ala kurdistan
Ey Reqîb

Helepçe, Birîna Xencerê ye! - Fikret Yaşar

Komkujî ya Helepçe mîna xencerek jengî ser dilê Kurdan daçkilî ye.
Her demên baharê, heyvên Adarê birîna me dikiwije û dilê me disoje.
Bêhna sêvan jî vê tesîrê dike, çimkî bêhna çekên kimyevî wekî bêhna sêvan kuç û kolanan, der u pencerên da qesta jîyana Kurdan kiribû.

Wekî mirov bera xwe bide dîroka Kurdistané, şîn û tazî, girtin, kuştin û koçberî lê kêm ne bûye.

Helbet ne tenê Helepçê qetlîam bûye, dîroka me ya nêz de; Kurdistana Sor, Gelîyê Zîlan, Dêrsim, Koçgirî, Mehabad, Qamîşlo û çend damezrîn û berxwedanên Kurdan girtin û kuştin û koçberî heye.

Bes Helepçe yekemîn e, ku li dijberî Kurdan çekên kimyevî pêk hatî ye.
Wek Hîroşîmayê, piştî bombebaranê hezaran kes mirin û seqet man.

Wekî tê zanîn salên 60'an da hukumeta iraqê nîyeta peymanek aşitîyê li gel Kûrdan hebû, ku muxtarîyeté bide Kurdan, bes nijadperestên Ereba Kerkuk kirine bahane u nehêlan Peyman pêk bêt. Davîyê da têkçuna 75'ê qewimî.

Salên 80’ê da jî İran û Iraq bihevra ketin şer. Wî şerîda her du dewletan, Kurd ajotine enîya şer. Çimkî Kurd bindest bûn, ol û bawerî jî bi çanda serdestan ra dişopandin. Li gor ol û baweri yê ji Kurd mecbur bûn ku itaaté serdestên xwe biken.

Çimkî aqlê Kurdan destê dijmin da bû, ev ji bo gelê Kûrdan barek giran û baha jî bû.

Mezin wisa dibêjin: "Aqlê sivik, barê giran e." Qemî eve bo Kurdan hati be gotin.

Şerê İran û Iraqê da leşkerê İranê alîkarî ya Kurdan ve pêşkevt û derdora Helepçe stend, Seddam vê têkçunê tirsîya û bîryara şer û komkujî yê da.
31 sal berê 17ê Adarê  balafirên Seddam ser bajarê Helepçê firin û bombebaran kirin.
Wê demê suçeke herî mezin û herî giran, yê dîrokî hember Kurdan bi çekên kimyevî re pêk hat.
Zarok, jin, pir û kalén Kurdan bi bêhna sêvan ve qesta mirinê kirin.
Ji hingî pêda heta îro bo Kurdan bêhna sêvan mîna bêhna mirinê ye.
Sêv xwarin jî me heram bûye, çi gava sêvekê bixwem bêhna Helepçê tê ber kepê min, dilê min dikivije û xemgîn dibim.

Zarokên Helepçê jî piştî bombebaranê bi keyf, bi coş der pencere vekirî bûn, da ku bêhna sêvan têjî mal be, bes nezanî bun ev bêhn, bêhna mirinê ye.
Seddam’i, sala 86’é heta 88’tan da hember Kurdan “tevgera enfalé” pêk anî.
Walakirina bajar û gundan li gel îşkence û kuştunan re berdewan kir.
Tevahî ya tevgera enfalé heta ku geheştî dema Helepçé sed hezaran Kurd hatine Kuştin û seqet man.
Bombekirina  atomê li Hîroşîma yê  5 hezar kes seqet ma bun,  bes gor çavkanî yan, Helepçé 7 hezar kes seqet ketin, hin jî zède koçber bun.

Té zanîn ku navbera salén enfalé herî  kém 150, an jî zèdetir 180 hezar Kurd hatine qetil kirin û hinek jî berze bun.

Wek, hindek caran televizyon lèkolîna çalén komkujîyè nişan tide, mirov însaneti û mislumanatî yè ditirse û şerm dike.
Çimkî wekî çav û dilè insan tarî  di be, wehş dibe mîna ajalên hov.
Hela, dagirkerén Kurdan pitir çav tarîn e.
Li gor wan, Kurd ne Misilman in,  ji ber hindè jî çalakî yén komkujî yè bidomîn in.
Serdestên Kurdan, piştî Helepçè jî ne rawestan, bajarèn Kurdistanè yèn dî vekî Helep, Efrîn, Şengal, Kobanî, Musil, Kerkuk, Amed, Şernex, Cizîr, Slopî, Gever û Nisèbin  vèran kirin.
Bes dibe bète zanîn ku komkujî ya Helepçè û yèn bajarèn dî wek Hiroşimayé rûreşi ya dinyayé ye.
Çimkî dinya hember qetlîaman bè deng ma bu.
Dema qetlîama Helepçè da yêkitî ya dewletên İslami jî ser pirsgirikèn civata Islamî da civînê da bun, belè qet behsa Helepçé ne kirin, behsa pirsgirik a Kosovayê dikirin.

Bo çi?
Ber ku hinek ji wan dewletan desthilatdar û dagirkerén Kurdistanè bun, li gor berjewendîyèn dewletèn xwe da bêdeng man.
Dawî da welatèn bîyanî Seddam û kimyasal Elî darizandin û dardekirin, bes ne bona komkujî ya Kurdan, bona sucèn dî.

Gelo; Helepçe an jî qetlîamén dî mina xencerek jengî li ser dilé Kurdan da daçkilî ye, bes heyf muxabin Kurdèn devşîrme - héj - hay ji xwe û hay ji vé êşa xenceré nînin.

Di be ku ev birîna xencerè her daîm bi éşe, da ku Kurd bizane bo çi tène kuştin!

Qemî bizanin ku Kurd miletekin.

Zimanek wan heye.

Welatek wan heye.

Hela kesén oldar û xayi baveri yé dibe bizane ku ev mafe, mafèn îlahî ye.

Li gor kitéba Misilmanan ev mafene li alîyé Xwudê ser Kurdan ferz bûye.
Sure ya Hucurat ayeta13'è da dibéje: “ Me, hûn jin û mérekê afirandin û qevim, qevim cuda kirin, da ku hun hevûdu binasin û tékeliyan pék bînin.”

Sure ya Rum ayet a 22’yè de ji dibéje: ”Me erd û asîman, renk u ziman da heve”.

Li gor van ayetan, mecburiyetek kevîte ber Kurdèn oldar, da ku mafén îlahî biparézin û çavlikeré serdestan nebin, çimki kesé mafén xwe yèn îlahî ne razîbe, vusane ku teqdîra îlahî jî ne razîye, ev jî şîrk e!p

Ji ber hindé dibe ku Kurd serî da navén Kurdî bidene zaruk én xwe, çand û zimané xwe xweyî derkevin.

Kesên mafén gelê xwe xweyî ne derkevin, dé hember Xweda û dîroké dè şermizar bin.

Di be ku Kurdèn oldar bizanin îbadetè herî mezin eve ku, mirov mafén xwe yén îlahî xweyî derkeve, da ku ne be èxsîr û xulamê dagirkeran.

Belè, em xemginin ji bo dîroka Kurdan çika şîn, tazî, girtin û kuştin têda he ye, belè  dibe em bizanin jî tevgera azdîyè gav bi gav pèş ve diçe.

Her pénç parçèn Kurdistané de hest û ramanèn Kûrdewarî jî roj bi roj, péngav u péngav péş dikeve.

Èdî hèdî-hèdî, aqlé Kurdan bindestî ya serdestan de der dikeve û Kurd hédî-hêdî biaqlé xwe hizir û hestén xwe tevgera azadi yè qahîm diken.

Ya zor û girîng jî ew bû, ku, Kurd aqlé xwe destên neyaran xelas bike. Anî aqlè protez red biket. Ku bizane heta îro serdestan pé rév û çanda xwe aqlè Kurdan emel kirî ye.

Belè em zanin ku Kûrdan hevceyî aqlé van û réberî ya van nîne, çimkî Kûrd xweyî çandek zengîn u qedîm e.

Bîranîna Helepçé, ré ya tekoşina azadiyé de motivasyoneke herè mezin e.
Bîrbînin, da ku hun hay ji xwe bin.

Fikret Yaşar

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News