ala kurdistan
Ey Reqîb

Li Sovyetistanê Yekemîn Weşanxaneya Kurdî Zengezûr - Salihê Kevirbirî

Kurdên Sovyeta Kevin bi awayeke giştî li Ermenistan, Gurcistan, Rûsya, Azerbaycan, Ûkrayna û li welatên Asya Navîn dijîn. Kurdên Asya Navîn jî li Kazakîstan, Ozbekistan, Tirkmenîstan û Kirgizîstanê dijîn. Di nav wan welatan de kurd herî kêm li Kirgizîstanê dijîn û bi awayeke fermî hejmara wan li dora 14 hezar kesî ye. Lê li vî welatê ku hejmara xwîneran bi qasî tiliyên du destan kêm in, weşanxaneyeke kurdî hatiye vekirin û heta niha bi têra xwe kitêbên kurdî pêşkêşî kitêbxaneya kurdî kiriye.

Weşanxaneya Zengezûrê sala 2006ê ji hêla rojnameger û nivîskarê kurd Hejarê Şamil ve li Bîşkeka paytexta Kirgizîstanê hatiye avakirin. Şayanê gotinê ye ku Hejarê Şamil kurê rewşenbîr, şaîr û kurdologê kurd ê navdar Şamil Eskerov e. Şamil Eskerov di dema Sovyetê de, li seranserê Azerbaycanê xwediyê yek ji mezintirîn kitêbxaneyekê bû.

Di bin banê Zengezûrê  de heta niha bêhtirî 20 kitêb hatine çapkirin ku piraniya van kitêban bi zaravayê kurmancî ya kurdî ne. Çend kitêb jî bi rûsî û tirkî hatine çapkirin, lê tevahiya kitêban li ser çand, huner, wêje û siyaseta kurdan in.

Balkêşiya Weşanxaneya Zengezûrê ew e ku ne tenê li Kirgizîstanê, lê li tevahiya welatên Sovyeta Berê yekemin weşanxaneya kurdî ye ku hatiye avakirin. Rast e, li gelek welatên mîna Ermenistan, Gurcistan û Rûsyayê ‘kitêbên kurdî/kitêbên li ser kurdan’ hatine weşandin, lê tevahiya wan kitêban di weşanxaneyên fermî yên wan dewletan de hatibûn weşandin û belavkirin. Lewma jî Zengezûr di çapemenî û weşangeriya kurdî de dezgeheke girîng e.

Avakar û xwediyê Weşanxaneya Zengezûrê Hejarê Şamil di vî warî de agahiyeke balkêş dide û diyar dike ku kurd ji sala 1937ê ve li Kirgizîstanê dijîn, lê heta sala 2006-ê ne bi kurdî, ne jî li ser kurdan kitêbek jî nehatibû weşandin.

 Hejarê Şamilê ku ji Herêma Kurdistana Sor e, sala 1966ê li bajarê Kelbecerê hatiye dinyayê. Sala 1989ê li Bakûya Azerbaycanê Enstîtuya Pedagojiyê temam kiriye, di navbera salên 1984-1986an de leşkeriya Artêşa Sor kiriye. Şamilê ku ji nîveka salên 1980-yî dest bi kare rojnamegeriyê kiriye, ji sala 2006ê ve jiyana xwe li Bîşkekê berdewam dike.

Zengezûra ku bi kesekî dest bi weşana xwe kir, vê gavê bi komekê xebatên xwe berdewam dike. Gulşena Mûsayê Beşkî, Viktoriya Boytsova û Kamiz Şeddadî hewla başkirina xebatên weşanxaneyê didin.

Gelo çima Zengezûr? Ev nav ji ku tê? Bersiva vê pirsê li cem Hejarê Şamil e: “Dema Kurdistana Sor hate avakirin, bajarê Zengezûrê mezintirîn devera vê herêmê bû. Ev dever bi ser wîlayeta Yelîzavetpolê ve bûye ku sala 1868ê de hatiye avakirin. Sala 1921ê bajarê Zengezûrê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de hate dabeşkirin

Çend berhemên ku Weşanxaneya Zengezûrê çap kirine ev in:

‘Çelovek Legenda, (Mirovê Efsane), 110 Saliya Mele Mustefa Barzanî, E. Ziyo Bedirxan, 2013

‘Zimanê Kurdî. Bona dersxane II-V’, Kinyazê Îbrahim, kurdî, 2006’,

‘Zimanê Kurdî. Bona dersxane VI-IX’, Kinyazê Îbrahim,  kurdî, 2006’,

‘Jiyan di rêya welatparêziyê de’, biyografî, kurdî, 2007’

‘Dîlbera min’, Barîyê Bala, helbest, kurdî, 2008

‘Berevok’ Wezîrê Nadirî, kurdî, 2009

‘Kulîlkên neçilmisî’, helbest, kurdî, 2011

‘Axîna Dil’ Hesenê Hecîsilêman, helbest, kurdî 2011

‘Êşa Dil, Evdille Îbrahîm Şemoyî, helbest, kurdî,  2011

‘История Кавказского Курдистана’ (Tarîxa Kurdistana Kafkasyayê) Wekîl Mustafayev, lêkolîn, rûsî, 2011

‘Rêbera Axaftinê’, Rûsî-Kurdî, Kamîz Şeddadî, 2012

Hejarê Şamil diyar dike ku ew vê gavê amadekariya sê kitêbên nû dikin: 1- Ferhenga Beşavendên (kafiye) Kurdî. 2- Ferhenga Rûsî-Kurdî (40 hezar peyv) 3- Sed Kurdên Sovyetê.

Gelo têkiliya Zengezûrê bi sazî û dezgehên weşangeriya kurdan re çawa ye? Gelek festîval, seminer û fûarên kitêban çêdibin, Zengezûr beşdarî li van dike an dixwaze bike? Hejarê Şamil li ser vê yekê wiha dibêje: “Mixabin me zêde têkilî nîn in. Hêdî hêdi çêdibin. Yekitiya Nivîskarên Dihokê kitêba Bariyê Bala ku me weşandibû bi tîpên aramî jinûve çap kir. Carcaran gazî dikin, lê heta niha derfeta min a çûyînê nebûye. Lê ez dixwazim serdana Kurdistanê bikim.”

* Di rojnameya Rûdawê çapa Ewropayê, hejmara 225-an de hatiye weşandin ku li Dusseldorfa Almanyayê bi awayeke periyodik heftane tê weşandin. (S.K)

[email protected]

Комментарии только разблокирована после модератор одобрил их.

Filtered HTML

  • Адреса страниц и электронной почты автоматически преобразуются в ссылки.
  • Разрешённые HTML-теги: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Строки и параграфы переносятся автоматически.

Plain text

  • HTML-теги не обрабатываются и показываются как обычный текст
  • Адреса страниц и электронной почты автоматически преобразуются в ссылки.
  • Строки и параграфы переносятся автоматически.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News

Политика

Эрбиль, Курдистан - В послании по по случаю 25-й годовщины  химического нападения  на Халабджу, премьер-министр Турции Реджеп Тайип Эрдоган назвал убийственную жестокость Саддама Хусейна как престу

Аналитика

Так, к примеру, турецкий режиссер Мустафа Алтыоклар несколько раз публично выступал даже за необходимость отделения Курдистана (!) для последующего объединения с Турцией на равных условиях

СМИ

В газете Вашингтон таймс опубликована  заметка журналиста Jennifer Harpe в которой он  пишет, что численность курдского населения округа Нешвилл, за последные годы, значительно увеличилась и этот р