ala kurdistan
Ey Reqîb

Bêdengiya Barzanî

Komkujiyên li derdora Helebê, di navbera PKK û PDK (Kurdistana Federe) de ’nakokiyên Rojava’ derxistin holê.

Ji her du aliyan, bi taybetî ji Başûrê Kurdistanê daxuyaniyên tundraw û dijwar tên bihîstin. Pêwist e di demekê kin de daxuyaniyên wusa bi dawî bin.

Bêguman, wekî gotina Huseyin Turhallı (“Rojava, Devrime Mağrur Yürüyor“ http://kurdistan-post.eu/tr/kurdistan/rojavadevrime-magrur-yuruyor-husey...) derfeta wiha ya reveberiya Kurdistanê tuneye ku, destekariya Suriye bike û li dijî El Nusra şer îlan bike. Tu kes hêviya vî tiştî nake.

Tu welatparêzên Kurd ên bi aqil, ji birêz Barzanî daxwaz nakin ku li dijî El Nusra şer îlan bike û arteşa pêşmerge bi dengê def û zirnê bişîne Rojava.

Lê, gelo li hemberî komkujiyê dengbilindkirin jî zehmet e?

Şirovegerê navdar ê çapemeniya Kurdan BB & K, di vê mijarê de, li ser malpera me wiha nivîsandibû:

“Pêwîst e PDK û YNK gazî eşkaratiyê bikin û Başûriyan derxin kolanan. Niştecihên Rojava qey ne Kurd in? We qet bihîstiye ku li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê ji bo Rojava xwepêşandan çêbûne? Min ne bihîstiye.“

Başûrî li dijî komkujiya Rojava bêbertek û bêhestiyar in û Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî heta niha bi zimanekî tund komkujiya li Suriyê şermezar nekiriye. Ev rewş, rewşeke bi problem e.

Bi baweriya min, Serokatiya Kurdistana Federe, pêwist e ne tenê Konseya Kurd a Bilind biparêze, lê divê desthilatdariya PYD-ê ya leşkerî jî, li Rojavayê Kurdistanê bipêjirîne û biparêze.

Em dizanin ku di salên 90’î de di nav reveberên PKK’ê de mirov hebûn ku digotin: “Divê em PDK û YNK li Başûr tune bikin!” Em qet naxwazin bawer bikin ku reveberiya Başûr şaşî û çewtiyeke wiha li Rojava dubare bike.

Îro aliyê ku nîqaşa “sînorên Başûr û Rojava girtî ne an vekiri ne” bidawî bike kî ye? Helbet reveberiya Herêma Kurdistana Federe ye!

Di vê mijarê de gelek berdevkên reveberiya Herêma Kurdistanê, daxuyanî didin çapemeniyê. Di daxûyaniya Wezereta Navxwe (Hûndir) de wiha tê gotin:

“Deriyê sînor ê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de, ji bo mijarên mirovî û şandina alîkariyên mirovî vekirî ye, nehatiye girtin û ewê tu caran jî neyê girtin.”

Berdevkekî din ê Hikûmetê wiha dibeje: “Sînor ji bo armancên mirovî û çûn û hatina xelkê vekiriye.”

Yekî din dibêje: “Derî li ber nexweş û alîkariyên mirovî vekiriye.”

Ango birayên Başûrî wiha dibêjin: “Sînor vekiriye lê…”  Şerh datînin. 

Sînorên di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de divê “bê şerh” vekirî be.

Di van rojan de misilmanên îdêolojîk ên kurd ên Bakurê Kurdistanê ezmûnên ne baş didin. Em dizanin ku îro di rêzên El Nursayê de gelek Kurd hene ku di bin îdeolojiya İslamî de li hemberî birayên xwe yên bîolojîk şer dikin.

Helbet ev ecêb e û mijareke şermezarî û rûreşiyê ye. Ji bo jiholêrakirina rewşên wiha, erkên mezin dikevin ser milên welatparêzên İslami.

 Îro PYD (PKK) li Rojava şer dike, PDK (Kurdistana Federe) jî çavdêriya vî şerî dike ango dişopîne.

Pêwîst e yê ku li dijî dijmin şer neke, li cem yê ku şer dike bisekine. Me her tim wiha kir. Bi kurtayî, di vê rewşa de, divê birêz Barzanî pêveberdêr be, bi tundî qetliama Rojavahiyan şermezar bike û YPG-ê wek artêşa Rojava bipejirîne.

Belê, berpirsiyariya neteweyî vî tiştî dixwaze.

Ji bo vê yekê hostahiya siyasî û zeka ango jîrîtiyên bihêz ne pêwist in. Sekna Kurdîstanî bes e û zêde ye jî. Em hêvî dikin ku birêz Barzanî sekin û helwesteke wiha nîşan bide. Mezinahî, xwe mezin nîşan kirin nîne. Lê rêvekirin e, mezinkirina heval û birayan bixwe ye.  

Wekî din vekişandiniyên di nav partiyan Kurdan piştî komkujiyên li Sûrî dibe ku Kongreya Neteweyî bixe xeterê.

Hejarê Şamil

[email protected]

 

Bİ TİRKÎ. Barzani'nin suskunluğu...

Yorumlar

Belê, divê Birêz Berzanî biryarekê bide: ew serokekî Kurdistanê yê, an serokê KDPê ye? 

Gelo mêrxasiya Birêz Berzanî bi qasî ku ew ji Dewlata Romî destûrê digire ve girêdayî ye? 

Gelo Desthilatiya Herêma Kurdistanê ne ji Rusyayê nêzîktir e ji Rojavayê re. Ev çend car in ku Rusya qala tevkujiya li dij Kurdan dike, lê deng ji serokên me yên birêz dernakeve. 

Nêçîrvan Berzanî serokwezîrê kîjan miletê ye, gelo?

Gelo ew zarok û jinên Rojavayî yên qetilkirî tirk bûna, serokên me yên birêz dê wiha bêdeng bimana?

 

dest u pênusa te sax be.  hêvidar im ev nivîs deng bide. barzani serokê 4 milyon kurd e lê 36 milyonê dî bi xemgînî li benda helwest û tevgera wî ne

Yorumlarınız moderatörlerin onayından geçtikten sonra yayınlanacaktır.

Filtered HTML

  • Web sayfası ve e-posta adresleri otomatik olarak bağlantıya çevrilir.
  • İzin verilen HTML etiketleri: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Satırlar ve paragraflar otomatik olarak bölünür.

Plain text

  • Hiç bir HTML etiketine izin verilmez
  • Web sayfası ve e-posta adresleri otomatik olarak bağlantıya çevrilir.
  • Satırlar ve paragraflar otomatik olarak bölünür.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.

Rojname Kurdish News