ala kurdistan
Ey Reqîb

Xizmetkarê edebyet û çanda Kurdî: Casimê Celîl

Casimê Calil li Ermenîstane bi Erebê Semo, Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco, Wezîrê Nadirî, Ahmedê Mîrazî, ra ber çavkanîya edebyeta Kurdî li wê komara Sovyetyê rawestya bû, heger em bi awakî dinê bêjin, bi wan ra hîmê edebyeta Kurdî ne ku bi tenê li wir, lê li temamya Sovyêtistanê danî. Bi Serda jî ji ber kêmasya kadrên ronakbîr zemanê Sorisa çanda Kurdî da, ku ji destpeka salên 30-î bingeh girt, ewî kedeke hêjayî nirxa bilind kir nava warên xwendin, perwerda gelêrî ya bi zimanê Kurdî û her wa çend warên çanda Kurdî yên dinê û bi tayîbetî nava wesandina pirtûkên Kurdî û wesanên Kurdî yên bi radiyoya Ermenîstanê(Yêrêvanê).

Casimê Celîl weke karkirê civakî yê aktîv, êgin û jêhatî hilperîna çanda Kurdî li Ermenîstanê
xurt û gestir kir. Ji ber vê yekê jî ewî ne ku tenê li nava besên diyaspora Kurdên Sovyêta bere,
lê be lê di nava diyaspora Kurdî yên dervayî wî welatî û nemaze li hemû besên Kurdistana
parçekirî deng daye.

Casimê Celîlê Osê di 24 ê cotmehê sala 1908-a li gundekî Kurda – Qizilqulê yê nawça Dîgorê, ku diket nava tixûbê herêma (qeza) Qersê, malbateke Kurdên êzdî da ji dayîka xwe bûye. Ji ber ku dibistan di gundê wî da tunebû ew mehên bahara û havîna berxvantiya mala bavê xwe dike, lê sevên payîza û zivistana yên dirêj odên Kurdî da dibe guhdarvanê sohbetên mêrên temenê xwe da mezin, ku amadan ra distran jî, lê bi giranî berhemên zargotina Kurdî yên janir û cûrên cuda-cuda digotin, besa bûyerên buhurî wek dîrokê belkês dikirn û bi wê yekê ew ode ji wî û heval hogirên weke wî ra dibûn weke dibistanekê. lê Jiyana bi asîtî ya rûnstevanên gund û zarotiya wî ya zêrîne xwes ya bê xem û xiyalên giran dirêj nakisînin. Gava Casim nû pêyî 10-saliyê kiribû artês û alayên dagîrkerên Tirkiyayê sala 1918 a êrîsê tînin ser herêma Qersê û pist ra jî ser Ermenîstana îroyîn. Û ber ku bi ermeniyan ra tevayî leskerên tirkan zor û zulm li Kurdên êzdî dikirin, ji bona xilazkirina serê xwe rûnistevanên hemu 16 gundên Kurdên êzdî banz didin, koç û bar dikin û berê xwe didin Ermenîstana niha û Gurcistanê. Rêva gelek ji wana, nava wanada usa jî andamên malbata bavê Casimê biçûk nava pêlên çemê Ava Res da dixeniqin, pist ra jî ber birçîbunê û nexwesiyên hal û xolorê dimirin. Casimê bêxweyî û bê xudan dikeve sewîxaneke Ermenîstanê ya Celaloxliyê, ku pistra navê Stêpanavanê hate ser. Li vira ew perweda seretayî bi zimanê ermenî distîne. Pistî derketina ji sêwîxanê Casimê Celîl xwe li perwerde, telîma leskeriyê digre. 

Ji sala 1927a hetanî ya 1930 î ew xwendinxanên leskeryê da fêr dibe: destpêkê da li payîtextê Azerbeyîcanê-Bekuyê, pist ra yê Gurcistanê-Tivlîsê. Sala 1931 ê Casimê Celîl tê payîtextê Ermenîstane-Yêrêvanê û di wir da bi cî dibe. Eva ew zeman bû, gava li wira bingeha edebyet û canda Kurdî bi awayê nûjen, modêrin nu dihat danînê û zilamê xwenaskirî, êgin û zîrek hewil dide xwe di nava wî karê ji bona gelê wî pir mûhîm da ciyê xwe bibîne û bistîne. Ew zemanekî dibe serok-berpirsiyarê xwendinxana piskavkazê ya Kurdî ya pêdagojiyê, ku li Yêrêvanê hatibû vekirinê ji bona amadekirina kadroyên mamostan, dersdaran yên dibistanên komarên vê rêgiyonê yên Kurdî. Lê gava li Yêrêvanê dest bu wesandina pirtûkên Kurdî dibe yên edebyeta bedew, yên bi naveroka polîtîkî û zaniyarî, her wa yên fêrên zimanê Kurdî û lîtêratûrayê, yên pirêdmêt-bahetên dinê jî, dîsa bi zimanê Kurdî, Casimê Celîl herpirsiyariya bi cîanîna vî karê giring bi destûrdana hukumatê hildigre ser milên xwe. Bi herpirsiyarî rêdaktoriya wî pir pirtûkên Kurdî cap dibin û dinava wan da yên berhemên nivîskarên Kurd
yên yekemîn, berevokên zergotina Kurdî. Û ber ku Cesimê Celîl bi xwe jî weke sayîr xwe li karê berhemdariyê, efirandinê digre, di wan berevok, antolojiyan da berhemên wî jî cî digrin.


Malbata Casimê Celîl

Karekî giran û bi berpirsiyarî bû, lê ew wesangehên dewletê da vî karî bi rûspîtî bi cî tîne bi amadebûna xwe ya zemandirêj capxaneke Yêrêvanê da, ku xwe dabû ber karê capkirina pirtûkên Kurdî. Em dikarin bi nêt, fikra gotinê, peyîvê ya bingehîn bêjin, ku capxane ji bona wî bibû wek mala duyemîn. Û Casimê Celîl vî karî berdewam dike hetanî rewestandina wesandina pirtûkên Kurdî di sala 1937 a virda, gava rêjima Stalîn ya dîktatoriyê bi motîvên polîtîkî hemu mesandinê bi zimanê Kurdî dan rawestandinê, rasttir-gedexekirinê û bilî pirtûkan ya rojnama Kurdî ya Riya Teze jî. Sala 1938 a Casimê Calîl fakûltêta înstîtûta Yêrêvanê ya pêdagojiyê ya fîlolojiyê da tê gebûlkirinê û pistî car salan ewê temam dike. Pist ra ew bi awayê dûreke, ne stasiyonar fakûltêta Zanîngeha Yêrêvanê ya yûstîsiyayê(yûrîstiyê) ji temam dike û çend sala karê avokatiyê mehkeman da bi cî tîne. Gava 1ê çille sala 1955 a di radiyoya Ermenîstanê da li Yêrêvanê besa wesanên bi Kurdî tê vekirinê Casimê Celîl dibe serokê wê yê yekemîn û di wê postê da kar dike hetanî nîsana sala 1958 a. Pist ra ew eyînî rêdaksiyona wesanên Kurdî da dibe berpirsyarê besa edebiyatê mûzîkayê û wî karî berdewam dike hetanî kanûna sala 1963 a, gava gorî biriyara seroketiya Radiyoya Ermenîstanê ewî verê dikin hêsabûnê bi hêjakirina wî bi pansiyona pêrsonaliyê (sexsî), ku weke ya bi rûmeta bilind li Sovyêtistanê duhat dîtinê. Di nava van 8 salên karkirina xwe ya bi heyacan, êntûzîyastî da Casimê Calîl karekî hêjayî nirxa bilind bi cî tîne. Ewî bingeha fonda stran û awazên Kurdî Radiyoya Ermenîstanê da danî bi ser geyîtanên magnîtiyê qeyîdkirina bi sedan berhemên hunera Kurdî ya stranbêjiyê û mûzîkayê û bi wê yekê ji ber undabûnê xilazkirina dengê gelek stranbêjan û aletên mûzîsiyênan: stranbêjên weke Seroyê Biro, Ahmedê Mîrazî, Egîtê Têcir, Efoyê Esed, Asiq Nazûk (Sêx Kamilê Beko), Sûsika Simo, mûzîsiyênên wek Samilê Beko, Egîtê Cimo û yên dinê. Her çiqasî jî karê giran yê salên 30 î û 50î Casimê Calîl westandibûn, her cigasî ji her temenê mezin ew cûbû pansiyonê, lê pistî zemanekî, gava ew têra xwe hêsa bû-dit, ku ew ne ji wan mirovane, ku her bi tenê mal da rûnî, her bi tenê berheman binivîse, bê ku karê piraktîk bi aktîvî bicî bhîne. 

Wek asiq û masoqê karê piraktîk û jiyana bi kar û baran va dagirtî ewî demekê tecrûbe kir, ku taba wî mal da nayê û gava sala 1972 a wesangeha Ermenîstanê ya dewletêda ya bi navê ´´Sovêtakan girox´´ (nivîskarê sovyêtiyê) sûna berpirsiyarê mêsandina pirtûkên Kurdî da valayî çê bû-ewî pêsniyara kifskirina xwe di posta rêdaktorê pirtûkên Kurdî yê herpirsiyar da bi sabûn qebûl kir û bi vî awayî pistî navbirî, rawestandina zemanekî dirêj vegeriya ser karê xwe yê herê yê hizkirî,ku di nava wî da bibû pispor. Careke dinê ji riya´´Mala duyemîn´´ya çapxana Yêrêvanê ya jimara yekemîn li ber wî vebû, disa boxcê pirtûkên bona capkirinê amade û yên çapbûyî ewî xiste bicenga xwe û navbera mesangehê, capxanê û mala xwe da
mesiya. Tisteki wek fênomên, sêyîr û ecêb: 

Casimê Celîl yê bi temenê mezin li ber çevên hogir û nasan tê dîtinê bi mesandina xwe ya capik û bi serdajî bi serbilindî û kêfxwesî. Û di nava cend salan da,hetanî sala 1980 î ewî çapkirina pir pirtûkên Kurdî yên bi nirx bicîani. Pistra hêja xwe bi temamî û tam pêskêsî karê berhemdariyê, weke dibêjin, karê rûnistî kir. Casimê Calîl 24ê mijdarê sala 1998 a li Yêrêvanê wefat kir: 90 salîya xwe da . Ciniyazê wî mezelê gundê Baxramiyanê yê nêzîkî Yêrêvanê binax kirin.

Helbestên yên Casimê Celîl yekemîn hê di destpêka salên 30 î da ser rûpelên rojnama Kurdî ya Riya Teze dîhar bûn. Pist ra hetanî wefatkirina wî wesandina helbestên wî di wê rojnamê û gelek rojname û kovarên Ermenîstanê û Yekîtiya Sovêtiyê bi gistî yen ermenî û rûsî da bi wergera ser wan zimanan berdewam kir. Le helbest û destanên wî bi giranî di berevok, antolojyayên berhemên sayîr û pirosayîsên Kurdan da û bi pirtûkên cuda, cihê bi zimanê Kurdî hatine wesandinê. Antolojiya berhemên nivîskaren Ermenîstanê yên Kurd ya sêyemîn da (Yêrêvan,1935) helbestên Casimê Celîl jî hatin bi cîkirinê. Pist ra hetanî hema rawestandina wesandina pirtukên Kurdî li Ermenîstanê-destpêka salên 90 î, heremên wî bi siklê helbest û destanan (poyêman) di hemû antolojiyayên berhemên nivîskarên Kurd da hatin capkirinê.


Di sala 1960 î da berevoka helbest û destanên Casimê Calîl bi zimanê Kurdî (zimanê sayîr yê berhemdariyê yê estî û dayîmî) bi sernavê “Rojê min” li Yêrevane hate wesandinê. Pist ra dîsa bi Kurdî ev pirtûkên berhemên sayîr hatin capkirinê: “Kilamên ciya” (Yêrêvan,1970), “Oda Kurda” (Yêrêvan, 1975), “Kurdê bengî” (Yêrêvan, 1980), “Kofiya diya min” (Yêrêvan, 1984), “Bijare” (Yêrêvan,1987). Weke dibêjin, bextê min aniya û ez xwe serbilind û dilbaristan dibînim, ku he di zêndîbûna wî rîspiyê edebyet û çanda me da min nivisandina pêsgotin û pasgotinên van herdu pirtûkên wî yên dawî bi cî anîne. Li vê tangê em pêwîst
dibînin kifs bikin, ku bi helbestan ra tevayî, ku piraniya berhemên Casimê Celîl ji wana pêk tên, ewî cend destanên xwe yên bi nirx jî kirine mal û milkê xwendevanên Kurd, ku bi giranî vecêkirina destanên gelêrî yên ji zargotina Kurdîne. Awa sernavên wan: “ Siyabend û Xecê” ,”Memê û Eyîsê”, “Sêvahacê”, “Dewrêsê Evdî”, “Hikiyata Delî Ahmed û Deli Hemze”,”Sindirnevat”, “ Sêx Mîrza”, Dimdim”, “ Kilama Huzbêk”. Eva dawî bêtir berhema sayîr ya xwexwetiyêye, ya ji aliyê wî da sêwîrandî, le her bi tenê bi motîva berhemên gelêrî hatiye nivîsandinê. Pir berhemên Casimê Calîl hatine wergerandinê ser ermenî û bilî rojnaman û kovaran bi pirtûkên cuda jî hatine wesandinê. Evana jî sernavên wan pirtûkane: “ Elegez” (Yêrêvan, 1954), “ Beyît-serpêhatiyên Kurdî yên evindariyê” (Yêrêvan, 1955), “ Kaniya welêt” (Yêrêvan,1957), “ Ocaxa min” (Yêrêvan,1966). 

Di van da bilî helbestan destanên sayîr ji hatine bi cîkirinê. Berhemên Casimê Celîl ye sayîrtiyê, poyêtîk dervayî sînorên Komara Ermenîstanê jî li navenda Yejîtiya Sovyêtiyê-Moskovayê û derên dinê bi wergera ser rûsî hatine wesandinê, cawa du rojname û kovaran da, her usaji di antolojiyan da. Bi serî wesandina wan berheman ji edebyeta Kurdî bi govekeke berfirehtir deng da, ber ku zimanê rûsî yê temamiya vî welatî yê hemû komarên sovyêtiyê yê dewletê yê duyemîn bû pistî zimanên netewên wan komaran. Awa sernavên wan antolojiyan, di kîjanan
da berhemên sayîrê Kurd Casimê Calîl jî hatibûn bi cîkirinê: „ Hesta malbata
Yekgirtî“ ( Moskova, 1964), „Strana ku bûye pirtûk“ (Moskova, 1967), „ Poyêziya
Sovyêtiyê“ (Moskova, 1977), „ Lênîn dinava poyêziya gelên Yekîtiya Sovyêtiyê da“
(Moskova, 1980). Lê bêtir deng da wesandina helbestên sayire Kurd li ser rûpelên rojnamên Yekîtiya Sovyêtiyê yên navendî, ku bi zimanê rûsî bilî Moskovayê li hemû payîtextên komarên Yekîtiya Sovyêtiyê jî bi tîraj, jimareke pir mezîn dihatina capkirinê û belavkirinê. Helbesta bi sernavê „ Lênîn“ jimara rojnama „Piravdayê“ya 15 ê nîsanê sala 1957 da hate wesandinê. Lê gava sorisa Kurdî li Kurdistana Basûr bi serokatiya Nemir Barzanî ji nû va gesbû-helbesta Casimê Celîl ya bi sernavê „çiyayên Kurdistanê“ rojnameke Yekîtiya Sovyêtiyê disa ya navendî ya „ Îzvêstiyayê“ da li Moskovayê hate wesandinê. Ev helbesta dawî her wa kovareke bi rûmet, pirêstîj da ji ya edebî ya bajarê Lênîngradê (niha Pêterbûrg) ya bi navê „Nêva“ da hate belavkirinê. Bi vê helbesta xwe sayîrê welatparêz eskere pistigriya têkosina xûsk û birên xwe dikir li Kurdistana Basûr. Bûyereke kifsnav jiyana Casimê Celîl da hesibî çapbûna berhemên wî bi wergeraser rûsî bi pirtûkeke cihê bi sernavê „ Li ser rêên zemîn“ li payîtextê Sovyêtistanê-Moskovayê. Berhemên Casimê Celîl bi tîpên latînî dervayî Sovyêta herê di berevokên berhemên nivîskarên Kurd da û bi pirtûkên cuda li Bexdadê û Awropayê hatine wesandinê û bûne mal û milkê xwendevanên Kurd li diyaspora Kurdî û li welatê sayîr-Kurdistanê. Pirtûkeke berhemên wî bi sernavê xwesik yê „ Zozan“ bi destî wesanên Roja Nû sala 1982a li Stokholmê hate capkirinê. Casimê Calîl her wa deng daye weke wergervanê berhemên nivîskarên ermanî û rûs jî li ser Kurdî û wesandina wan di berevokan da û bi pirtûkên cuda. Bi wergeren wî bûne mal û milkê xwendevanên Kurd berhemên sayîrên ermenî yên mezin H. Tûmaniyan, Ar. Îsahakiyan, H. Sîraz, sayîr û pirosayîsên rûs yên mezin Al. Pûskin û A. Gayîdaz.

Keda Casimê Celîl di nava karaê amadekirin û wesandina van antolojiyayên berhemên sayîr û pirosayîsên Kurd da jî bi nirxe: „:Efirandinê nivîskarê kurmancê sovyêtiyê“ (Yêrêvan,1948), „Nivîskarêd Kurdaye Sovyêtiyê“ (tevî Qacaxê Mirad, Yêrêvan, 1961). Ewî her wa berevoka berhemên nivîskarên Kurd bi wergera ser ermenî bi sernavê „Sayîrên Kurd yê Sovyêtiyê“ jî amade kiriye û daye capkirinê (Yêrêvan, 1953). Keda Casimê Celil kifse her wa di warê amadekirin û wesandina pirtûkên ziman û lîtêratûra Kurdî yên fêran, perwerdekirinê da jî. Avtorekî pirtûka „Zimanê kurmancî“ tevî Emînê Evdal bi xwe bûye, ku hê di saia 1937 da hatiye wesandinê. Ji sala 1955 a hetanî hema dawiya jiyana xwe ya bi rûmet Casimê Celîl pirtûka „ Xwendina litêratûrayê“ bona sagirtên Kurd yên sinifên 5-6 a amade kir û bi çend cara da wesandinê.

Casimê Celîl bi aktîvî besdarî jiyana edebyetê bûye him li Ermenîstanê û him jî li Yekîtiya Sovyêtiyê bi temamî. Wek endamekî Yekîtiya Nivîskarên Ermenîstanê û sêksiyona nivîskarên Kurd yê yekemîn, wek nivîskarekî Kurd yê bi nav û deng û xudanê rûmeta bilind ne ku bi tenê nava nivîskarên Kurd da, lê her wa yên ermenî da jî ew hilbijartin û xistin nava wê dêlêgasiyona nivîskarên Ermenîstanê ya ku besdarî kongira nivîskarên Yekîtiya Sovyêtiyê ya duyemîn bû, ku di sala 1954 a li Moskovayê cê bû. Cesimê Celîl karkirekî civaki yê aktîv bû. Ew dikarin bê Subhe bêjin, ku tu bûyereke usa kifs, berbicev nava jiyana Kurdên Ermenîstanê da cê nebûye, ku Casimê Celîl bi aktîvî besdarî wê nebûbe: ji civîn, kongirên nivîskarên Kurd û ermenî destpêkirî hetanî civîn, kongire, festîvalên karker û cotkarên Kurd, ku li Yêrêvanê û li wan nawcên Ermenîstanê cê dibûn, li kî derê Kurd diman. Ew bi aktîvî besdarî konfêransa Kurdzaniyê jî bû, ku sala 1934 a li payîtaxtê Ermenîstanê cê bû û bi goveka cîhanê deng da. Ew organîzatorekî ansambila Kurdîya kilam û regasê bû li nawca Telînê. Ber vî hemûskî jî Casimê Celîl di nava temamiya Ermenîstanê naskirî bû, him nava ermeniyan da û him ji nemaze-Kurdan da. Li her dera, li kî derê ew kifs dubû rûnistevan bi rêz u hurmeteke mezin berbi wî dihatin, dora wî diciviyan. Gotina me derheqa Casimê Celîl û kar û barê wî yê berhemdariyê û piraktîk da wê nivîskan, ne temam be, heger em bi kurtayî ser kar û barê neferên malbata wî di warê canda Kurdî da û bi tayîbetî-Kurdzaniyê da ranewestin, ber ku bi giranî wî welatparêzê bi sewat bi sîret, bi weyîsetên xwe ew xistin xizmeta canda Kurdî. 

Ewî bi pireka xwe-Xanima Rizgo ra tevayî du kur u du kec mezin kirin, dan her xwendinê. Lawên wan Ordîxanê Celîl (sed mixabin, yê îdî gorbuhust) û Celîlê Celîl bi lêkolînên xwe yên giranbiha bûn Kurdzanên bi nav û deng: Ordixan bû doktorê zanînên filolojî, pirofêsor, Celîl-doktorê zanînên dîrokî, pirofêsor. Bilî lêkolînên di warê edebyetzaniyê û dîrokzaniyê herdu biran bi hev ra û carna ji bi awakî cuda û serbixwe kedeke mezin û hêjajî nirxa bilind kirin nava warê berevkirin, lêkolîn û wesandina berhemên zergotina Kurdî. Xayînga wan Cemila Celîl cend berevokên têkistên stranên Kurdî bi nota va dane wesandinê, lê Zîna Celîl birek berhrmên zargotina Kurdî wergerandin ser zimanê biyanî.

Em pêwîst dibînin wê yekê jî bi ser da binin, ku bilî van kar û barên xwe yên berhemdariyê Casimê Celîl û neferên malbata wî pirtûkxane û arsîveke dewlemend ya lîtêratûra û dokûman, delîl-îzbatên ser Kurdan û canda wan dane ser hev û vî hemûskî bi hevra, heger em dikarin bi vî awayî jî bêjin, ew malbat kirine weke navendeke canda Kurdî, ber kîjanê ra kes bi xemsarî nikare bibuhure, derbazbe. Ev hemû kar û barên, ku Casimê Celîl bi xwe û bi malbata xwe va di warê pêsxistina çanda gelê xwe da bi cî anîne û dane bi cîanînê, destûrê dide em bêjin, ku her bi tenê ronekbîrên weke wî mezin û dûrdîtî, ronekbîrên miletevîn dikarin karekî wa giran, lê bi rûmet pêk bînin.Û ji ber vê yekê jî navê Casimê Celîl wê neku weke vê gavê bi sedsalekê, lê bi zemanê bê sînor di nava dîroka gelê wî da bi gistî û ya çanda miletê da taybetî bimîne û dervayî hêz û zefta zemane, kuxubarê bîne ser wî navî, ewî betreng bike.

Veziré Eşo

(mezopotamya)

Şîroveyên we piştî ku ji alîyên moderatoren me hatin kontrolkirin tên weşandin.

Filtered HTML

  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Allowed HTML tags: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Lines and paragraphs break automatically.

Plain text

  • No HTML tags allowed.
  • Web page addresses and e-mail addresses turn into links automatically.
  • Lines and paragraphs break automatically.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News