ala kurdistan
Ey Reqîb

Bawer nekin

 

Ku serokekî partiyeka bakûrî ji bo kurdên Rojava bibêje ”Esad merivekî baş e” û banga destekdayîna Esad li wan kurdan bike, ez ê bawer nekim ku ew bangeka xwedî aqilane û hişmend e.

Esadê ku kurdan di zindanan de terkî mirinê kiriye, bi tu awayî mafê mirovî bi wan nedaye nasin, nasnameyê nedaye wan, li ba zilm û zorê kemera ereban ji bo kêmkirin û ji welatên wan deranînê ava kiriye ew kesê dawî yê cîhanê ye ku kurd berê xwe lê bizivirînin û nexasim destekê bidinê.

Icar ku serok an jî sermezinekî kurd ê bakûr rabê û vê saloxiyê ji bo kurdên Rojava bixwaze, ê li min çewt bê û ez ê wisa bifikirim ku lîstikek, hesabekî veşartî û fenek di vê axaftinê de heye. Ez ê wisa bawer bikim ku ev ne ji xêra neteweyî û ne li hesabê doza azadî û demokrasiya kurdan e. Ez ê bi wî serokî yan jî sermezinî bawer nekim.

Ku serokekî partiyeka bakûrî ji bo kurdên Rojhilat bibêje ”Humeynî merivekî baş e” û banga destekdayîna wî ji kurdên Rojhilat bixwaze û di ser de jî bibêje ku divê hemû kurdên Rojhilat divê destekê bidinê, ez ê bibêjim ku ev gotineka fahş e, fiş e û ji kîsê kurdan belaş e.

Ew Humeynî û têşikên wî û yan jî rejîma wî ku rojane ciwanên kurdan darda dike çawa dikare bibe dostê kurdan? Û bi çî aqilî sermezinekî kurd dikare bangê li kurdan bike ji bo destekdayîna wî kirêtî?

Ez ê wisa bifikirim ku fişarek di wê bangê de heye û bi temamî fen û fût in, lewma ez ê jê bawer nekim.

Ku serokekî yan jî sermezinekî rojavayê Kurdistanê bangê li kurdên Başûr bike û ji wan re bibêje ku ”Seddam zilamekî baş e û dostê kurdan e” û di navê de diyar bike ku divê hemû kurdên Başûr divê destekê bidine wî û partiya wî, ez ê bibêjim ku wî serokî yan jî wî sermezinî mejiyê xwe bi pîvazê xwariyê, xurifî ye û bûye esilwenda.

Ê li min gelek zehmet bê gotineka wiha çima ku hemû cîhan dizane ku Seddam zilm û zordariyê li her kurdekî kiriye, li Helebceya şehîd pênc hezar mirovên sivîl qetil kirine çawa dikare bibe zilamekî baş û nexasim dostê kurdan û ku divê kurd destekê bidinê. Ez ê ji wî serokî yan jî sermezinî bawer nekim û wisa bifikirim ku ew şêt û har û dîn bûye û dixwaze dijminekî weka dîktatorê Seddam bi kurdan bide hezkirinê. Ez ê bibêjim ev çî qeşmerî û bêhedî ye.

Ku serokekî yan jî sermezinekî ji başûrê Kurdistanê rabê û di mediyaya cîhanî de ji bo kurdên Bakûr bibêje ku ”Erdoxan merivekî qenc e” û di ser de jî bangê li wan bike ku divê her kurdekî Bakûr divê destekê bide wî Erdoxanî, ez ê kûr bifikirim.

Ew Erdoxanê ku bi rojan kurdan li Sûrê, Nisêbînî, Cizîrê, Farqînê, Şirnaxê, Gewerê û di ser de jî (gundiyên başûrê Kurdistanê jî di nav de) hema li her bajarê bakûrê Kurdistanê bi rêxistina xwe ya taybet zarok û jinên sivîl dide kuştinê, bi tenq û topan mal û dikan, bajar û navçeyên kurdan weran dike, xira dike, dide ber topan, bi sedan sivîlan di avahiyan de dişewitîne, nahêle ku kurd cenazeyên xwe ji erdê rabikin, laşên kuştiyan bi panzeran iclaftazî kaş dike û di ser de jî li kuştiyan îşkenceya dervayî mirovatiyê dike, çawa û bi çî rengî dikare bibe mirovekî baş û dostê kurdan?

Û bi çî aqil û sermiyanî serokek an jî sermezinekî kurd dikare aqilekî wisa çewt û tije fêl û fût li kurdan bike. Ez ê bi fik û fikar nêzî wê bangê bibim ku bêhna kurdayetî jê nayê ji bêhna berjewendî û xapandinê pêve.

Ez ê bawer nekim, hûn jî bawer nekin.   

 

Yorumlarınız moderatörlerin onayından geçtikten sonra yayınlanacaktır.

Filtered HTML

  • Web sayfası ve e-posta adresleri otomatik olarak bağlantıya çevrilir.
  • İzin verilen HTML etiketleri: <a> <em> <strong> <cite> <blockquote> <code> <ul> <ol> <li> <dl> <dt> <dd> <img> <br> <p>
  • Satırlar ve paragraflar otomatik olarak bölünür.

Plain text

  • Hiç bir HTML etiketine izin verilmez
  • Web sayfası ve e-posta adresleri otomatik olarak bağlantıya çevrilir.
  • Satırlar ve paragraflar otomatik olarak bölünür.
CAPTCHA
This question is for testing whether you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.
Image CAPTCHA
Enter the characters shown in the image.

Rojname Kurdish News

Güncel

Selim Çürükkaya / 19 Eylül 2017 tarihinde Erbil hava alanına ailece indik. Amacımız Güney Kürdistan için yapılan bağımsızlık referandumuna katılmak, halkın sevincine ortak olmaktı.

Toplum

Görgü tanıklarının anlatımları ve askerlerin kendi aralarındaki konuşmalara kulak veren iki kişi, kısa bir süre sonra çıplak şekilde asfalta yatırılan şahısların penislerinin (cinsel orga