman demê de keça nivîskar û siyasetmedarê Kurd Orhan Kotan e. Dîlan Gwyn di axaftina xwe ya bo çapemeniyê de got ew keça Orhan Kotan ku yek şaîr, nivîskar û siyasetmedarê girîng ê Bakurê Kurdistanê ye.

Dîlana ku hê di temenekî biçûk de bavê xwe ji dest da, wiha axifî: ‘’Diya min li Swêdê dijî. Du xwîşkên min ên ji min mezintir hene. Di nav malbata me de tekane kesa ku bi karê sînemayê rabûye ez im.’‘ Dîlan da zanîn ku ji ber performansa xwe ya di rêzefîlmê de ji gelek aliyên cuda reaksyonên erênî wergirtine û vêna jî ew bextewer û zêdetir motîve kiriye.


 

(basnews)

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News