ala kurdistan
Ey Reqîb

Şêraniya Zimanê Kurdmancî

Wekê ez gehiştim Bêrûtê roj çû bû ava û sê saet ji şevê derbas bû bûn. Sibetir, berî nîvro, ji mêvanxa derketim, min da kûçe û kolanan, û gehiştim meydana Burcê. Dinya germ, ba şil, bihna mirov teng dibû, diçikiha.


Min xwe da ber siha qehwekê, canê xwe divêsihand. Burc meydaneke fireh û drêjkî ye. Di nava wê de parîzekî kiçîk lê spehî heye. Bi giya, bihnûn û daran xemilandî ye. Tê re aveke kiçik dibihure û dikeve nav bêrmeke tenik. Erda bêrmê ji kevirên şehkirî û benevşgon raxistî ye. Rengê avê tê de winda dibe. Pêrm wek zevîyeke benevşîn xuya dike.

Li serê meydanê, sê kûçeyên mezin - ji bakur, ji rojhelat û rojava - xelkê bajêr ditînin û Iê dirijênin. Xelk di nav kûçeyan de mîna robaran diherikin. Ev sê robarên ko di meydanê de digehin hev, dibin lehîke boş û xwe didin ber parîzî. Di ber caxên parîzî re pêlên lehîyê dişkên û lehî dibe du bir, birek di ber rastê û birê din di ber çepê parîzî re diherike, heta piştî Serayê, paşê, dilopên lehîyê, ber bi behrê ve, ji hev dikevin û belav dibin.

Xelk di ber min re dibuhirîn. Pîr û ciwan, jin û mêr, dewlemend û belengaz; ji her rêzê, ji her rayî, ji her nijad û miletî. Min ew ji belg, dêm û serçavên wan nas dikirin. Carinan şefqekî gewr û pehn bi şaşikekî kesk diketin ber; kumekî sor di ser çarikekê re diqeliqî. Jinikeke zik mezin, wek denekî, gêr dibû û diket pişta keçikeke narîn û bejnzrav.

Ev e, pêxwasek, qaşo bê hemdê xwe destên xwe di ser hêt û navkelên van pîrek û keçikan re digerîne. Min canê xwe vêsihandi bû. Rabûm, ketim nav pêlên lehîyê. Ji nişkê ve, ji kolanekê, çend serîyên bi kum û destmal li min der bûn.

- Ne lo!... hê zû ye... ma çiman… dev jê berde... Heso digot... na herê... guh mede... 
Qet ne dihat bîra wan ko ez jî bi zmanê wan dizanim, ko ez jî yek ji wan im. Ji xwe ji min re zilamek divîya bû ko hûrmûrên min hilgire, bibe mêvanxanê. Min deng li yekî kir.

- Xorto, heke vala yî bi min re were. Xortê ko min deng lê kiri bû, ji hevalên xwe veqetiya û da pey min.

Heta ko em gihiştin dikanekê min deyn ne kir. Li dikanê min cixareyek da wî û me dest bi axaftinê kir.

- Xorto, tu xelkê kû derê yî?

- Ez xulam, ez bedlîsî me.

Lê zmanê wî ne zarê xelkê bedlîsî bû, min got:

- Ma çire dibêjî ko bedlîsî yî, ji zmanê te kifş e ko tu ji dora Mêrdînê yî.

- Belê, xebera te rast e, lê ez eslê xwe dibêjim. Ez bedlîsî me, lê di mihacirîyê de derketim û di dora Mêrdînê de bi xwedî bûme, ber vê yekê...

- Kengê hatiyî Berûtê?

- Ev bû salek û hin, ma ez xulam tu ji kîjan welatî yî?

Divêt tu jî , ji zmanê min bizanî.

- Gora zmanê te tu ji welatê Botan î, lê di vî bajarî de tu botî nînin.

Pêlekê sekinî. Kifş bû ko difikrî û di bîra xwe de li tiştekî digeriha.

Di pey re, rabû ser xwe, hat destê min û got:

- Ez xulam, li sûçê min menêre, min aniha tu nas kirî. Ji xwe min bîhîsti bû ko yek ji we li Bêrûtê ye. Min dil dikir ez herim ziyareta wî lê min fedî dikir. Xwedê ji min re li hev anî.

- Belê yek ji me li Bêrûtê ye, lê ew ne ez im, ew brayê min e. Ez Ii Şamê rûdinim.

Di pey re ez û xweyîyê dikanê em ketin bazara kaxeza Hawarê. Ji xwe ji bona kirîna kaxeza Hawarê hati bûm Bêrûtê.

Min şuxlê xwe kuta kiri bû. Kaxez bi rêhesinê bihata rêkirin. Tinê kaxeza çermî min bi xwe re bibira. Xortê min çermê Hawarê kir pişta xwe û me da rê.

Em çû bûn dikaneke din. Min bi xweyîyê dikanê re xeber dida. Kurdmancê min di kurçikekê de li ser tetikan rûniştî Ii min dinêrt û dikenî. Min jî bi devkenekê jê re got:

Xorto, te xêr e, çire dikenî?

Xêr e ez xulam, ji kêfa kurdmancîyê, ji kêfa kurdmancîya te dikenim. Belê li Bêrûtê kurdmanc zehf in. Ji sibê heta êvarê em bi kurdmancî xeber didin. Lê gava ji devê te dibihîzim hêj bêtir kêfa min jê re têt.

Ax ez xulam, tu nizanî kurdmancî çiqas şêrîn e.

- Na herê. kurdmancî kengê bûye şerîn?

-Bi serê te ê ezîz, tu zman wek kurdmancî ne şêrîn e. Ez bi tirkî rind nizanim, lê min ew gelekî bihîstiye. Li Îraqê min erebî û ingilîzî gelek bihîstine. Li Sûrîyê her rûj erebî û frensizî dibihîzim. Ez van datînim ber hev û dibînim ko şêranîya zmanê kurdmancî di tuwan de nîne.

Lê çi fêde ew bi kurdmancî nizanin.

- Ma bizanîyana çi dibû?

- Hingî, ji kurdmancîyê pêve bi tu zmanan xeber ne didan.


Hawar (hejmar: 8,1932)

 

 

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News