ala kurdistan
Ey Reqîb

Hecî Qadirê Koyî

Hecî Kadirê Koyî, bi mîladî 1815an de li gundê Gorqeraçê ku dikeve başûrê rojava yê bajarê Koyê li başûrê Kurdistanê hatiye dine û 1897an de li paytexta Osmaniyan Stenbolê diçe ber dilovaniya Xwedê.

 

NIVÎSÊN LI SER HECÎ QADIRÊ KOYÎ Û MODERDENÎZMA KOYÎ

JIYANA WÎ

Erdoğan Alparslan

Hecî Kadirê Koyî, bi mîladî 1815an de li gundê Gorqeraçê ku dikeve başûrê rojava yê bajarê Koyê li başûrê Kurdistanê hatiye dine û 1897an de li paytexta Osmaniyan Stenbolê diçe ber dilovaniya Xwedê. Li gorî Celadet Bedirxan gora wî li Stenbolê goristana Qerece Ehmedê ye. Lê mixabin min par çiqas geriyam qebra wî li wir nedît. Hemû helbestên wî bi navê ‘‘Dîwana Hecî Qadirê Koyî’’ hatiye çapkirin.

 Di sala 1925an de li Bexdayê bi navê ‘‘Komeleya Şi’îren Hecî Qadir Koyî’’ komeleyek ava dibe û hin helbestên Koyî çap dikin. Li gorî vê komelê Koyî kurê Mele Ehmed e di gund Gorqeraçê de ji dayik bûye, ji eşîra Zengenê ye.1*

Koyî jî wek helbestvanên Soran, Nalî û Şêx Riza di 1839 an jî 1940 an de diçe Stenbolê dikeve nav cikava ya wêjekar û helbestvanên Stenbolê.  Pirî helbestvanên kurd yê vê heyamê farisiya xwe li ber deste Koyî xwendine.

Celadet Bedirxan di gotara xwe ye navê ‘‘Klasîkê me’’ de derheqe Koyî wiha dibêje: ‘‘Dîwaneke Hecî ye mezin heye an hebû. Min dîwana wî dîtiye; bi destnivîseke hûr qedera 800 rûpelî hebû. Hecî dîwana xwe du nusxe nivîsandibû bû; heke nusxeke wê tirkan şewitandiye hey eko nusxa din rojekê bikeve destê me.’’2* Dîsa Celedet wiha dibêje: ‘‘Ez dikarim bibêjim min Hecî dîtiye, lê nikarim bibêjim ez Hecî nas dikim. Ji ber ku Hecî çû ber rehmetê ez hêj nû ketibûm ser lingan.

Koyî helbetvanekî şoreşger û welatparêze. Koyî di helbestê xwe de gelemperî li ser dijîtiya şêx û çîna ruhban û dewletên dagirker nivîsandiye. Êrîş dibir li ser şêxa û ew hildida tiyê li ser vê navbera wî û şêxên Koyê xirav dibe ser vê diçê Stenbolê.

Koyî, di helbestê xwe de êrîş dibir ser çîna ruhbana û hewil dida rêya zanistê nîşanî xelkê bide û durûtiya şêxan nişan dida. Wek wê helbesta xwe de:

Şiklî tekeye û xanegahî şêxakan

Waqî’en rengîne e emma bo rîyan

**  **  **  **  ** ** ** ** **

Lem hemû şêx û murîdenay rîya

Ferdekî naçête mizgewtî Xuda3

Li gorî Koyî, şêx û murîdên wan gel dixapînin û zikrû du’ayên wan ve qet tiştek çareser nabe. Eger çareser biya mirov wekî Qarûn dewlemend bibûya.

Koyî di helbestên xwe de ne tene dijî çîna ruhban derdiçû, wê zêdetir jî dijî dewletên dagirker derdiket û hewl dida ji bo hişyarkirina netewa kurd.

Koyî, Xanîyê duyemîne. Ji bo wêjeya kurmanca Ehmedê Xanî çibe ji ba sorana jî Koyî ev e. Li gorî Qanadê Kurdo, Koyî dema ji zarokên Bedirxaniyan re mamosteyetî dike bi rêya van re di Xanî û berhemên wî nas dike û bin tesîra wî de dibine û wî xwe re dixe pêşeng.. Fikra Xanîye ‘‘heta kurd hurmet nedin kurdî ticar nabin netewe lewre ciwaka kurd wî çaxî nikara li serpêhatiya paşerojê xweyî derkeve’’ dipejirîne û li gorî wê hereket dike. Koyî netewperwerekî romantik û welatparêz ê. Meriv dikare bibêje Koyî evîndarê welêt, mîr û mîrtiyê kurda yê berê ye.4

Piştî Xanî, teorîsyenê netewperweriya kurd ê duyemîn bêguman Koyî ye. Peyamên Xanî yê di mesnewiya Mem û Zîn de li ser netewperweriya kurd, yê herî peşî dibine Koyî ye. ji bo hişyarbûna Kurdê bakûr û başur şexsiyetetekî pir girîngê. Têvel medreseyên Kurdistanê perwerdehiya xwe kiriye û pişt re hatiye paytexta Osamaniyan Stenbolê ketiye nav jiyana Stenbolê ya edebî û sîyasî. Li tesîreke mezin hîştiye ser rewşenbîrên kurd ên vê heyamê.

Şoreşa frensi ya di sedsala XVIIIan de hin fikre nitanî netewperwerî, wekhevî û serxwebûn tesîr li ser kurdan  jî dike û ji bo vê hin Mîrên kurdan jî serî ber Osmaniyan serî bilind kirin û serî hildan. Yek ji wan mîrê Rewandizê Mîr Muhemmed bû dema Osmaniyan mîrektiyan Rewandizê holê radike Koyî jî ji vê trajediye re şahiditiye dike û pir xemgîn dibe. Lewra Mîr Muhemmede ji bo Koyî serdareki îdeale. Guhdariya serhildana Bedirxaniya kiriye û çîrokê li ser tekoşîna Bedirxaniyan dibihîse û bin tesîra van dibîne. Ji bo vê di Koyî de netewperwerîke romantik û paşeroja feodal hatiye îdealîze kirin.

Li gorî Elaaddîn Seccadî guherîna naveroka helbestên Hecî û şêweya helbestên klasik evê: ‘‘vexwarina ava bîr û baweriyên Bedirxanîyan bû.’’Li gor Gîw Mukriyan jî ev netewperweriya di Koyî û helbêstên wî de peyda bûye bi binemala Bedirxaniyan ve gire dide. Wê beyta jêr de jî xuya ye:

Bedirxanî li ser la çê le mew paş

Le her lawe detanharin weku aş

Di vê helbestê de xûya dibe ku hêj Bedirxaniyan li çîyê baweriyêne û Hecî dibêje: ‘‘Ger Bedirxaniyan qada xebat û şoreşê biçin, dijmin we wekî aşî dikêrin.

Ji bo pêşxistina civaka kurd û serxwebûna û yekîtiya Kurdistanê bi hemû hêza xwe dixebite.Em dikarin bibêjin Koyî him netewperwerê kurd ên nûjenê yekemîne him jî modernistê wêjeya kurd ê yekemîne.

Koyî him şahidê tekçûna kurda ne him jî şahide şiyarbûna kurda û netewperweriya kurd e. Koyî ruhê Kurdistana yekgirtî û serbixwe ye.

1* Celadet Elî Bedirxan bi navê Herokol Ezîzan nivîsek bi navê ‘‘Klasîkê Me’’ Hawar, hejmar 33 sal 1 Cotmeh 1941.

2* Celadet Elî Bedirxan h.b.

3* Dîwana Hecî Qadirê Koyî, Nefelpel

4* Kurdistan Post, Erdoğan Alparslan, Romantik bir milliyetçi Hecî Qadirê Koyî, http://eu.kurdistan-post.eu/uploads/posts/2011-10/13_portre_haciqadri_ko...

 NIVÎSÊN LI SER KOYÎ

Derheqê Koyî gelek tiş hatin gotin û nivîsandiye lê lêkolîn û xebatên zanyarî kêmin. Ji bo pêşeng û edîbekî wek Koyî netewperwer û walatparez ev hebat kêmin. Wiha tê xuya ku Koyî hê mazharê peywendiya heq kiriye nebûye.

Xebatên li ser Koyî ev in:

1)      Li Kurdistanê de Zîman û Netewperwerî, Prof.Dr. Amîr Hassanpour

2)      Mejuy Edebî Kurdî, Merûf Xeznedar

3)      Mejuy Edebî Kurdî, Alaaddîn Seccadî

4)      Tarixa Edebiyata Kurdî, Qanadê Kurdo

5)      Destpêka Edebiyata Kurdî, Mehmet Uzun

6)      Rehên Netewperweriya Kurd, Abbas Walî, (Di bin vê beşê de nivîsên Abbas Walî, Amîr Hassanpour û Martîn Van Bruinessen hene.)

7)      Bendname, di gotara ‘‘ ‘Em’ di Eyna Dîrokê de’’ de, Remezan Alan

8)      Celadet Elî Bedirxan bi navê Herokol Ezîzan nivîsek bi navê ‘‘Klasîkê Me’’ Hawar, hejmar 33 sal 1 Cotmeh 1941.

9)      Kovara Dîpnot, hejmar 1/2010/ Avrêl-Gulan-Pûşper

10)  Kovara W, hejmar 21/Tîrmeh-Gelawêj 2008, Hevpeyvîn Reşîd Findî re

 

1)LI KURDISTANÊ DE ZIMAN Û NETEWPERWERÎ- PROF.DR AMİR HASSANPOUR

BÊŞ 4

PAYEYA STANDART:

    ZARAVAYÊN KURD Ê EDEBÎ, Dİ SEDSALA XV AN HEYA 1917 AN DE

4.4.0 Zaravaya Edebî Soranî

Hasanpour di bin vê sernavê de behsa serpêhatiya zaravaya Soranî ya wêjeyî dike û li wir de ser Koyî disekine. Li gor wî zaravaya Soranî di şexsiyeta Koyî de Ehemedê Xaniyê xwe afirandiye. Her çiqas wek berhemeke Koyî ye wek Mem û Zîna Xanî tunebe jî lê helbesta wî jî her tim teşvikkirina welatpareziye dike û bi gelemperî tê xwendin û berkirin. Wek selefê xwe Xanî, Koyî jî xwe fedayê geşedana zimanê xwe dike.

4.5.0 Geşedana Zaravaya Edebî ya Soranî: Hecî Qadirî Koyî (1815-1897)

Hassanpour di wir de li ser rewşa kürdî ya dijwar disekine û tengasiyên sedsala Hecî û Xanî muqayese dike. Ew şertên Xanî ji bo geşedana kurdî pêşve dibir yanî hebûna dewleteke kurd di serdema Koyî de jî pêk nehatî bû. Di nava sedsala XIXan de pariyê mîrektiyê kurd ji holê hatibûn rakirin. Di vê deme rewşa zaravaya soranî zêde ne baş bû, di demeke wiha de Koyî derdikeve holê û behsa ziman û netewperweriyê dike.

4.5.1 Statuya Zimanê Kurdî

Koyî jî dizani bû ku kurdî zimanekî ne daxwaze, lê li gor Koyî, aliye dewlemendiye ne farsî kêmtir e.

Melên fesahetî kurdî be farsî naga

Belaxetêkî heye hîç zimanê naygate

Le bête’esubî bêrewac û beha.

Koyî li wir de dibêje ku: ‘‘Nebêjin kurdî zimanekî narîn nîne wek Farisî, lê qet yek ziman wek kurdî narîn nîne. Hin nenêrin bêqîmetiya kurdî ne ev jî li kurdî ye li guhnederiya kurda ne.

Cihekî din de Koyî gazî çîna ruhban dike:

Kurdî axir blê çî ye ‘eybî?

Her kelamî heqqe niye ‘eybî

Ya legel farsî çi ferqî heye

Boçî ew rast e, boçî em kemîye?

Bêjin kêmasiya kurdî çiye? Tiştê bêkêmasî kelama Xweda ye. çi ferqa kurdi, li farsî heye, çima yek raste ya din xelete.

4.5.2 Sedema Kêmpêşketiyê

Hecî, kêmpêşketina kurdî giredayî du sedema dike. Yek ji wan piraniya şêx û melayên bi erebî farsî nivîsandine û bi van zimana ders dane û guh nedane pirsgirîkê zimanê xwe ye. Ya duyemîn jî eve, paşdemayîna kurda ya aliyên zanistî û teknik ve û fikra yekgirtiye û bêdewletbûna kurda ne.

Dema çîna ruhban bêqeyid zimanê xwe yê zikmakî dibin, Hecî hêrs dibe û dibêje perwerdehiya olî geşedaniya zimanê kurdî qop dike.

Êste me’lume bo hemû millet

Ey melay ders û muftîyî ummet

Qeyd û tezbîb û şerh û haşîyekan

Bûne seddî me’arifîi kurdan

Binêrin hemû netewe dizanin Ey! Hûn melayê ders dayî miftiye gel, ev tekst, ev raberkirin, ev pêşan û şîrove hemû ji bo hîmbûna zimanê kurdî bûne asteng.

Li gor Hecî hemû çîna ruhban xaîne. Nerazîbûna xwe li hemberî vê çînê bi hêrs tîne ziman û ew kesên nivîsandin û xwendina kurdî red dikin şermezar dike. Ev beytên Hecî yên jêr li Kurdistanê de bûne klişe:

Eger Kurdê zubanî xoy nezanî

Muhaqqek daykî hîze û babî zanî.

Yan’i Hecî dibêje ku: Kurdek heger zimanê xwe nizani be bila bizani be ku ew bîje.

Berdewama vê de:

Le kurdî hez neka kurdê, melên ‘‘boçî’’ we ya ‘‘çone?’’

Le daykî pirsiyarê kene ew bêçuwey le ku hêna!

Heger kurdek zimanê xwe hezneke bila nepirse ‘‘çima’’ an jî ‘‘çawa?’’ Bila here diya xwe re  bipirse ew bîj kuderê aniye.

Hecî li çîna olî nefret dike û rixneya tîne ser wan. Li gorî Hecî ew demagog, çevbirçî, serwetperest, tiral û bêzenaat û mexrîfet in. Dijberiya wana ya dijî kurdî teşhîr dike.

4.5.3 Geşepêdana Zimanê Kurdî

Hassanpour di vê beşê de behsa geşedaniya ziman û helwesta Koyî dike. Ji bo geşedana ziman li ser pêşniyarên Koyî disekine. Ji bo Koyî nivîs û pirtûk çiqas girînge derdixe ber çav û bala me dikşîne li ser navaroka helbestê Hecî de. Hasanpour di wir nîşandide ku peyvên herî pir di helbestên Koyî de derwas dibin, ‘‘nivîs û pirtûk (nûsîn û kitêb) in.

4.6.0 Ji Bo plansaziyê ‘‘Şûr û Pênûs’’

Hassanpour li vê beşe de li ser herdu çalakvanên geşedana zimanên kurdî Xanî û Koyî disekine û fikra vana ya peşveçûnê diyar dike. Ji gor herdu pêşangan jî du tişt girîngin yek pênûs yanî perwerdehî û zanistî ya din jî şûr yanî dewlet û statü ye. Ew pêwistî di sedsala me de jî giraniya xwe diparêze.

4.8.0 Kurte û Netîce

Her reformîstên zimên û netewperwer Xanî û Koyî ji bo geşedana zimanê xwe yê zikmakî û hewldanên wanan ên bo statuyeke bilind ji bo kurdî, di civaka kurdê ya feodal de têk diçe. Di Herdu reformîstan de jî ev bawerî hebû; heger kurd bibin neteweke xweyî statu ev herdu tişt wan re lazimin ‘‘şûr’’ yanî iktidara dewletekî û qelem yanî zimanekî perwerde û edebî ye.

2)MEJUY EDEBÎ KURDÎ, MERÛF XEZNEDAR

Xeznedar di wir de li ser jiyana Koyî û berhem û fikrên wî yên netewperweriyê disekine. Ji bo wêjeyeke netewî ser rola Koyî disekine

3) MEJUY EDEBÎ KURDÎ, ALAADDÎN SECADÎ

Secadî li wê berhema xwe ya dîroka wêjeya kurdî de derheqê jiyan û helbestên Koyî û ji fikre wî me agahdar dike. Mixabin ev pirtûka Secadî hên nehatiye latînîze kirin û ne hatiye wergerandinê kurmancî. Min ev agahî li hin gotar û nivîsan de berhevkir. Li gorî Secadî; di guherîna Koyî de rola Bedirxaniya gelek mezine. Li gorî Elaaddîn Seccadî guherîna naveroka helbestên Hecî û şêweya helbestên klasik evê: ‘‘vexwarina ava bîr û baweriyên Bedirxanîyan bû.’’

4 )TARÎXA EDEBIYATA KURDÎ, QANADÊ KURDO

Qanadê Kurdo him derbarê Koyî agahî dide û him jî ew kes û buyerên Koyî di bin tesîra wan de maye derdixe holê û nîşan dide.

Li gor Kurdo; Koyî dema ji zarokên Bedirxaniyan re mamosteyetî dike bi rêya van re Xanî û berhemên wî nas dike û di bin tesîra wî de dibine û wî xwe re dixe pêşeng. Fikra Xanî ya ‘‘heta kurd hurmet nedin kurdî de ticar nabin netewe lewre ciwaka kurd wî çaxî nikara li serpêhatiya paşerojê xweyî derkeve’’ dipejirîne û li gorî wê hereket dike.

5) DESTPÊKA EDEBIYATA KURDÎ, MEHMET UZUN

Uzun di wê berhema xwe de li behsa fikre Koyî û welatpareziya wî dike. Uzun agahiye di derheqe Koyî de li Qanadê Kurdo girtiye. Behsa rojnameya Kurdistan û helbestên Koyî yên li vê rojnameyê hatine weşandin dike. Lê em dikarin li wê pirtûkên de gotinên Joyce Blau ên ser Koyî hilbigrin.

Blau ji bo Koyî wiha dibêje: ‘‘Di edebiyata Soran de du helbestvanên mîna Salîm û Nalî yên hêja hebûn. Wan helbestvana, yên nû û di dîroka wêjeya kurd de teqez behsa wan were kirin şopandin. Hecî Qadirê Koyî (1815-1897), Şêx Riza Telebanî (1836-1910), Wefayî (1836-1892), Edeb (1862-1917), Mehwî (1830-1909)… Di nav wan helbestvanan de divê meriv bi taybetî li ser navê Koyî bisekine. Şopgerê Xanîyê dilsoz Koyî, ziman û wêjeya kurd pêşve bir û dewlemend kir. Koyî bi zanisteke tekûz, bi zimanekî dewlemend û helbestî û hestên xurt yên welatparezî ve bû helbestvanên kurda yê herî mezin yên di sedsala XIX de û Xaniyên kurmanciya başûr.’’

6)REHÊN NETEWPERWERİYA KURD, ABBAS WALΠ (Di bin vê beşê de nivîsên Abbas Walî, Amîr Hassanpour û Martîn Van Bruinessen hene.)

Di vê pirtûka Walî de heft beş hene. Di nav wan beşan de sê beş derheqê Koyî de ne. Beşa sê, çar û pênc li ser Koyî ne. Di bin vê beşê de nivîsên Abbas Walî, Amîr Hassanpour û Martîn Van Bruinessen hene.

Emê bi rêz li ser wan bisekinin

a)Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Rola Wê Ya Ji Bo Hişyarbûna Netewperweriya Kurd, Martîn Van Bruinessen

Fikrên Xanî Digihijên Başûr: Hecî Qadirê Koyî

Li gorî Martîn Van Bruinessen peyamên di mesnewiya Mem û Zîn de yên li ser netewperweriye yê herî pêşiyê ferq dike Koyî ye. Him li bakûr him jî li başûr tesîreke wî ye mezin li ser hişyarbûna netewa kurd çêbûye. Dîsa Bruinessen dibêje ku; dema Osmaniyan mîrektiyen kurdan ên dawî holê rakirin, Koyî li wê deme he ciwane. Koyî şehadetiya serwerê herêma Soranê ya Mîr Muhemmedê Rewandizî dike û şahîdîtiya rêverberiya wî dike. Dîsa gotinên seyyahan li ser edelet û hêza Mîrê Botan Mîr Bedirxan digotin divê bihîsti be. Ev çîrok û gotinên li ser qehramaniya wan mîra gelek tesir li ser Koyî kirine û li ser vê Koyî dema wan mîra îdealize dike û wek esrî seedet dibîne. Yanî, Koyî netewperweriyeke romantik û paşeroja feodal bi awayekî nostajîk îdealîze dike.

Dema diçe Stenbolê jî malbatên kurdayê pêşeng re dikeve temasê. Wê deme melayekî perwerde û edîb bû. Malbata Bedirxaniyan ev kirin mamosteyê zarokên xwe. Li gorî Bruinessen hurmeta Koyî wê malbatê re pir hebû û dibe belkî Koyî hêla xwe ye netewperwerî li malbata Bedirxaniyan hildaye. Nifşên malbata Bedirxaniyan yên nû jî dikevin bin tesîra netewperweriya Koyî. Li ba Bruinessen Koyî bi rêya Bedirxaniyan rastî berhemên Xanî tê û dikeve bin tesîra wî. Di helbestên Koyî de tesîra Xanî eşkere ye.

Birastî ji bo kurmanca Xanî çibe ji bo soranan jî Koyî ev e. Ji bo Koyî, Xanî hilbijartineke polîtîk bû. Li gor vî heta kurd qîmet nedine zimanê xwe tucar netewe nayên hesabkirin û nikarin xweyê serpêhatiya paşeroja xwe derkevin.

Koyî paşerojê îdealîze dike û dema mîrektiya di dîroka Kurdan de wek heyama zêrîn dihesibîne.

Koyî jî wek Ehmedê Xanî gazincê xwe şerên di nav eşîrê kurdan de berdewam dike tîne û rexne dike. Dîsa heviyeke li bo serwerekî kurd di herduyan de wek heve. Lê li navbera wan de ev ferq heye, baweriya Xanî li serwerekî ideal ê were yekîtiya kurdan çeke tuneye; lê ev bawerî li di Koyî de heye. Bruinessen dibêje ez teredût dikim ji bo netewperweriya Xanî, lê bêguman di Koyî de serpêhatiyeke netewperweriyeke romantik û îdealist heye. Koyî angaşt dike ku Mem û Zîn pirtûka kurdaye netewî ye. Lê dema ku tevgerên kurd derdiketine holê Mem û Zîn wek semboleke netewî dipejirînin û roleke girîng dine de.

b) Secera Kurdan: Di Nivîsa Diroka Kurda De Netew û Avakirina Nasnameya Netewî, Abbas Walî

Walî di vê gotara xwede  gelemperî li ser Netewperwerî û netewperweriya kurd disekine. Di sernava ‘‘Secera Kurdan’’ de qala Koyî dike. Abbas Walî dibe Hasanpour geşedana netewperweiriya kurd dixe sê beşan. Yek netewperweriya feodale an jî netewperweriya heyama derbase û netewperweriya çîna navîn e. Helbestvanên dirha xwe vê heyamê daye Ehmedê Xanî ye. Ya duyemîn jî heyama derbase ye ev jî di holê rakirina mîrektiyê kurd ên dawî destpêdike heta dawiya şerê cihanê yên yekemîn yanî 1918 de. Ev heyam jî bi helbestên Koyî tê temsîl kirin. Ya sêyemîn jî eve netewperweriya çîna navîn, ev jî 1918 destpedike heta dema me.

Walî di wir de li ser fikre Koyî yên sîyasî û rexneyên wî ye li ser çîna aristokrat û ruhban disekine. Helbestên Koyî tijî rexneyên li ser saziyên kevneşop, aristokrat û serokatiya olî re ye. Koyî nerazîbûna xwe nîşan dide ji bo serîdanîna wan li hember tirkan. Dixwaze ku dewleteke kurda ava bibe û di dibistanê vê de perwerdehiyeke nûjen û sekuler bibe. Mebesta dewleta Koyî ya Xanî cudatire. Gor Koyî damezrînerê dewleta kurd divê gel be. Seba ev armanca xwe pêk bîne gazî gel dike û dibê çekdarbin. Serokê kevneşop ên berê di dewleta Koyî de tu cihe wan tuneye. Û gele cihê wan kesa sinordarke.

Li gorî Walî, nîşankirina Hassanpour li ser Koyî cihdene. Hassanpour dibê ku Koyî hayadarê nûjeniya avakirina dewleteke kurd e. Ji bo vê Hasanpour wî wek pêşengê Kurdayetiyê dibine. Her çiqas rehên wî bigihêje entelijensiya kevneşopa olî jî Koyî di bin tesîra bûyerên sîyasî û çandî de ne. Sekularîzma wî. ya sîyasî û çandî, nêrîna wî ye nûjen û têgihên wek gel gele kurd ji bo îspatkirina wê bes in. Koyî, alîgiriya fikrên sîyasî û rêbarên çandî di pêşerojê de cih bigre, kiriye. Li gorî Walî, wek kirdeyê pêvajoya guherîna sîyasî têgiha gelê kurd herî pêşî Koyî derhistiye holê. Eva jî ji bo pêkhatina Kurdayetiyê herî girîng û berfirehiya Koyiye têkariya nîşandide.

c)Avakirina Nasnameya Kurd:Çavkaniyên Edebî û Dîrokî yên Pêşiya Sedsela Bîstan, Prof. Dr. Amîr Hassanpour.

Hecî Qadirê Koyî (1815-1897)

Hassanpour di derqeke jiyana Koyî perwerdehiya wî û fikrên wî agahî dide, lê me jor beşa ‘‘Li Kurdistanê de Zîman û Netewperwerî, Prof.Dr. Amîr Hassanpour’’ li ser wan sekinîbûn ji bo wê nepêwîste em disa li ser van bisekinin. Eme li ser beşa ‘‘Modernîteya Koyî’’ bisekinen. Hassanpour di vê sernava ‘‘Moderniteya Koyî’’ de li ser modernizma Koyî disekine. Li gor Hassanpour, Koyî moderniste çimkî di helbestên xwe de behsa tiştên modern dike. Disa behsa teşeyê edebî, rojname, kovar û romana dike. Behsa teknolojiya heyamê dike û qala alavên teknîk wek balafir, telgraf û gramafon û şêweyên nivîskî yên roman û rojname dike. Hassanpour dibêje ku, haya Koyî li cihanê û şoreşan heye lê ji bona pergala rêveberiya dewletê,  pergeleke nû derdinaxe hole, ji bo wî rêvaberiya mîrektiya rêveberîke îdeale û model e. Bi wî alî de li wek Xanî difikire. Ji bo vê Hassanpour, Koyî rexne dike ji bo çima pergaleke nû pêşniyar nake.

Cudabûna Koyî û Xanî eve, Koyî civaka kurde kevneşop re hevnayê û bi tundî hemberî wan disekine.  Hecî li çîna olî nefret dike û rixneya tîne ser wan. Ji gorî Hecî ew demagog, çevbirçî, serwetperest, tiral û bêzenaat û mexrîfet in. Dijberiya wana ya diji zimanê kurdî teşhîr dike.

Koyî perwerdehiyeke modern dixaze ji bo wê, dibê bila rojname û pirtûk verin derxistin û pêwiste ol di bin tesîra xurafeyan were derxistin. Koyî ji wî alî ji bo civaka kurd jiyaneke demokratîk dixwaze. Di aliye mafên jinan de jî pêşveçûye, dixwaze jin di dibistanên modern de bixwînin û perwerde bin. Koyî li ser şopa Xanî ve diçe û terîma ‘milla, milet’ dixe terîmeke etnik û sekuler û kurdan di netewe din vediqetîne. Dîsa têgiha ‘dewletê’ jî wek bi karanîna zimanê rojava weke ‘statu’ dipejirîne. Wiha dibeje, ziamanê kurdî di aliyê nivîse de pir dewlemend nîne divê rewşenbîr û nivîskarên kurd berhemên devkî berhevkin û têxin nivîskî. Koyî di vê fikra xwe ve nêzikî romantîkên Ewrupeyî difikire. Li gor romantîkên Ewrupeyî jî ziman û xwerûtiya teşeya jiyanê û ji bo şopandina wekxweyê kevneşopiya devkî dinerin. Lêkolînerên rojava bi gelemperî cihê Koyî yê di nav projeya netewperweriyê çavê xwe digrin û rola wî ye li ser netewperweriya kurdan nabînin. Tênê Edmonds, di qala Koyî dike derheqe wî wiha dibêje: ‘‘Koyî, mizgînvanekî teşeya netewperweriya kurdan a nûjene’’ wekî din kes zêde li ser Koyî nasekinin, ew jî şaşitiyeke mezine.

 

7) BENDNAME, Dİ GOTARA ‘‘ EM ‘EM’ Dİ EYNA DÎROKÊ DE,’’ REMEZAN ALAN

Alan di vê gotara xwe de li ser Koyî, Cegerxwîn, Kawa Nemir û Arjen Arî disekina van kesan wek pêşengên Koyî dibine û projeya modernîteya netewperweriya kurd, ya bi Koyî ve destpêdike ji van dide temam kirin.

Li gorî Remezan Alan; Dirok, êwra zeman e. Belkî jî ji ber vê yekê, di helbesta kurdî de dîrok û zeman du hal in. Lêbelê du halên dijî hev: Duha xweş û îroya xirab!

Pey re dibêje, şairê neyekparebûna zemanê kurdan Koyî ye. Behsa naveroka helbestên Koyî dike û naveroka van wiha kategorize dike: Kurdperwerî, pêşverû û dewletxwazî.

Li gor Alan, di naveroka helbestên Koyî de her tim serxwebûn (musteqiliyê), hevgirtû (îttifaq), xîretkêşî heye, ev nîşan dide ku ev li Xanî, li Koyî re mîras maye. Lê fen û sin’eta wî ji ilm û hikmeta Xanî cudatir bû. Pêşverûya Koyî, ruhê xwe ji serdemê werdigirt. Koyî ji wek rewşenbîrên heyamê yê osmanî difikirî yanî pêşveçûna rojavaya teknîkî ji bo pirsgirîkên netewî reçete didît. Lê ne wek alimekî, wek niştimanperwerekî. Ji bo vê Hassanpour vî wiha dibêje, ‘‘hawariyê kurdayetiya çîna navîn’’. Li gor Alan pêşketina Koyî di aliye ilm û fenê de ya Xanî cudatire, yanî pêşketina Koyî maddî ye.Koyî wek gorî dewrê difikire û hereket dike.

Dîsa Alan wiha dibêje, qesta Koyî Ewrûpa Frense ye. Bi Quleya Eyfelê ve bi sembolên xwe yên netew-dewletî ve model Frense ye. Ji netewperwerîtiya romantîk ya Koyî bêhna tekamûliya almanan nayê, jê bêhna îradeya sîyasî ya frensizan tê.

Alan dibêje ku, di hişmendiya kurdan û Koyî de esrî saadetek heye. Ev esr ‘‘dewra mîrîtiyan’’ e. Alan li wir tesbîte balkeş li ser Koyî dike û dibêje ku ‘‘Belam li hember ‘duha xwaş’ wek şevçiraxekî venamire ‘malkambax’. Koyî, jê dohnê  ‘’hêvî’’yê nahevişîne.’’ Ev terîma ‘‘duha xwaş û îroya malkambax’’ min dê tenê li gotara Alan de dît.

Dawî Alan wiha dibêje; şert û mercên bindestiyê, perîşaniya ku jê diwelide û çareseriya wê, di Koyî nûveyek e. Bo hemû tezaxûrên wê bindestiyê û çareseriya wê, lazıme mirov li benda Cegerxwîn be.

 

8)CELADET ELÎ BEDIRXAN, Bİ NAVÊ HEREKOL EZÎZAN NİVÎSEK Bİ NAVÊ ‘‘KLASÎKÊN ME’’ HAWAR, HEJMAR 33 SAL 1 COTMEH 1941.

Celadet di derqekê jiyana Koyî de kurtasî agahî dide û piştre wan anekdotê jêrîn paçve dike.

Celadet Bedirxan di gotara xwe ye navê ‘‘Klasîkê me’’ de derheqe Koyî wiha dibêje: ‘‘Dîwaneke Hecî ye mezin heye an hebû. Min dîwana wî dîtiye; bi destnivîseke hûr qedera 800 rûpelî hebû. Hecî dîwana xwe du nusxe nivîsandibû bû; heke nusxeke wê tirkan şewitandiye hey eko nusxa din rojekê bikeve destê me.’’ Dîsa Celedet wiha dibêje: ‘‘Ez dikarim bibêjim min Hecî dîtiye, lê nikarim bibêjim ez Hecî nas dikim. Ji ber ku Hecî çû ber rehmetê ez hêj nû ketibûm ser lingan.

Celadet dibêje: ‘‘Ezê îro helbesteke Hecîye neçapbûyî belav bikim. Herwekî me got Hecî perestişkarê Xanî bû. Hecî li ser Memozîna bavê min ya destnivîs helbesta jêrîn nivîsandiye.

Zemane resmi caranî ne mawe
Çiraxi nazim û minşî kujawe
Le dewri ême roman û cerîde
Egerçî meqsed e, zanînî baw e
Eman qedrê bizane em kitêbe
Le dinya êstekî hemtay ne maw
Le eyamî heyati şêxi Xanî
Le ser nisxey xet ew nûsirawe
Le layî erbabi xoy bo qedr û qiymet
Xezîney gewher e, û kisey diraw e
Le mecmûhi diwel, Soran û Botan
Le sayey em kitêbe nasirawe
Le kurdan xeyri Hacî û şêxi Xanî
Esasi nezmi kurdî danenawe

9)KOVARA DÎPNOT, HEJMAR 1/2010 AVRÊL-GULAN PÛŞPER

Di wê kovarê de di du gotaran de navê Koyî dervas dibe û nivîskaran derheqe Koyî fikrên xwe beyan dikin. Ew gotar yek ya Fırat Aydınkaya ye, bi navê ‘‘Golgotha Tepesinden İnmenin Arifesinde Vicahiye Çevrilmiş ‘Kürt Modernleşmesi Eleştirisî’ ’’ rupel 205-225. Di wir de Aydınkaya dema rexnaya modernîta kurd dike li wir jî bi kurtasî behsa Koyî dike.

Ya din jî gotara Martîn Van Bruniessene, bi navê ‘‘Ehmedê Xanî’nin Mem û Zîn’i ve Kürt Milli Uyanışının Ortaya Çıkışındaki Rolü’’ me di bin beşa Rehên Netewperweriya Kurd, Abbas Walî (Kürt Milliyetçiliğinin Kökenleri) de behsa wê mijarê kiri bû ji bo ne hewceye em dîsa ser vê bisekinin.

 

10)KOVARA W, HEJMAR 21/TÎRMEH-GELAWÊJ 2008, HEVPEYVÎN Bİ REŞÎD FİNDÎ RE SERWET

Reşîd Findî pirtûkek bi navê ‘‘Xanî û Hecî’’ nivîsiye di destpêkê de behsa çêbûna wê pirtûkê dike û paşê derheqe jiyana Hecî bi kurtasî agahî dide. Pişt re jî wan agahiyên balkêş di derheqe Hecî de dide.

‘‘Hecî Qadir dema ku li Koyê dijiya tenê helbestên evînî, sofîtî, û tiştên wisa dinivîse. Di helbestên wî de tu netewîtî tune bû. Piştî ku Mem û Zînê dixwine dest bi helbestên netewî dike. Û gelekî di bin tesîra Ehmedê Xanî de ye. Gelek helbestên wî wek yên Xanî ne. Di helbestên xwe de çend caran navê Mem û Zînê û navê Xanî dide. Min helbestê her duyan jî xwend da ber hev, min dît ku tesîreke mezin a Xanî li ser Hecî heye. Ji ber vê yekê jî min navê pirtûka xwe danî ‘Xanî û Hecî’. ’’

MODERNÎTE Çİ YE? *

Modernîte, nave organîzasyona pergala nirhên civakî ya li Ewrûpa nêzikî sedsala XVIIan de derketiye hole û di nava demê de belavî cihanê bûye ye. Bi gelemperî kevneşopî digel dijberî û jê bûna wê; keseyatî, civakî û veguherandina hemû qadên jiyana polîtik an jî guherandina wan e. Li gorî Anthony Giddens ev wesfên modernîteyê dixe resen yek jî taybetiya vê ye bêdevamî ye. Modernîte, hemû qonaxên jiyana takekesî û civakî him kurahî him jî aliyekî berfireh pêçaye û guhirandiye.

Peywendarê modernbûn û modernizmêye, lê têgiheke wek wana nine. Peywendîke wane hebe jî di aliyê dîrokî û ifadekirina wateyî de li hev diqetin.

Modernîte, hêza xwe ye felsefî li felsefeya ronakbûna sedsala XVIIIan sandiye, hiş û mirov wek navend nişandide û jiyana civakî rasyonalîze dike, Olê di jiyana civakî de davêje paş de jî laîktî wek hêman dipejirîne. Biker û belavbûna hêzgirtina fikra azadiyê û navenda hemû van fikrên sîyasî û felsefî ve wate digre. Wek kurtasî modernîte; bi aliyê fikrî heyama ronakbûnê  ve, wek polîtîk Şoreşa Frensî ve û wek aborî jî girêdaye Şoreşa pîşesaziye ye.

Nêrînên li ser Modernîteyê

Karl Marks, Emîle Durkheim û Max Weber li aliyê civaknasiye de parêzvanên modernîteyê girîng in. Marx sedema guherîna saziya modernîteyê, kapîtalizmê derdixe pêş, Durkheim jî pêvajoya pîşesaziyê derdixe pêş de. Li gor Durkheim kapîtalîzm bi bandor be jî lê ne wek navendî ye. Li gor Weber jî teknolojî û rasyonelbûna bandorên modernîteyê herî girîng dibîne û burokrasiye jî wek encama vê pêvajoya yekemînî dipejirîne. Giddens, dijî ciyawaziya wan tiştê misegorî nîqaşekî derdixe pêş. Li gor wî modernîte hemû wan wesfên di nav xwe de rastiyeke pir aliye.

Çavkanî :(*) http://tr.wikipedia.org/wiki/Modernite

MODERNÎTEYA KURD

Li gor me modernîteye kurd bi hatina Hecî Qadirê Koyî li Stenbolê destpêdike. Yanî di 1839-1840 de destpêdike. Paşê jî netewperwerê mîna Xelil Xeylî, Hemzeyê Muksî, Ebdirehîm Hekarî, Pîrêmerd, Cemîlpaşazadeyan û bi Bedirxaniyan berdewam dike heta roja me. Modernîteya Kurd, modernîteyeke derengmayî ye. Çima derengmayî ye? Ger em modernîteye rojava protîp bigrin ku wî çaxî bersiva pirsa me yê derkeve hole. Modernîteya Rojava sedsala 17an destpêdike û serbixwe ye yanî ne bi deste dewletê ne jî tenê bi destê rewşenbîra çêbiye û di nava xwe de totaliter e. Modernîte di rojava de bi bilindbûna kapîtalizma aborî ve destpedike. Ji bo pêşketina vê netewe-dewlet civakeke rasyonalist û burjuva an jî çîna navîn lazim e. Di vê modernîteyê de takekesîtî derdikeve pêş û li hember ilm û fenê têkçuna otorîteya olî çêdibe. Bi kurtasî mirov bibêje wiha ye sanayî û sekulerî pêwîste ji bona modernîteyeke zexm.

Wan tişte me jor behs kirin yek jî di modernîteya kurda de tuneye. Ne netew-dewleta wan heye ne jî çîna wan ya burjuva heye ne jî Kurdistan aliye iilm û fenê pêşte çûye û ne jî sanayiya vê heye. Dîsa bingeha wê modernîzmê di nava gel de jî tune û he jî otorîteya olî têk neciye.

Modernîte ger lêgerîna kesayetî ya kirdeyê be û ev bi têkçûna metefîzîkê gihîştibe merhaleya dawîn, yên derengmayî (xasma jî modernîteyên Rojhilatî). Di ber vê têkçûnê re derbas bûne. Di wan de tucar nayê dîtin ku mirina Xwedê hatibe îlankirin (li rojava ev îlankirin, Nîetzsche kir, li gor vî Xwedê mirîye û mirovan ev kuşt.) Çi ye ku kevneşop (tradisyon/gelenek) di van de wek warekî hatiye parastin. Veqetandineke mezin çênebûye, serboriya kesayetiyê ya bi têkiliya ruh re ber bi çêbûna ‘‘kirde’yê ve nekemiliye. Lewma nakokiya van modernîzasyonan ev e: An li ser zemînekî bê praksîs (peyk, tetbîq, pratik) xwestine modernîteyê ava bikin an jî modernîteyê wek praksîsek dîtine kul i wê dere metafizik tu derb nexwariye.1

Li gor Abbas Walî, entelijansiyaya kurd modernîteyê bi modernizmê re terîf dikin û li hemberê modernîteyê nêrîneke vane pozîvîstî heye. Modernbûyinê bi tene wek zanist, teknolojî hwd. Terîf dikin.

Li gor Firat Aydinkaya, modernîzma kurd tuneye lê belê modernkirên kurd hene. Mixabin qet yekî wan modernkirinan xweyê projeke civakî û amedekirina rêvebirineke fikrî û utopyaya civakî nînin. Li gorî berevajiya modernbûyina Ewrûpî heman heman qet cihekî di modernbûyina kurd de bûrjûvazî tuneye. Heta çîna navîn jî nû yanî sedema me de tev wê modernbûyinê dibe. Dewsa wê mînakên wek Cemîlpaşazadeyan û Bedirxanî betilê ronakbîrên arîstokratîk bizavên avakirinê bikartînin.

Li gor Aydinkaya rola kovara hawar û Celadet Elî Bedirxan li ser modernîteya kurd pir e. Ji bo wê Aydinkaya dibêje ku ‘’heger dewleta Kemalîsta hebe Hawara kurda heye ye’’ Hawar ji bo civaka modern zimanekî standart û perwerdehî diafirîne û dizane ku heger ziman çênebe civak jî çênabe, ji bo wê gelekî ser ziman disekine. Di Koyî destpêbikê heta Celadetde li binhişiya modernîstên kurd du tema hene, Şûr û pênus in. Ev retorik di Xanî de jî heye. Ji bo pêşveçûna zimên dewletek lazime, ev dewleta jî bê çek û ilm û fenê nayê avakirin.

Celadet di helbesta xweye ‘‘Xençera min’’de ji bo serkeftin û parêza Qelemê li ser rola sîlehê disekine. Aydınkaya dibêje ku; mirov dikare metafora ‘‘Xençer’’ ya Celadet muqayeseyî ‘‘Kêrik’’a Fanon bike. Bi rastî Fanon ji bo dîji tunda mêtingehiyê, bi kêrikekî be jî divê mirov têkoşîn bide. Celadet jî wisa difikire, divê mirov her tim li dijî serdestan têkoşîna çekî bide.

Bi kurtasî, modernîteya kurda modernîteyake derengmayî û kirdeya wê ne çînîye li wir kirde rewşenbîrên aristokrat in.

1 Ev li notên dersa edebiyata nûjen a Remezan Alan hatiye girtin.

MODERNÎTEYA KOYÎ

Koyî modernistên kurd ên yekemîn e. Li ba lêkolînerên kurdolojiye modernîteya kurd bi hatina Koyî ya Stenbolê dest pê dike yanî di 1839-1840 de. Di modernîteya Koyî de teoriya mafên gelan ya rojava tuneye. Di modernîta Koyî de pêşveçûna ilm û fenî heye. Li ba Koyî rojava li aliyên teknîk û fên pêşveçûye nema niha serbixwe û azad in. Divê em dixwazin azadbin gerek em jî bi aliye ilm û fenê pêşve herin.

Ehlî japon be fenn û sin’etî çak

Seyrî çon Çînî girt û kirdiye xak

Ew beyt nêrîna Koyî ya li ser modernîzme bi zelalî derdixe ber çavan. Li wir dibêje bi saya ilm û teknîkê neteweke çil milyon (japon) dikare neteweke çarsed milyonî bigirta û wî bikira dîlê xwe.1

Modernîteya Koyî ne wek modernîteya rojavaye, her çiqas Koyî demokatîkbûna şêweya jiyana kurd bixwaze jî demokrasiya wek a burjûva neafirandiye. Di Koyî de têgiha mîna serdestiya gel ya İngiliztan, Fransa û ABD hatiye avakirin tuneye. Armanca wî ye bingehîn ne demokrasiye serxwabûne. Li tevgerên ermenî, sırp û bulxaran en serxwebûnî yên li dijî Osmaniyan îlham digre. Lê qala şoreşên Frensî yên di 1789 û 1848an de nekiriye. Ji bo kurdan re bibe model behsa serhildana Sudanê (1881) dike. Lê behsa Komîna Parîsê (1871) nake, ev vê di heyama de şoreşa civakiye herî girîng e. Ev jî nîşandide ku Koyî, şoreşa civakî an jî serdestiya modern zêdetir bi tene tevgerên azadiye re eleqedar dibe. Li wî aliye ve wek Xanî difikire.

Bulxar û sırb û yonan, hem ermenî û qeretax

Her pênceyan be te’dad (nifûs)nabin be qeddî (qasî) baban

Her êke musteqîll in kullêkî dewlletêk in

Sahîbî ceyş (artêş) û rayet, erkanî herb û meydan

Hem heqayene ermen xîretkeşî yektir in.

Wek ême nîn le gell yek de’wa biken be şîran

Bo fennî herb û sen’et, bo zept û rebtî millet

Deynêrine Urûpa gewre û biçûkî xoyan.

Li van rêzekan jî diyare ku Koyî serketina van netewan girêdayî bi xîretî, xebat, yekîtî û pêşveçûna teknikî dike. Dibê ev pênc netewe serhev wake serjimara Kurd nabe lê mixabin ev niha serbixwene lê em hê bindestin, heger em jî bixebitin û li aliye fen û ilme Ewrûpa mînak bigrin em ê jî serdestbin. Ew fikrên Hecî ne dûrê fikrên rewşenbîrê rojhilat ên vê dewrê ne. Him rewşenbîrê Osmaniyan him jî rewşenbîre rojhilatê ên wê dewre wiha difikirîn. Dibêjin sedema paşveçûna tiral û bêxîretî ye. Rewşenbîrên vê dewrê yên wek Muhemmed Abduh, Cemaleddîn Efganî û Reşît Riza wiha difikirîn, li gor van, pêşketina hevdem, rewşeke xwezayî bû û ev yek di nav ayetên Quranê de jî hebûn. Ev fikrên reformist rê li ber vedikir ku dema misilman bixwazin ji Ewrûpayê hin fikrên sîyasî û hin dezgehên rêveberî webigrin, karê wan hêsan bibe. Mesela bi vî awayî fikra otorîteya dewletê ya ku bi meramnameyekê sînor bûye (meşrûtiyet an jî cumhuriyet) di nav rewşenbîr û elîtên vê cografyayê de belav bûye.Dema min ev xwend kovar ‘‘Büyük Doğu’’ (Rojhilata Mezin) hat ber çavê min. Ev kovar di navbera 1943-1978an de di aliye Necîp Fazil Kisakûrek de dihate derxistin. Di qapaxeke vê kovarê de aliyekî mînarên camîyan bilindibûn aliyekî jî bixeriyê febriqeyan. Moderîzma Koyî jî wisane, erê, em ilm û teknîka rojava hildin lê aliye kevneşopî û jiyana civakî em xwe bin, ne wek rojava bin.

Her çiqas Koyî di helbestê xwe de behsa fen û ilm û teknîk û pêşketinê bike jî di aliye rêveberiye de wek berê difikire. Li bo rêveberiya Kurdistana serbixwe modela wî mîrektiyên kurdayê feodal in.

Kiwa walîyî Senenduc, begzadey Rewandur

Kiwa hakimanî Baban, mîrî Cizîr û Botan

Kiwa ew demey ke kurdan azad û serbexo bûn

Sultanî mullk û millet, sahîbî ceyş û ‘irfan3

Koyî perwerdehiyeke modern dixaze ji bo wê, dibê bila rojname û pirtûk verin derxistin û ol di bin tesîra xurafeyan derkeve. Koyî ji wî alî ji bo civaka kurd jiyaneke demokratîk dixwaze. Aliye mafên jinan jî pêşveçûye, dixwe jin di dibistanên modern de bixwînin û perwerde bin.

Koyî li ser şopa Xanî ve diçe û terîma ‘milla, milet’ dixe terîmeke etnik û sekuler û kurdan di netewe din vediqetîne. Dîsa têgiha ‘dewletê’ jî wek bi karanîna zimanê rojava weke ‘statu’ dipejirîne. Wiha dibeje, ziamanê kurdî di aliyê nivîse de pir dewlemend nîne divê rewşenbîr û nivîskarên kurd berhemên devkî berhevkin û têxin nîvîs. Koyî di vê fikra xwe ve nêzikî romantîkên Ewrupeyî difikire. Li gor romantîkên Ewrupeyî ziman û xwerûtiya teşeya jiyanê û ji bo şopandina wekxweyê kevneşopiya devkî dinerin. Lêkolînerên rojava bi gelemperî cihê Koyî yê di nav projeya netewperweriyê çavê xwe digrin û rola wî ye li ser netewperweriya kurdan nabînin. Tênê Edmonds, di qala Koyî dike derheqe wî wiha dibêje: ‘‘Koyî, mizgînvanekî teşeya netewperweriya kurdan a nûjene.

Li vî alî ve Koyî li Xanî diqete Koyî li dijî paşverûtiya civaka kurde kevneşop helwesteke tund digre. Huner û zanistên nû, teknolojiyen ragihandinê yên nû, belavkirina xwendin û nivîsandina zikmakî, perwerdehiya jinan, werger kirin li zimanên biyanî, derxistina rojname û pirtûk bi zimanê kurdî û zelalkirin û rizgarkirina olê li xurefeyan û demokratîkbûna jiyana kurd dixwaze û diparêze. Ji bo wî melayekî dijî xwendina jina derkeve ev bêdîn û bêîmane. Heger kurdetiya Xanî mêr be, ya Koyî jin e. Teamulin wî yî demokratîk û daxwaztina wî ye ji bo jînan jî  perwerdehiya zikmakî, kurdetiya wî dixe modern. Ev nîşandide ku Koyî modernîstê kurd ê yekemîne û fikre vî jî gelek pêşveçûye.

Koyî, di helbestê xwe de êrîş dibir ser çîna ruhbana û hewil dida rêya zanistê nîşanî xelkê bide û durûtiya şêxan nîşan dida. Hecî li çîna olî nefret dike û rixneya tîne ser wan. Li gorî Hecî ew demagog, çevbirçî, serwetperest, tiral û bêzenaat û mexrîfet in. Dijberiya wana ya dijî kurdî teşhir dike.

Wek wê helbesta xwe de:

Şiklî tekeye û xanegahî şêxakan

Waqî’en rengîne e emma bo rîyan

**  **  **  **  ** ** ** ** **

Lem hemû şêx û murîdenay rîya

Ferdekî naçête mizgewtî Xuda3

Li gorî Koyî, şêx û murîdên wan gel dixapînin û zikrû du’ayên wan ve qet tiştek çareser nabe. Eger çareser biya mirov wekî Qarûn dewlemend bibûya.

Koyî di helbestên xwe de ne tene dijî çîna ruhban derdiçû, wê zêdetir jî dijî dewletên dagirker derdiket û hewl dida ji bo hişyarkirina netewa kurd. Kurdan li dijî wan sefseteyên olî hişyar dike û bala wan dikişîne pêşveçûna Ewrûpa û Japonya yê. Li wir jî xuya dike fehmkirina Hecî ya modernîte û modernîzmê zanist û teknîk e.

Ji bo pêşxistina civaka kurd û serxwebûna û yekîtiya Kurdistanê bi hemû hêza xwe dixebite.Em dikarin bibêjin Koyî him netewperwerê kurd ên nûjenê yekemîne him jî modernistê wêjeya kurd ê yekemîne. Helbestên Koyî tijî rexneyên li ser saziyên kevneşop, aristokrat û serokatiya olî re ye. Koyî nerazîbûna xwe nîşan dide ji bo serîdanîna wan li hember tirkan. Dixwaze ku dewleteke kurda ava bibe û di dibistanê vê de perwerdehiyeke nûjen û sekuler bibe. Mebesta dewleta Koyî ya Xanî cudatire. Gor Koyî damezrînerê dewleta kurd divê gel be. Ji bo vê seva ev armanca xwe pêk bîne gazî gel dike û dibê çekdarbin. Serokê kevneşop ê bere di dewleta Koyî tu cihe wan tüneye. Û gele cihê wan kese sinordarke.

Li gor Alan, pêşketina Koyî di aliye ilm û fenê de ya Xanî cudatire, yanî pêşketina Koyî maddî ye.Koyî wek gorî dewrê difikire û hereket dike.

Li gorî Walî, nîşankirina Hassanpour li ser Koyî cihdene. Hassanpour dibê ku Koyî hayadarê nûjeniya avakirina dewleteke kurd e. Ji bo vê Hasanpour wî wek pêşengê Kurdayetiyê dibine. Her çiqas rehên wî bigihêje entelijensiya kevneşopa olî jî Koyî di bin tesîra bûyerên sîyasî û çandî de ne. Sekularîzma wî. ya sîyasî û çandî, nêrîna wî ye nûjen û têgihên wek gel gele kurd ji bo îspatkirina wê bes in. Koyî, alîgiriya fikrên sîyasî û rêbarên çandî di pêşerojê de cih bigre, kiriye. Li gorî Walî, wek kirdeyê pêvajoya guherîna sîyasî têgiha gelê kurd herî pêşî Koyî derhistiye holê. Eva jî ji bo pêkhatina Kurdayetiyê herî girîng û berfirehiya Koyiye têkariya nîşandide.

Koyî him şahidê tekçûna kurda ne him jî şahide şiyarbûna kurda û netewperweriya kurd e. Koyî ruhê Kurdistana yekgirtî û serbixwe ye.

Çavkanî:

1-Li Kurdistanê de Zîman û Netewperwerî, Prof.Dr. Amîr Hassanpour, Weşanên Avesta, çapa yekemîn/2005, İstanbul

2-Mejuy Edebî Kurdî, Merûf Xeznedar, , Ma’arif Pres, Bexda

3-Mejuy Edebî Kurdî, Alaaddîn Seccadî, Ma’arif Pres, Baxda

4-Tarixa Edebiyata Kurdî, Qanadê Kurdo, Özge yayınları,1992, Enqere

5-Destpêka Edebiyata Kurdî, Mehmet Uzun, İthakî yayınları, çapa şeşemîn, Stanbol, 2008

6-Rehên Netewperweriya Kurd, Abbas Walî, (Di bin vê beşê de nivîsên Abbas Walî, Amîr Hassanpour û Martîn Van Bruinessen hene.)-Weşanên Avesta , çapa yekemîn/2005, İstanbul

7-Bendname, di gotara ‘‘ ‘Em’ di Eyna Dîrokê de’’ de, Remezan Alan, Weşanên Avesta, 2009 Stenbol

8-Celadet Elî Bedirxan bi navê Herokol Ezîzan nivîsek bi navê ‘‘Klasîkê Me’’ Hawar, hejmar 33 sal 1 Cotmeh 1941.

9-Kovara Dîpnot, hejmar 1/2010/ Avrêl-Gulan-Pûşper

10-Kovara W, hejmar 21/Tîrmeh-Gelawêj 2008, Hevpeyvîn Reşîd Findî re

11- Kurdistan Post, Erdoğan Alparslan, Romantik bir milliyetçi Hecî Qadirê Koyî,http://eu.kurdistan-post.eu/uploads/posts/2011-10/13_portre_haciqadri_ko...

12-http://tr.wikipedia.org/wiki/Modernite

 

Комментарии

Комментарии только разблокирована после модератор одобрил их.

Filtered HTML

  • Адреса страниц и электронной почты автоматически преобразуются в ссылки.
  • Разрешённые HTML-теги: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Строки и параграфы переносятся автоматически.

Plain text

  • HTML-теги не обрабатываются и показываются как обычный текст
  • Адреса страниц и электронной почты автоматически преобразуются в ссылки.
  • Строки и параграфы переносятся автоматически.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News

Политика

Эрбиль, Курдистан - В послании по по случаю 25-й годовщины  химического нападения  на Халабджу, премьер-министр Турции Реджеп Тайип Эрдоган назвал убийственную жестокость Саддама Хусейна как престу

Аналитика

Так, к примеру, турецкий режиссер Мустафа Алтыоклар несколько раз публично выступал даже за необходимость отделения Курдистана (!) для последующего объединения с Турцией на равных условиях

СМИ

В газете Вашингтон таймс опубликована  заметка журналиста Jennifer Harpe в которой он  пишет, что численность курдского населения округа Нешвилл, за последные годы, значительно увеличилась и этот р