ala kurdistan
Ey Reqîb

Kurdî-Derê serokekî nû hilbijartin

 

Şaxa Kurdî-Dera Amedê 4'emîn Kongreyê Kongreya Xwe ya Asayî li dar xist. Di kongreya ku yek lîste kete hilbijartinê de Sabahattin Gultekîn ji bo serokatiya Kurdî-Dera Amedê hat hilbijartin.

Kongreya Kurdî-Dera Amedê li Salona Konferansê ya Şaredariya Baglarê li dar ket. Di kongreyê de pankartên wekî "Ziman ji bo mirovan bi qasî nan, av û hewayê girîng e", "Ziwan rûmet o ziwan kesayetî yo ziwan nasname yo" û "Aştiyeke mayînde bi azadbûna zimanê kurdî pêkan e" daliqandin.

Endamê Meclisa Daîmî ya KCD'ê Osman Ozçelik, rêberên Kurdî-Derê, mamosteyên Kurdî-Derê yên bajarên derdorê yên herêmê, nûnerên GUNSİAD, Nubihar, KADEP û DDKD û gelek kesên din di kongreyê de amade bûn.

Serokê Kurdî-Dera Amedê yê berê Burhan Zoroglu axivî, komkujiya Meraş û Roboskî bibîr xist. Zoroglu got ku heta niha kî xwedî li zimanê xwe derketiye dewleta Tirkiyeyê ew tewqîf kiriye.

Piştî axaftina hilbijartin pêk hat û Sabahattin Gultekin ji bo serokatî hat hilbijartin.

(diyarname.com)

 

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News